Guh bidin çîrokan

Guh bidin çîrokan

Mela Mihyedîn

Çîrok hunera herî kevnare a wêje û cîhanê ye. Kaînatê tevî di hundirê xwe de dihebîne û di hundirê xwe teşe dide hertiştî.

Di destpêka hunerê de çîrok heye û çîrok bingeha hemû hunera ye.

Çîrok, ji demên berê ta heta niha, ji bûyer û meseleyên mirovan derketiye meydanê. Bêyî acizbûn, hertim bi keyfxweşî hatine gotin û hîn jî tê gotin û her çiqasî dem biherike jî, ew ê jî bi demê re hertim bê gotin.

Benîadem  hemû hestên xwe, dîroka xwe, hêvî û daxwazên xwe li ser çîrokan anînê wijûdê û bi vî awayî ew qelebalixiya hundirê xwe de derxestine meydan û pê bêhna xwe ferih kirine. Bi rêya çîrokan laşek ji hest, dîrok, hêvî û daxwazên xwe re çêkirine. Ew laş wekî abideyekê hîn jî li ser linga ye û mêjiyê dîroka cîhanê temsîl dike.

Çîrok di hemû rewş û sedsalan de rêhevaltî ji mirovan kiriye û tu carî terka rêhevalên xwe nekiriye. Di demên reş û tarî de çîrok bûne stargeha mirovan. Mirov hertim xwe spartina hembêza çîrokan.

Di destpêkê de çîrok hebûn û hertişt, dîn, ilm, felsefe bi xwe jî bi çîrokan destpêdikin û her yek li ser çîrokeke hatiye avakirin.

Kesên bê çîrok nikarin pêşerojê jî ava bikin, pêşeroj li ser çîrokek xurt tê avakirin. Lewma hemû dînên semavî li ser çîrokan, geh bi tirsandinê û geh jî bi şadîkirinê ji xwe re mûrîd dîtine û li ser rûyê dinê belab bûne.

Bingehek xurt hertim bi çîrokek xurt tê çêkirin.

Gava mirov li hemberî xwezayê bê çare mane, xwe spartina çîrokan. Gava xwestine ji xwe re bihuştek xeyalî ava bikin dîsa xwe spartine çîrokan. Mirov ji axayan, ji brûskan, ji tarîtî û ji tenêtiyê tirsiyane, wê gavê carek din berê xwe dane çîrokan. Çîrok timî ji mirovan re bûye stargehek ewle û ronîdar.

Yanî bi kurtasî ji demên berê ta heta niha çîrok; hemû pirsgirêkên gel, tirsa wan, derdê wan, dîroka wan, hevî û daxwazên wan di hundirê xwe de helandiye û heta dewra me ew anîne.

Çîrok xezîneya hemû mirova ye. Keda hemû mirovan di pêşketin û geşkirina çîrokan de hene.

Çîrok tenê malê kesekî nîn e, çîrok malê herkesî ye. Çîrok malê gundî û bajariyan e, çîrok malê feqîr û malê dewlemendan e, çîrok malê zarok û malê extiyaran e, çîrok malê rojhilatî û malê rojavayiyan e.

Herkes di eslê xwe de çîrokbêjek e û gava çîroka xwe dibêje, xwe bi xwe tiştan li çîrokên xwe zêde dikin. Di nav gel de herkes çîrokan dizane û çîrokên ku tên zanîn li havîrdor tê gotin.

Çîrok mal û xezîneya hevpar a cîhanê ye û di nav hemû gelan cihekî xwe qewîn çêkiriye. Çîrok çavkaniya herî xurt a civakê ye û têra xwe dewlemend e.

Çîrok bingeha helbest, destan, mîtos û romana ye. Hertiştên hunerî û wêjeyî li ser çîrokekê tê avakirin û bi çîroka xwe derdikeve pêş. Her hunermend û nivîskar behra xwe ji vê çavkaniya xurt a dewlend digirin û wan neqşên ku girtine yek bi yek cîla dikin di berhemên xwe de.

Bêgûman di bingeha berhemên hemû nivîskaran de çîrokek heye û ev çîrok berhemê hîn bêhtir xweştir dike. Ger ku hûn çîrokê ji berhemê derxin, di destan de tenê îskeletekî vala dimîne û îskelet tena serê xwe kêrî tiştekî nake.

Ji helbestên Cizîrî, Feqî, Xanî û Cegerxwîn ger çîrokên Mem û Zînê, Leyla û Mecnûn, Gul û Bilbilî bê avêtin me’na wan helbestan namîne, helbest bi çîrokên xwe hene, helbest bi çîrokên xwe hîn bêhtir geş dibin.

Ji xeynî vana jî kesên ku hertiştê xwe bi çîrokê ve girêdane jî hene û ev kes bûne çîrokbêj an jî çîroknivîs. Çîrok ji bo wan bûye nasname û bi vê nasnameya xwe navê xwe li rûpelên dîroka cîhanê dane nivîsandin û heta ebed jî dê navê wan û çîrokên wan bê gotin û bê xwendin. La Fontaine, Çehov û Maupassant ji van kesen navdar in.

Di dîrokê Kurdî de jî kesên ku bi çîrokan ve mijûl bûne hene û ev kes jî bi çîrokên xwe derketine pêş. Hesenê Metê, Helîm Yûsiv Mehmet Dîcle, Selahattîn Bulut û Bahoz Baran jî di warê çîroknivîsindinê de kesên li pêş in.

Guh bidin çîrokan ku hûn dîroka xwe fêr bibin.

Guh bidin çîrokan ku hûn tiştên xurt bînin meydanê.

Guh bidin çîrokan ku hûn di wêjeya cîhanê de ji xwe re cihekî saxlem çê bikin.

Guh bidin çîrokan û hêza çîrokan kêm nebînin.

Pêşniyariya Çîrokan:

*Bahoz Baran – Derb

*Hesenê Metê – Îşev û Çîroka Dawîn

*Helîm Yûsiv – Mirî Ranazin

*Selahattîn Bulut – Bihuşta Lal

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev