Li Meksîkayê li bazara fişekên hewayî teqîn: 29 kes mirin

Li Meksîkayê li bazara fişekên hewayî teqîn: 29 kes mirin

Li Meksîko City-a paytexta Meksîkayê li bazareke ku fişekên hewayî difiroşin teqînek pêk hatiye û di encamê de herî kêm 29 kes mirine.

Eşkere bû ku di teqîna li bazara San Pablito-ya ku 32 kîlometre dûrî bajêr e de, 60 kes jî birîndar bûne.

Jii dîmenên ku ji cihê bûyerê hatine kişandin de diyar dibe ku dûman bilind dibin û dengê teqîna fişekan tê bihîstin.

Li gorî jêderkên nefermî hejmara miriyan gelekî zêdetir e.

Xaça Sor a Meksîkayê eşkere kir ku 25 ambulans ber bi cihê bûyerê ve hatine şandin.

Li hêla din bang li gel hatiye kirin ku ji cihê bûyerê xwe dûr bixin û riyan vekirî bihêlin.

Waliyê Eyaletê Eruviel Avila gotiye ku armanca wan a sereke dermankirina birîndaran e û rayedarên dewletê ber bi cihê bûyerê ve hatine şandin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev