Wezîrê Karên Derve Yê Tirkiyê: Li pişt kuştina Karlov FETO heye

Wezîrê Karên Derve Yê Tirkiyê: Li pişt kuştina Karlov FETO heye

Wezîrê Karên Derve Yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi hevpîşeyê xwe yê Amerîkî John Kerry re hevdîtinekê bi riya telefonê kir û diyar kir ku li pişt kuştina Andrey Karlov Rêxistina Terorê Ya Fethullah Gulen (FETO) heye.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Anadoluyê (AA) Çavuşoglu ji Wezîrê Karê Derve Yê Amerîkayê John Kerry re gotiye ku hem hem Tirkiye hem jî Rûsya bawer e ku li pişt vê êrîşê Rêxistina Terorê Ya Fethullah Gulen heye.

AA diyar kiriye ku li gorî jêderkên diplomatîk daxwaza hevdîtinê ji hêla Amerîkayê ve hatiye kirin û John Kerry li ser kuştina Andrey Karlov xemgîniya xwe eşkere kiriye.

Heman çavkanî diyar dike ku John Kerry bi riya telefonê sersaxî daye hevpişeyê xwe Sergey Lavrovê Wezîrê Kkarên Derve Yê Rûsyayê.

Piştî kuştina Karlov rayedarekî payebilind ê ewlekariyê ji Reutersê re axiviye û gotiye ku li ber destê wan delîlên xurt hene ku polîsê kujer Mevlut Mert Altintaş girêdahiyê Fethullahçiyan e.

Li ser vê îdîayê şêwirmendê çapemeniyê yê Fethullah Gulen daxuyaniyek daye Reutersê û gotiye ku tu girêdana Kom û Cemaeta Fethullahçiyan bi kuştina Karlov re tuneye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev