Rewşenbîrê ermenî Abovyan derheqa kurdan da

Rewşenbîrê ermenî Abovyan derheqa kurdan da

Bingehdarê edebîyeta ermenîyan derheqa gelê me da

Lêkolînên zanistî li ser kurdan, bi rastî li Rûsyayê di nîvê duduyan ê sedsala 19an de dest pê dike. Gotara “Kurd” cara yekê di rojnameya Qefqasê ya di sala 1848an de hatîye weşandin. Gotara duduyan “Yezîd” cardin her di eynî rojnameyê de hatîye weşandin.

Di van herdu gotaran de têbînî û netîceyên zanistî yên di warê nijad, edebîyat û folklora dewlemend a kurdan de bi dest dikevin, her wiha zimanê kurdî û gelek meseleyên din jî.

Kurdoyev bi navê “Abovyan Wek Kurdnas” li ser karên Abovyan ên di derbarê kurdan de goterekê weşandiye. Xwedîyê gotarê bi taybetî li ser bîr û raya lêkolîna Abovyan a di derbarê kurdan de disekine. Ev gotara han bi kurdî di rojnameya Kurdistanê ya organa Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê de hatîye weşandin. Zanîn û zanyarîyên Abovyan li ser ûrf û adet û etnografya Kurdistanê di netîceya wê de bûye, ku ew demek dirêj li gundê Kenakêrê yê nêzîkî bajarê Yerîvanê di nav kurdên cîranên xwe de jiyaye. Pêştre Abovyan bi awakî kûrtir mijûlê lêkolîna li ser kurdan bûye, bi taybetî di netîceya geştên bi zana, rojhilatnas û gerokên ewropî yên wekî Ayich, Vagner, Budenchted û Parutt re li navçeyên çiyayî yên Araratê. Tenê nasîtî bi kurdan re nedidanî, belko di lêkolînên wan de alîkarîyekî gelek zêde û bi feyde pêşkêşî zanayên ewropî dikirin. Bi vî awayî hemî têbînî, bîr û rayên xwe li ser kurdan û bi taybetî êzîdîyan pêşkêşî Vagner kirin.

Zanayekî din ê almanî Hageshawzen cardin bi awakî fireh feyde ji têbînî û bîr û rayên Abovyan wergirtiye. Budenchtet di dawîya kitêba xwe de komek tekstên edebîyata kurdî weşandine, ev tekstên han ji alîyê Abovyan ve li ser daxwaza wî jê re hatine şandin. Her wiha bi alîkarîya Abovyan, Prof. Partt karîbû nivîsên girîng li ser Çiyayê Araratê binivîse.

Gelek ji bîr û rayên Abovyan li ser kurdan heta niha giringî û rastiyên xwe parastine. Karekî gelek di cih de ye eger em bêjin, Abovyan cara yekê wekî netewekî berbixwe li kurdan dinêre û roleka wê ya bilind di dîroka Rojhilata Navîn de hebûye. Bîr û baweriya di warê ziman, edebyat û folklora kurd de kereste û çavkanîyeka yekcarî giring e. Ji bo civata kurd di hêla folklorê de Abovyan qîmeta wê derdixe. Di warê evîndarî û şewqa kurdan li hemberê çiya, gelî, deşt, siwarî, hespê serbilind û keçên ciwan ê sipehî de… Abovyan dibêje:  “Şiira millî ya kurdî gaveka yekcarî mezin avêtiye û gihîştiye kemilîyê, hemî kurdek, heta hemî keçeka kurd jî bi siruştî xwedîyê ruhekî şairtîyê ye”.

Abovyan bala zanayên Ewropayê dikêşe ku li ser edebîyata kurdî ya millî lêkolîn bikin, ji ber ku gelek dewlemend e. Ev dibe sebeb ku bi çakî û bi rastî kurdên “siwarên baş ên rojhilatê” ne fehim bikin. 

Ji Kurmancîya Xwarê li ser/ji bo Kurmancîya Jorê Ziya Avci (Elîşêr); çavkanî Prof. Maruf Xeznedar, “Dîroka Edebîyata Kurdî”. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev