Partiyên kurdan li hev dicivin

Partiyên kurdan li hev dicivin

Lijneyeke ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) wê îro bi berpirsên Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgara Goran û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê re bicive.

Li gorî saloxdayînên ji çapemeniya kurdan wê lijneyeke ji PDK-ê, bi armanca çareserkirina pirsgirêkên siyasî û aborî Kurdistana Federal îro di bin serokatiya Fazil Mîranî serdana Silêmaniyê bike û li wir wê bi serkarên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgara Goran û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê re bicive.

Li gorî ragihandinan wê heyeta PDK-ê pêşî bi YNK-ê re bicive ku wê serokatiya wê Mele Bextiyar bike. Heyet piştre jî wê bi Tevgera Goran û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê re hevdîtina xwe bike.

Li hêla din tê gotin ku Tevgera Goran ji bo çareseriyê projeyek amade kiriye û dixwaze di civînê de pêşkeşî PDK-yiyan bike.

PDK-ê li ser banga Serokê Kurdistana Federal Mesûd Barzanî, bi armanca çareserkirina kêşeyên siyasî, zend û bendan ba dabû û dest bi hevdîtinan kiribû.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev