Bingeha wêjeya Kurdî çîrokên zivistanî ne!

Bingeha wêjeya Kurdî çîrokên zivistanî ne!

Xwendevanekî me bi navê Tevger Çekdar dinivîse: -Her dem xwendevanên malpera we me, dixwazim bi nivîsaran malperê dewlemend bikim. Me jî got: -Tu ser çavan ra hatî!

Tevger Çekdar 

Cîhê çîrokvan, gotarvan wek dengbêjan tenişta axê bû; tenişta rûspîyê civatê bû. Di koşkê de li jorî civatê rûdinişt.

Bi demsala zivistanê re wextê devê tûrikê çîrokan vekirin jî dest pê dikir. Berfeke giran jîyana civakê di kavilê gundan de asê dikir. Rê û şop winda dibûn, serma û seqem derî li civakê dida girtin. Di koxê xanîyan de sobe dadidan, li ser sobê dibû “çize çiza” çaydankê çay. Qutîyên titûna qaçax vedibûn, bi pêçîyên lapilorî cixarên zirav dihatin pêçandin. Hîna tarî nedikete erdê dest bi çîrokên zivistanî dikirin.

Kê devê xwe vekira, wek wêjenasekî ji devê wan hevokên bi wate dihate xwarê. Kesên di civakê de rûniştî bi dil û can guhê xwe didan gotarvanan. Lê kambax be, hemî çîrokên wan li ser tirsê û xofê ava bibûn. Hûnandineke wisa balkêş dihate kirin, mirov şaş û metel dima. Ew gotarvanên xwendegeh nedîtî, nexwenda û nenivîskar çawa wisa xweş li hev dianîn; ew jî dayîneke xwedê bû.

Di destpêkê de digotin “Carek ji cara, rehmet li dê û bavên guhdara, xeynî mişkên qulê dîwara“ paşê dest bi çîroka dikirin. Bi vegotina çîrokan mirov hejarîya xwe, tengasîyên xwe, tunebûnîya xwe, serma û seqema zivistanê ji bîr dikir. Mirov carna xemgîn dibû, carna şa dibû, carna ditirsîya, carna bi xiroş dibû. Hinek çîrok hebûn bi stranan dihatin xemilandin, mirov gelek kêfxweş dibû. Bi hinek çîrokan re mirov kelogirî dibû hêsir bi çavên mirov diket û hûrik hûrik rondik dibarîn. Mirov xeyal dikir, xwe di nêv de didît bi awayekî.

Şevên zivistanê ewqas dirêj bi vegotina çîroka kin dibûn, carînan çîrok bi dawî nedibûn. Dema xewê dihat, civak bêdil belav dibû. Çimkî, di mereqa dawîya çîrokê de mabûn. Bêtebat li benda şeveke din diman, ji bo dawîya çîrokê guhdarî bikin. Wek rêzefîlmên niha dirêj bûn. Gelek çîrok jî bi sedemekî nîvcû man, nehatin qedandin. Ew keser ma di dilê mirovan de.

Mirovên ku çîrok guhdarî dikirin û piştî vegotinê rê ya mala xwe digirtin, di bin tesîra çîrokê de diman. Gorî mijara çîrokê tevgera wan diguherî. Yan bi tirs û xof, yan jî bi dilşahî serê xwe didan ser balîfê û diketin xewê. Tesîra çîrokan li ser xewnên wan jî bandor dikir. Ev kevneşopî ji bav û kala heta bikaranîna televizyonê dom kir. Bi kar anîna televizyonan re ew şevên rengîn ji jîyana me derketin. Ne suhbet ma, ne yarenî ma, ne parvekirin ma û ne jî ev kevneşopî ma.

Çîrokên zivistanî ji bo fêrbûna ziman, ji bo wêjeya Kurdî wek xwendegehekê bûn. Hest û raman bi van çîrokan gelek dewlemend dibûn. Heke bandora asîmîlasyonê zêde li civatê tesîr nekiribe, di vê de para çîrokan jî heye û nayê înkarkirin. Vegotina xweş, hevokên rast, peyvên balkêş bingeha çîrokan bû.

Şevên sar bi çîrokan germ dibûn, pêwendîyên civakî bi çîrokan qewîn dibûn. Rêzdarî bi çîrokan zêde dibû, zimên bi çîrokan pêşve diçû. Koşk û malên ku dibûn cîhê vegotina çîrokên zivistanî mîna xwendegehekê ji zimanê Kurdî re, ji çanda Kurdî re xizmet dikirin. Di van wargehan de gelek çîrokbêj û çîrokvan gehîştin û bûn barkêşê wêjeya devkî, ango wêjeya bi zar. Îro jî ew çîrokên devkî tên nivîsandin û wêjeya Kurdî dewlemend dikin. Werhasil mirov dikare bêje, bingeha wêjeya Kurdî çîrokên zivistanî ne. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RiaTAZA

numreya agahiyên li ser Kurd û Kurdistanê; The management vedixwîne hemû kesên eleqedar ji bo bloga te li ser RIATAZA, bo hûragahiyan ji kerema xwe têkilî info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. gulsen bekiroğlu

    Gelek balkêş bu.destê we dilê we sax be.alê me weyare”şev borik”digotin.gotina we raste dengbêj u çírokên zivistanî wêjeya Kurdî de zef mùhime.

Şirovekirin hatine girtin.