Li Rûsyayê balafira Wezareta Parastinê ket: 16 birînxedar hene

Li Rûsyayê balafira Wezareta Parastinê ket: 16 birînxedar hene

Balafireke IL 18 ya Wezareta Parastina Rûsyayê li Sîbîryayê ket. 16 kesên di balefirê de bi awayeke xedar birîndar bûn.

Balafira ku li bajarê Tiksiyê ket, bi şida ketinê bû sê perçe. Divê bê gotin ku bajarê Tiksiyê li aliyê bakurê rojavayê Rûsyayê ye.

Rayedarên leşkerî diyar dikin ku balafir diçû bajarê Kanskê ku li nêzîkî Moxolîstanê ye. Balafira ku dixwest dakeve ji ber problemeke ku nehatiye eşkerekirin ketiye.

Balafira ku îro bi saeta herêmî 04.45-an de ketiye 7 jê murettebat, 39 kes hebûne.

Ji xeynî kesên birîna wan xedar, 7 kesên birîna wan sivik jî rakirine nexweşxaneyê.

Ji bo hawarçûyîn û rizgariyê sê helîkopterên Mİ 8 ber bi herêmê ve hatine şandin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev