Human Rights Watch: PKK li Şengalê zarokan direvîne û dike leşker

Human Rights Watch: PKK li Şengalê zarokan direvîne û dike leşker

Rêxistina mafparêzan a navnetewî “Human Rights Watch” (HRW) di beyannameya xwe a ku roja pêncşemê çap kirîye da desteyên çekdar yên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) sûcdar dike, ku ew li Şengalê zarokên negihîştî digire dibe şêr, wana bi kar tîne

Karmendên wê rêxistina navnetewî dibêjin, ku wana 29 bûyerên wisa bi belge îzbat kirine, ku zarên kurd û êzdî kirine nava komên YPG û YPŞ yên çekdar, ku pevgirêdanên wan bi PKK ra hene.

HRW bangî PKK û hêzên wê yên çekdar kirîye “bi lez wan zarokan berdin, li ser wan bûyeran lêkolînan bikin û dawî li bikaranîna zarokan bînin, herwiha gorî qanûnê wan fermandaran ceza bikin, ku vê daxwezê pêk neynin”.

“Revandin û bikaranîna zarokên heta 15 salî gunehkarîya leşkerî ye. Anegorî hiqûqa navnetewî, komên çekdar yên ne fermî, yên wek YPG û YPŞ bi tu awahî gerekê zarên heta 15 salî nekine nava şêr”, di beyannameya HRW da tê gotin.

Gorî malûmatîyên rêxistinê, YPŞ maeş ji hukumeta Bexdayê distîne, ku gerekê bide kesên ji 18 salî mezintir, lê YPŞ wan pereyan bi kar tîne bona çekdarkirina zarokên negihîştî.

Di Beyannameyê da herwiha tê gotin, ku hukumta Kurdistana Başûr (Îraqê) gerekê gorî normayên navnetewî bi çavê ziyankêşan li wan zarokan mêze bike ku tevî şêr dibin, lê ne ku wek gunehkaran. Desthilat gerekê zor li malbetên wisa nekin, karmendên HRWê dibêjin.

Fermandarîya YPG gorî xala 16 5 ya çirîya paşin sala 2013an soz dabû dawî bi destî zorê birina zaran bo şer bide, dema fermandarên wê “Belgeya derheqa qedirgirtinê” ya Peymana Jênêvê îmze kiribûn. Serekên YPG wî çaxî gotibûn, ku ewê “her tiştî bikin bona hemû zarên ji 16-18 salî bêne berdan û xwe dûrî emelên şêr bigirin”.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev