Daişê Êrîşa li Berlîna Almanyayê xist stûyê xwe

Daişê Êrîşa li Berlîna Almanyayê xist stûyê xwe

Êvara Duşemê li berlîna paytexta Almanyayê li bazareke Noelê êrîşek pêk hatibû û di encama êrîşê de 12 kes miribûn 49 kes jî birîndar bibûn. Daişa rêxistina terorîst ev êrîş xist stûyê xwe û got ‘Min kiriye!’

Daişê di malpereke nêzîkî xwe de êrîş eşkere kir.

Divê bê gotin ku piştî êrîşê kesek hatibû girtin lê ji ber nebûna delilan hate berdan.

Ofîsa Dozgerê Federal Peter Frank daxuyaniyekê da û got wan ji ber kêmbûna delilan kesê girtî serbest berdaye.

Eşkere bibû ku kesê hatibû girtin yekî pakîstanî bûye, îsal doza penaberiyê kiriye û tawanbariyên li ser xwe red kiriye.

Midûrê Emniyeta Berlînê jî beriya berdana kesê girtî eşkere kiribû ku ew nizanin kesê kamyon ajotiye ser gel ew kes e yan na.

Dozgerê Federal Peter Frank jî diyar kiribû ku ew nizanin êrîşkar kesek e yan ji kesekî zêdetir in.

Serokwezîra Almanyayê Angel Merkel jî got ku bûyer bûyereke terorê ye û ewê kiryaran bi awayeke dijwar ceza bikin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev