Dawetên herêma Mûşê

Dawetên herêma Mûşê

Şahîyên gelêrî yên herî xweş in

Ozan Aktekîn

Çanda dawetan bi rastî jî di nav me Kurdan de ciyekî girîng digire. Gelê Kurd ji kêf û şahiyê pir hez dikin, ji ber vê yekê jî dawetên Kurdan wek mîna mîhrîcanan xweş û geş dibin. Lê belê di nav dawetên Kurdan de li gorî herêman cudahî derdikevin holê. Em vê cudahiya di nav dawetan de dikarin li her herêmê bibînin. Lewra çanda her herêmê cuda ye. Di çand û hûnera me de, di dîroka me de evîndarî pir muhîm e. Di çanda me de gelek çîrokên evîndariyê hene, mîna ku Mem û Zîn, Sîyabend û Xecê, Derwêş û Edûlê hwd. Bi rastî jî eşq tiştekî xweşik e û di navbera keç û xortan de jî gelek caran eşqê mezin çêdîbîn lê mixabin hemû aşiq jî nagêhêjin mirazê xwe, lê dema ku dighêjin mirazê xwe jî ew car bi daweteke mezin û geş re diçin ser mirazên xwe. Em niha ji herêma serhedê ji bajarê Mûşê mînakeke dawetan bidin, ka em lê binêrin ew dawetên xweş û geş çawa çê dîbîn.

Niha ji gundê Dêrik ê ku bi Milazgirê ve gîrêdayiye li ser dawetên wan em ê bisekinin. Gundê Dêrikê gundekî mezin e, nêzikê 300 mal di gund de hene û kêm zêde 1000 mirovî tê de dijîn. Dawetên vî gundî pir xweşik û rengînên.

  1. Destpêka Zewacê

Belê em niha ji serî de dest pê bikin, ka çika zewac çakî[1] dibe û çakî dest pê dike. Li herêma Mûşê dema ku xortek bixwaze bizewice şertê pêşî divê eskeriya xwe kiribe. Piştî eskeriyê eger lawik ji xwe re keçek nedîtibe dê û bavên lawik li gor malbat, çand û ûrfa xwe ji lawê xwe re li keçekê digerin. Hin ciwan jî piştî eskeriyê diçin ji xwe re kar dikin ji ber ku qelenê rinda xwe temam bikin. Li herêma Mûşê nextê keçikan di navbera 10 an jî 20 zêrîn e (teqrîben dike 7-8 milyar). Belê em niha dest ji qelend berdin û herin destpêka zewacê, çi dibe û çi diqewime? Dema xortek dawa zewacê bike, ew xort carnan tiştên ecêb dike, mîna ku bixeyde, dema ku xort li maniyan digere, ew çax dê û bavên wî dizanin ku ew dixwaze ku bizewice. Ew tiştên ku min qala wan kir di çanda berê de hebûn, lê niha tiştên wisa kêm mane. Heger dildarîyeke lawik hebe, ew ji diya xwe re dibêje û diya lawik jî ji zilamê xwe re dibêje. Bi vî awayî bavê lawik diçe ji bavê keçikê re qala rewşa wan dike û heger ku bavê keçikê qebûl bike vê carê bavê keçikê diçe ji xanima xwe re behsa xwezgîniyan dike, xanima wî, jî ji keça xwe re dibêje, heger keç qebûl bike, rêya mala xwe didin xwezgîniyan. Malbata lawik diçe xwezgîniyê.

  1. B) Xwezgînî

Bi gelemperî lawik û dê û bavên wî gelek caran digel wan xwişka lawik a mezin jî bi hev re diçin mala keçikê. Dema çûna mala keçikê, malbata lawikî bi xwe re tiştên xwarin û vexwarinê dibin. Dema ku çûn malbata lawik û malbata keçikê bi hev re dişêwirin. Keçik ji mazûwanên xwe re çayê amade dike û pêşkeşî wan dike. Pişt re jî lawik û keçik, carna jî li gel wan xwişk an jî dotmameke keçikê bi wan re diçin odê û bihev re dipeyîvin. Di odê de ji şert û mercên xwe ji hev re dibêjin û heger keç û lawik li hev bikin, daxwaza xwe a zewacê ji dê û bavên xwe re dibêjin. Ku malbatan jî li hevkirin û ku qedera wan jî çêbibe, zewaca wan çêdibe. Piştî lihevkirinê dema şahiyê tê, yanê dema nîşanê tê. Nîşan, di zewacê de merhela herî serî ye, dema nîşanê malbata lawik ji bo nîşana xwe gustîl û bazinên xwe distînin. Her du alî jî ji bo nîşanê gazî heval, meriv û cîranên xwe dikin.

  1. C) Dema Nîşanê

Dema ku diçin mala keçikê, mazûvan ji mêvanan re xwarinê çêdikin. Piştî xwarinê bavê lawikî tevî mêvan û rûspiyan, gazî bavê keçikê dikin ku ji bo qelend biaxivin. Wê demê bavê keçikê û merivên wî fikrên xwe dibêjin eger ku bavê lawikî jî qebûl bike ew çax qelend tê birîn. Dema ku qelend tê birîn, bavê keçikê ji ber xatirê mêvanên xwe qelendê keça xwe hinek kêm dike. Piştî lihevkirinê re fatîha tê xwendin û nîşana wan dibe. Li cem me di navbera nîşan û dawetê de sê an jî çar meh hene. Piştî nîşanê di navbera sê an jî çar mehan de şahiyek çêdibe û em ji vê şahiyê re dibêjin heftelix[2]. Heftelix berê mezinan, ji ber ku heftek piştî nîşanê dawet kirine, em ji vê dawetê re dibêjin heftelix lê wek hertiştî ev edatên mey ê berê jî hatine guhertin, niha çend meh piştî nîşanê dawet çêdibe.

Ç) Heftelix (Heftane an jî Şîrînahî)

Zemanê berê wek niha Heftelix tûne bû. Ji bo Heftelixê Şîrînahî dihat gotin. Roja Şîrînahiyê mala zavê ji bo mala bûkê re şekirê toz ê çayê dibirin. Vî şekirê toz dibirdan di nav qoçxaneyek mezin de û dixistin şerbet. Ji bo her mêvanekî şerebet li wan belav dikirin.

Heftelix şahî ye û dema keyf û reqsê ye. Heftelix pêşiya dawetê û tenê li mala bavê bûkê tê lidarxistin lê hemû tevdîrên heftelixê bavê zavê tînê cî.

Tevdîra heftelixê jî ev in: Gerek bavê zavê sazbendekî (orkestra) bigire. Gerek çerez (îmîş) bikire. Ji bo bûk û malbata wê xelatan bistîne. Di roja heftelixê de bavê bûkê destûr bide zava, ew diçe mala bûkê û tevlî heftelixê dibe, lê heger mala bûkê li ciyekî dûr be an jî xezûrê zavê destûr nede zava, ew li mala xwe di nav xeyalên xwe de dimîne (piranî zava tevlî heftelixê dibe). Sibeha heftelixê, bûk, zava, berbû[3] û birazavayî[4] diçin kuafor, porên xwe çêdikin, kincên bûkanî û zavatiyê li xwe dikin.

Heftelix piştî nîvro dest pê dike û heya êvarê, piştî hina bûkê xilas dibe. Roja heftelixê mêvan û ciwanên hatine dawetê govend digerînin û roja xwe bi lîstikan diqedînin. Bi rastî jî gelek cûreyê govendê li hêla Milazgirê hene wek mîna delîlo, cîda, koçerî, şêxanî, qilîçkîya sivik û ya giran hene. Dema ku wextê hinê tê, keçik bûkê tînin holê, dev û dora wê digirin, bi stranan re tepsiya hinê li ser serê bûkê digerînin. Bi coşeke mezin heftelixa xwe diqedînin. Mêvanên ku hatine dawetê jî û tevî malbata zavê vedigerin malên xwe lê bûk li mala bavê xwe dimîne. Bûk piştî siwarkirinê[5] diçe mala zavê.

  1. D) Siwarkirin (Merhaleya Dawî)

Siwarkirin merhaleya dawetê ya herî dawî û ya herî girîng e. Piştî heftelixê çar an jî pênç meh şûnve bûkê siwar dikin. Di navbera heftelix û siwarkirinê de malbata zavê tevî xelatin ku stendine diçin mala bûkê. Xelatan didin mala bûkê û roja siwarkirinê diyar dikin. Wextê dawetê herî dereng di navbera heftêyek an jî deh rojan de eşkere dibe.

Di nava heftê de malbata zavê tevdîrên dawetê dibînin. Tevdîrên dawetê wiha ne: Bavê zavê ji bo mêvanên xwe xwarinên xweş bê çêkirin diçe goştê sor distîne; li ber goştê sor, birinc, cacix û tirşik tê çêkirin. Tevdîrên din jî çerez, sazbend(orkestra), bangname hwd. Dema ku ew tişt amade bûn, pişt re eger ku hebe birayê zavê an jî pismamê zavê ji nas û xwediyên xwe re bangname dişînin, wê demê ji bo dawetê merêvin zavê yê ku ji bajarên dûr dijîn jî tên tevlî dawetê dibin.

Roja pêşiya dawetê danê nîvro malbata zavê hin erebeyan digirin û tevlî milletên xwe diçin mala bûkê ji bo hina bûkê. Belê roja pêşiya siwarkirinê jî hina bûkê çê dibe. Ew çax jî mîna heftelixê ye û bi rastî demeke pir xweş e. Lê ji bo bûkê û malbata wê hinek bi xemgînî derbas dibe, lewra ew şev ji bo bûkê şeva dawî a li mala bavê wê ye. Ew şev dawet heya derengî şevê didome. Dema ku qediya jî malbata zavê û hemû mêvan belav dibin û diçin li malên xwe. Bûk, berbû û xwişkek an jî dotmameke zavê li ba bûkê dimînin. Roja din malbata zavê sibeh zû radibin dîsa tevdîrên xwe dibînin. Sibehê birazava, zava hildide û diçin mala bûkê. Bûkê tevî berbû hildidin diçin kuafor, dema ku karê wan diqede, vedigerin diçin li mala bûkê û li benda malbata zavê disekinin. Dema ku malbata zavê tê ku bûka xwe bibin, birayê bûkê qurdela pişta wê girêdide û xwişka bûkê jî li pêş derî disekine ji bo bavê zavê xelatek bide wê, heya ew xelata xwe nestîne rê nade wan. Xelatên din jî ev in: ji bo balîfok (balîfa biçûk) û ji bo sindoqa bûkê xelat tê girtin. Xelatên tên girtin jî bi gelemperî zêr an jî pere ne . Pişt re jî dawetvan li erebê xwe siwar dibin û diçin mala zavê.

Dema ku bûk tê li ber derî sazbend dest bi stranan dike. Hinek ciwan ji kêfa xwe guleyan berdidin hewayê, dû re ciwan dest bi govendê dikin. Bûk û zava li cîhekî rûdinin û keç û xort tên wan pîroz dikin. Govend heya nîvro, heya ku xwarin amade be didome. Dema ku xwarin tê, sazbend disekinin. Camêrek tepsiyek hildide û ji bo mirovên ku hatine dawetê xelatên xwe bavêjin diçe cihê ku mêr lê kom bûne. Bi heman awayî jinek jî diçe nav jinan ji bo xelatan bistîne. Dema ku mêvan xelatên xwe avêtin ew camêr bi dengekî bilind dibêje çiqas xelat hatiye li ser dawetê û dû re jî ji bo mêvanan xwarinê tînin. Aşpêjê xwarinê li benda xelata xwe dimîne, piştî stendine xelatê xwarinê li mêvanan belav dike, ev xelata ku tê stendin ji bo stîla goşt tê stendin. Pêşiya xwarinê çerezan belav dikin. Dema ku mêvanan xwarinên xwe xwarin û çerezên xwe hildan diçin cem bav û apên zavê ji bo daweta wan pîroz bikin. Piştre jî ciwan û mezin dest bi govendê dikin û govend heya hina zavê didome. Bêriya hina zavê birazava ji bo ciwan werin li ser hina zavê gazî wan dike û ji wan re kaxizên hinê dişîne. Dema dibe êvar hina zavê dest pê dike, ciwan tên li ser hinê û bi gelemperî deh panot davêjin li ser hinê. Ew pereyê ku tê ser hinê ew dighêje birazavayî, dema ku hine xilas dibe, hinek ciwan diçin li serbanî agirbazî (havaî fîşek) diteqînin. Pişt re jî govend dîsa dest pê dike û bi coşeke mezin didome û heya nîvê şevê berdewam dike.

  1. E) Mehrbirîn

Mehrbirîn li gorî dînê Îslamê ji bo zewac bê temamkirin û şexs bibin helaliyên hev ji aliyê melayî ve te birîn. Roja siwarkirinê mehr tê birîn. Bi hatina melayî re bûk û zavayî li gel du şahidên xwe diçin odê. Mela ji her duyan dipirse: hûn hev wek hevjî qebûl dikin an na? Heger bersiva wan erênî bî melayî mehra wan dibire û Fatîha tê xwendin.

Bûk pirî caran ji zava mehr (navê xelatê) dixwaze. Heyamên berê bûkan piranî çêlekek an jî bizinek dixwestin. Di dewra niha de piranî bazin an jî zêrê mezin tê xwestin.

Xwedayê mezin mirazê hemû ciwanan bike…

Di dawiyê de gerek tîştekî were zelal kirin, di serî qala qelendê hat kirin. Bila xwendevan ûrfa qelendê şaş fêhm nekin. Qelend ji bo keçikê didin bavê wê, bavê wê qelendê ku hatî ji keça xwe re dike cihêz, li aliyê Milazgirê bi gelemperî wisa ne. Eger ku qelend ji bo cihêzê keçikçê be, ji bo alîkariyê be tiştekî ne xirab e. Bila kes çanda kurdan şaş fêhm neke û şaş nede naskirin.

Çanda gelê kurd bi rastî pir dewlemend e, lê mixabin niha bi taybetî jî di nav ciwanan de hinek hatiye bişaftin, lewra li çanda xwe xwedî dernakevin.

Riataza

[1]                                          çawa

[2]                                          Heftelix: heftane

[3]                                          Berbû: kesên di dawetan de hevaliya bûkê dikin.

[4]                                          Birazava: kesê di daweta wî de xwedîtiya wî dike

[5]                                          Li herêmê ‘Siwarkirin’ jê re tê gotin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev