Li Yemenê çalakiya xwekujî: 52 leşker mirin

Li Yemenê çalakiya xwekujî: 52 leşker mirin

Li bajarê Adenê ku dikeve başûrê Yemenê çalakiyeke xwekujî pêk hat. Li gorî saloxdayînên fermî herî kêm 48 leşker jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rayedarê leşkerî yê Yemenî xwekujekî ku bombe li bedena xwe pêça bû, li ber qişleya leşkerî ya li taxa Arîşê xwe di nav leşkeran de teqand. Heman fermandarê leşkerî eşkere kirk u leşker ketibûn dorê ku meaşê xwe bistînin.

Milê Daişê yê Yemenê ev bûyer xist stûyê xwe. Li gorî daneyên Wezareta Tendirûstiyê hejmara leşkerên ku mirine herî kêm 52 ye.

Irak Şam İslam Devleti’nin (IŞİD) Yemen kolunun üstlendiği saldırıda, Sağlık Bakanlığı verilerine göre en az 52 asker hayatını kaybetti.

Li heman taxê jî 10-ê Berfanbarê êrîşeke xwekujî pêk hatibû û di encama vê êrîşê de jî 48 leşker miribûn.

Ew êrîşa bixwîn jî ji hêla Daişê ve hatibû kirin.

Tê zanîn ku li Yemenê ji hêla baskên girêdahiyê el Qaîdeyê jî êrîşên çekdarî û xwekujî pêk tînin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev