Vladîmîr Pûtîn: Serxwebûna kurdan bi Îraqê û bi kurdan va girêdayî ye

Vladîmîr Pûtîn: Serxwebûna kurdan bi Îraqê û bi kurdan va girêdayî ye

Serokkomarê Rûsîya Federal Vladîmîr Pûtîn di dema press-konferansa hersale ya 23ê çileya pêşin bersîva pirsa kanala têlêvîzyonê ya “Kurdistan-24” da ya derheqa rola kurdan di şerê bi terorîstan ra li Sûrîyê û helwesta Pûtîn di hindava Kurdistana Başûr (Îraqê) da, ya ku bi gotina rojnamevan li ser riya serxwebûnê ye.

Pûtîn destnîşan kir, ku desteyên kurdan yên şervan gelek mêrxas in, herwiha di ser da zêde kir, ku “Herdem jî pêwendîyên Rûsîyayê bi gelê kurd ra germ bûne”.

Derheqa serxwebûna kurdan da Pûtîn destnîşan kir, ku Moskva wê gorî hiqûqa navnetewî hereket bike. “Mafên kurdan wê bêne parastinê, lê bi çi awahî, ew êdî bi Îraqê û bi kurdan bi xwe va girêdayî ye. Emê tevî karên Îraqê yên hundur nebin”,- serokkomar got.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev