Zsa Zsa Gabor di 99 saliya xwe de mir

Zsa Zsa Gabor di 99 saliya xwe de mir

Zsa Zsa Gabora ku yek ji stêrkên efsaneyî yên Hollywoodê ye di 99 saliya xwe de mir.

Gabor li Macarîstanê hatiye dinyayê û di serdema Şere Dinyayê yê Duyemîn de koçî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kiriye.

Aktrîsa navdar fîlma xwe ya yekemîn sala 1952-yê kişandibû. Gabora ku bi jiyana xwe ya cuda gelekî meşhûr bû di bêhtirî 70 fîlman de leyîst.

Gabor 9 caran mêr kiribû. Aktrîsa ku cara yekem di 20 saliya xwe de mêr kiribû, di 70 saliya xwe de cara 9-an mêr kiribû.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev