Kılıçdaroğlu: We çima polîsê kujer bi saxî negirt?

Kılıçdaroğlu: We çima polîsê kujer bi saxî negirt?

Serokê Giştî Yê CHP-ê Kemal Kiliçdaroglu kuştina Andrey Karlov şermezar kir, sersaxî ji malbata wî re xwest û tîrên rexneyên xwe arasteyî hikûmetê kirin.

Kemal Kılıçdaroglu li Meclîsa Tirk di koma partiya xwe de axivî û got ku ji ber ku kujerê Karlov polîsekî emniyeta Tirkiyeyê ye, dive bi awayeke taybet li ser meselê bê sekinandin.

Kılıçdaroglu hikûmet rexne kir û sûcê saxnegirtina polîsê kujer jî xist stûyê hikûmetê.

Serokê Giştî Yê CHP-ê Kemal Kiliçdaroglu wiha got:

“We çima ew polîs kuşt û sax negirt? Ev xaleke wiha ye ku divê em li ser bisekinin. Kesek tuneye. Hûn çima bi saxî nagirin? Mesele ne ew polîs e, kesê ku ew şandine wir bixwe ne. Divê ew bêne dîtin. Em bi tundî şermezar diki û bang li hikûmetê dikin: Kiryarên vê kuştinê derxin pêşberî dadgehê û ceza bikin.”

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev