“Sê Deng” a Selîm Temo ji nav Weşanên Lîsê derket

“Sê Deng” a Selîm Temo ji nav Weşanên Lîsê derket

Helbestvan û nivîskar Selîm Temo ku di gelek warên wêjeyê de berhem dane, bi hemû pirtûkên xwe yên Kurdî ve li Weşanxaneya Lîsê ye. Lîs, du pirtûkên helbestê yên Temoyî çap dike. Yek ji wan, Keştîya Bayê ye. Helbesta “Keştîya Bayê”, bêyî ku li deverekê bê weşandin di nava hezkêrên helbesta Kurdî de belav bû û bû navê pirtûkê bi xwe jî. Pirtûka duyem, çapa nû a Sê Dengê ye ku ji mêj de çapa xwe tunebû.

Sê Deng, rêwîtîya yekem a Temoyî bû li milkê Kurdî. Çapa nû, xwendevanan ji nû ve dike şahide vê rêwîtîyê. Olana gelîyên welêt, hawara mehkûm û firarîyên li welatê xwe bêwelat, li warê xwe bêwayîr ji her risteyê bilind dibe. Sê Deng, ew deng e ku bi sê şêweyan diveje.

Weşanên Lîs, amadekariya çapkirina du berhemên din ên Temoyî dike ku di plansazîya 2017’yan de ne. Yek ji wan, “Dûrecîran: Helbesta Kurdî û Helbesta Tirkî”, ya dî “Kurdên Xoresanê: Dîrok û Wêje” ye. Dîsa Temo hin transkrîpsîyonên weke “Kurdên Tirkmenîstanê” û “Kurd-Azerbaycan Edebî Elegeleri Tarixi” jî ji bo Weşanên Lîsê amade dike.

Sê Deng, Selîm Temo, Helbest, 80 rûpel, Weşanên Lîs 2016 , Amed

ISBN: 978-605-9295-52-9

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev