Kampanya piştgirîya Serxwebûnê berdewam e!

Kampanya piştgirîya Serxwebûnê berdewam e!

Em serxwebûna Kurdistanê nêzîktir bikin!

Ji bo piştgirîya pêvajoya serxwebûnê ya Kurdistana Başûr me bi navê ‘’Însîyatîfa Serxwebûna Kurdistanê’’ dest bi kampanya îmzayê kiriye û li malpera i petition* bi navê Însîyatîfa xwe rûpelek vekiriye. Nameyek vekirî (ku bi gellek zimana hatiye nivisîn) arasteyê Serokê Herema Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî kiriye.

Me di nameya xwe da ji Serokê Herema Kurdistanê xwest ku, ‘’…yekitîya herî berfireh a hemû alî û hêzên Kurdistanê pêk bê û prosesa serxwebûnê bighije encamekê…’’ Her wuha armanca însîyatîfa xwe me wuha dabû xwûyakirin, ‘’piştgirîya prosesa serxwebûnê û bihêzkirina ew îradeya ku dixwaze serxwebûna Başûrê Kurdistanê pêk bîne…’’

Însîyatîfa me ne girêdayî partiyeke sîyasî ye, ne jî ji bo dijî tu partiyeke sîyasî ya Kurdistanê hatiye avakirin. Armanca me bi tenê ji bo piştgiriya serxwebûna Başûr li her çar parçeyên Kurdistanê û li seranserê cîhanê berhevkirina, komkirina imzayên Kurdan û dostên Kurdan e!

Hetta niha gellek kesayetiyên hêja wek Nivîskar Sosyolog Dr. Ismaîl Beşikçi, hûnermend Ciwan Haco, Serokê PAK’ê Mustafa Özçelik, Fermandarê Pêşmergeyên xwebexş Şehîd Sait Çürükkaya, Serokê DALKURDê Ramazan Kızıl, sîyasetmedar Kovan Amedî, Serokê FKKS Keya Îzol, nivîskar Ruşen Arslan, hûnermend Özz Nûjen, Birader Musikî, zimanzan Reşo Zîlan, Seroka YJK Seyran Duran, ressam Siyabend Kaya û gellek kesayetiyên hêja yên din ku em nikarin li vir navê wan yek bi yek binivisînin bi îmza xwe pişt dane vê kampanyayê.

Xwûşk û birayên hêja, bi raya me, di rewşa îro da qedera (pêşeroja, çareniwîsa) milletê Kurd bi serkeftina gava serxwebûna Kurdistana Başûr va hatiye girêdan!

Em wek insiyatîfekî mûtevazî ya serbixwe nikarin tesîr li prosesa siyasi bikin, lê belê em dikarin bi îmzayên xwe ji bo serxwebûna Başûr raya giştî pêk bînin…

Em ji her Kurdekî û her dostekî Kurdan daxwaz û hêvî dikin ku, bi îmza xwe pişt bidin îradeya serxwebûna Kurdistana Başûr. Ji kerema xwe ra têkevin lînka li jêr nivîsandî;

http://www.ipetitions.com/petition/insiystifa-serxwebuna-kurdistane

û îmza xwe bidin! Bidin îmzakirin!

Her îmzayeke we, dê welatê me gaveke din neziktirê serxwebûnê bike!

Însîyatîfa Serxwebûna Kurdistanê*

*Hêjayan, li I PETITION dema rûpela ‘’Însîyatîfa Serxwebûna Kurdistanê’’ vedibe, carna reklama alikariyê (donation) derdikeve pêş. Ev reklam a rûpela I Petition bi xwe ye. Kampanya me bê pare ye, belaş e! Ev rûpel ji bo xwe alîkariyê dixwaze. Ji bo îmzakirinê mecbûriyeta alîkarikirinê tune ye! Ne şert e, ne pêwiste pare bidin! Dema li rûpelê bitikînin ew reklam ji ekranê diçe. Her wuha dema navên xwe dinivisînin hin tîpên ku elfaba kurdî û tirkî da henin wek, Ş, Ç, Ü, î bi kar neyinin. Ji ber ku I Petition li gor alfabe ingilîzî hatiye program kirin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev