Erdogan: Ji paşve lêxistin karê qeleş û ketiya ye!

Erdogan: Ji paşve lêxistin karê qeleş û ketiya ye!

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê li ser kuştina Sefîrê Rûsyayê li Enqerê Andrey Karlov axivî û bi tundî rûreş û şermezar kir.

Erdogan di vekirina Tûnela Avrasyayê de axivî û li ser kuştina Sefîr Karlov wiha got: “Ji paşve lêxistin karê xayîn, qeleş û ketiya ye.”

Serokomarê Tirkiyê her wiha got ku ewê tu caran nehêlin ku têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê xirab bibin.

Di heman bernameyê de Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Y-Yildirim jî axaftinek kir. Yildirim jî li ser heman mijarê wiha got: “Ev êrîşeke xayîntiyê ye. Kesên ku ev êrîş kirin wê nikaribin navbera Tirkiye û Rûsyayê xirab bikin.”

Serokê Meclîsa Tirkiyê Îsmaîl Kahraman jî di heman bernameyê de axivî û kuştina Sefîr Andrey Karlov şermezar kir.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev