Di opêrasyona Erzurumê da Kurdistanê piştgirîya rûsan kir?

Di opêrasyona Erzurumê da Kurdistanê piştgirîya rûsan kir?

Me di 70 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, yek jî ji cildeya 3an ya berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov beşa duduyan a bi sernavê “Di opêrasyona Erzurumê da Kurdistan gerekê piştgirîya me bikira -2” raberî we bikin.

Ev her sê berhemên zanyarî yên bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 71

Gênêral-çawîş 3ê çileya paşin bi du sed eskeran va gihîşte Xinisê û alaya Mîngrêlê (bi serokatîya serhing Ozêrov) ji bo şevekê li gundê Axawêranê hîşt. Rojtira mayîn eskerên alaya Mîngrêlê belayî ser malên gundên Sarillê, Xinisê, Permakê û Mecîngertê kirin, lê du komikên kazaka yên alaya Voljskê ya hejmara 2a, ku her yekê ji wan da sed esker hebûn, li gundên Mûlle-Bûlaxê û Henêspoyê bi cî û war kirin.

Gênêral-çawîş Fon Şak li Xinis Kelayê pê hesîya, ku serhing Kêlnêr li Mûşê lêgerîna dide derbazkirinê, lê ji ber ku “karê desteya Xinisê ya sereke ew bû, ku niçê eskera yê ser milê çepê biparêze, ku rex Erzurumê hatibû cîwarkirinê, û hukumê me li devera Xinisê bide mehkemkirinê”, ji ber wê jî, bi bîr û raya gênêral-çawîş Fon Şak lêgerînên li der û dorên Mûşê karê siyarîyên desteya Êrîvanê bû, ango karê desteya banzdok ya serhing Fîlîppov bû, lê ne ku karê desteya Xinisê bû, lema jî ewî emirî li ser serhing Kêlnêr kir, ku ew meşa xwe ya berbi Mûşê bide sekinandinê û vegere Xinisê(16). Rastîyê jî, ew lêgerîn pêşda bi serokatîyê ra nehatibû qayîlkirinê û ne dikete nava planên serokê desteya Soxanlixê(17).

Êvara 7ê çileya paşin gênêral-çawîş Fon-Şak ji muxtarê çend gunda Xelîl Çawûş(18) malûmatîyên bi hewarze sitendin derheqa wê yekê da, ku Altadûkov ketîye di nav rewşeke giran da, ku neyara xudêgiravî li gundê Çari-Borîyê dor lê girtine. Ewî taxbûreke alaya Mîngrêlê û 200 kazak rakirine ser piya û emirî ser wan kir, ku berbangê berê xwe bidine Çari-Borîyê. Ewî 8ê çileya paşin ji Mecîngertê bi riya Sarillê, Êlpîsîyê û Xelîl-Çawûşê bêlûkeke dinê jî pey wan ra şande Çari-Borîyê. Gênêral-çawîş Fon Şak siparte du bêlûkên mayîn, ku dor li Xinisê bigrin û bi xwe jî bi sed eskeran va berbi Xelîl-Çawûşê livîya û wî dil hebû rojtira mayîn xwe gundê Çari-Borîyê ra bigihîne(19).

5ê çileya paşin çawîş Vîttê bi du êskadrona va li gundê Lîzê bû û li wir behs gihîşte wî, ku tirk hatine der û dorên wî gundî. Ji bo ku bizanibe ew behsên gundîya rast in, an na, ewî hema wê rojê du komên rêçgerîyê şandine berbi Mûşê û Bîtlîsê. Di gundekî nêzîk da eskerên me komeke ji 8 merivan dîl girt û ji wana pê hesîya, ku li ser temamîya riya berbi Xinisê gelek eskerên neyarên me hene, ku tivdîra xwe li Mûşê dîtine. Ji bo wê yekê çawîş Vîttê 6ê çileya paşin derbazî wî berê çemê Feratê bû, çû gundê Kere-Axilê(20).

Rojtira mayîn serhing Kêlnêr, ku ji bo axirîya desteya Altadûkov pir ber xwe diket, ji ber ku hêza desteyê sist bûbû û ji wî jî tu deng û behs tunebûn, çû Hemze-Şêxê bona xwe bighîne Altadûkov û desteya wî xilaz bike.

Lê heta wê demê Altadûkov xwe ancax gîhandibû Xelîl-Çawîşê û heta 7ê çileya paşin li wir mabû û li bendê bû, ku ewê rojê alaya serhing Kêlnêr wê xwe bighîne wî, lê ji serhing Kêlnêr emir sitend, ku ew gerekê li Kere-Axilê bigihîjine hev, lema jî ew bi riya Kere-Kerpîyê berbi Hemze-Şêxê va çû û di rê da desteya wî bi neyaran va pev çûn. Hema wê rojê nêzîkî Hemze-Şêxê herdu gihîştine hev, lê 8ê çileya paşin serhing Kêlnêr xwe li riya vegerê girt û bi wê yekê va wext da desteya serhing Fîlîppov, ku îdî vegerîyabû deşta Elaşgirê, bingeha xwe li wira saz bike, bona dema lazim bibe, bi hev ra karê xwe bimeşînin û bêne hewara hev.

9ê çileya paşin desteya serhing Kêlnêr hate gundê Êlpîsê û li wir eskerên xwe di malên ku ji bo zivistanê amade kiribûn, bi cî û war kirin. Ji bo ku serhing Kêlnêr hatibû wira, gênêral-çawîş Fon-Şak çûyîna xwe ya berbi Çari-Borîyê da sekinandinê û eskerên desteya Xinisê jî di malên ku ji bo zivistanê amade kiribûn, bi cî û war kirin.

Em ji wê lêgerîna siyarîyên me ya berbi Mûşê, ku ya tek-tenê bû û ne gelekî xurt bû, hinekî pê hesîyan, ku hêzên tirka yên li der û dorên Mûşê çiqas e û yek jî – tesîra me ya li ser kurdên wira usa zêdetir bû, ku kurda îdî terka talan û şêlandina dan. Kurd piştî wê lêgerînê rehet man û neketine nava eskerên tirka û ew yek bi saya serê wê yekê bû, ku Serekqumandarê Mezin bangawazîyên ciddî ji warên jîyînê û zozanên temamîya wilayeta Erzurumê ra şandibû(21).

Ji ber ku neyarên me hêzên xwe berevî der û dorên Mûşê kiribûn (em ji lêgerîna xwe derheqa wê yekê da hesîyabûn), me desteya Xinisê bi 4 topên deştî va da xurtkirinê. Dewsa gênêral-çawîş Fon-Şak, ku nexweş ketibû, me gênêral-çawîş Dûxovskî kivş kir wek serekê desteya Xinisê.

Di nav wê dokladê da (ya 20ê çileya paşin sala 1878a, hejmara 12a), ku gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov ji bo Mîrlawê Mezin amade kiribû, dihate gotinê:

“Em di şerê ji bo Soxanlixê da bi ser ketin, me Erzurum kire ser çoka. Lê ev ne hemû serketinên mene. Ji dema, ku me Qers zevt kir û virda, me deverên Oltînê û Xinisê jî kire bin destê xwe, me serokatîya xwe li wan dera da kivşkirinê. Bilî wê, hukumê me li ser kurda niha ji hemû dema zêdetir e û dema alaya me ya siyarîyan ji Xinisê û Eleşgirê berbi Melazgirê va diçû, tirka helan didane kurda (diniçandine wan, pînc dikirin, nav tê didan), ku derkevine dijî me, lê kurda li tu cîya şerê me ne kirin”(22).

Di kar û barên me yên êrîşkirinê di Asîya Biçûk da di planên me da hebû, ku êrîşa me li ser Kurdistanê xurttir bikin, lê 21ê mehê me malûmatîya derheqa lihevhatinê da sitend.

25ê çileya paşin, ango piştî girêdana peymana lihevkirinê ra, dema ku gênêral-çawîş Dûxovskî serekê eskerên tirka li Wanê û Mûşê Reşîd paşa hayadar kir derheqa lihevhatinê da, komeke kurdên çekdar ya ji 300 siyarîyan rex gundê Kaxçînê êrîş bire ser kazakên alaya Gorsko-Mozdokê.

Qumandarê êskadrona 2a ya Nîjêgorodskê Karagozov êskadrona xwe rakire ser piya û derkete himberî wan. Kurda gava ev yek texmîn kirin, xwe vekişandine berbi gundê Xelîl-Çawîşê û ji wira em gullebaran kirin. Wî çaxî Karagozov êskadrona xwe ra got, ku bilezînin, dû ra eskerên me kîlera nêzîkî wî gundî zevt kirin, û bi kurda ra ketine qal û cengê. Kurda hewl da êrîşa xwe xurttir bikin, lê ji me derbên mezin xwerin, vekişîyane gund, çend malên gundîya şêlandin, paşê jî ji hev bela bûn. Ji kurda weke 30 merî şehîd bûn. Ji êskadrona me eskerek şehîd ket û 8 jî birîndar bûn.

Bi vê pevçûnê va jî emelên me yên dijî kurda di kampanîya salên 1877-1878a da xilaz bûn(23).

Çavkanî:

  1. Bangawazîya gênêral Hêyman ji bo serekê bêlûka Xinisê, ya 7ê çileya paşin sala 1879a, hejmar 49.
  2. Nameya gênêral-çawîş Fon-Şak ji bo serhing Kêlnêr, ya 8ê çileya paşin, sala 1878a (Belgeya hejmara 1349a, arşîva Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê).
  3. Gundê Xelîl Çawîş li ser riya Mûşê ye, 15 kîlomêtra dûrî Xinisê ye.
  4. Destnivîsara hejmara 12a, ya beşa eskerî-dîrokî ya rex Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê.
  5. Destnivîsara hejmara 12a, ya beşa eskerî-dîrokî ya rex Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê.
  6. Binhêre serdazêdekirina hejmara 31ê. Bangawazîyên Serekqumandar ji bo binecîyên wilayeta Erzurumê (Ji belgeyên arşîva Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê).
  7. Ji belgeyên arşîva Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê.
  8. Destnivîsara hejmara 12a, ya beşa eskerî-dîrokî ya rex Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê.

____________________________________

Gorî peymana San-Stêfanê sînorên me yên Asîyayê bi Tirkîyê ra Bayazîd bi senceqên xwe va bû. Ew ji Norîmanê destpê dibû, digihîşte heta Zîvînê, Erdostê, Xorasanê, Gîlîçmanê, dû ra jî bi Şarîyan daxê derbaz dibû, heta digihîşte zincîra çiyayên Xamûr û Mûradçayê. Ji wan çiya sînor gerekê ber Alla-daxê ra derbaz bûya, girên Horîyê û Tendûrekê jî gerekê biketana navê, dû ra jî ji başûrê deşta Bayazîdê ra bigihîşta heta sînorê Tirkîyê-Farizistanê yê berê, ku nêzîkî Qezî-gelîyê ra bû. Bi vî awayî, bi wan sînoran senceqa Bayazîdê dikete destê me, ango ew daxaza mîrlaw Paskêvîçê Êrîvanê bi ser diket, ku ewî di dawîya şerê di salên 1828-1829a da gotibû. Senceqa Bayazîdê firsend dida me, ku em hukumê xwe li ser kurdên wî berê Alla-daxê û yên Wanê bidne belakirinê û ewê pêwendîyên me bi wan kurda ra bida sivikkirinê, ku di kûraya Kurdistanê da diman û di şerê me yê paşdemê da yê bi Tirkîyê ra ewê gelekî kêrî me bihatana.

Lê, di kongrêya Bêrlînê da ew sînorê, ku ji me ra pir dest dida, hate birînê û kurtkirinê(1).

  1. Ji belgeya arşîva Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê.  

____________________________________ 

Bona nivîsa me tam be, em gerekê wan pareskerên mîlîsa jî bîr bînin, ku di wî şerî da me ji kurdên xwe û Tirkîya jî ji kurdên xwe amade kiribûn. Kurd bi hewaseke mezin va diketine nava pareskerên me yên mîlîsa.

Di destpêka şêr da (ji 12ê nîsanê heta 28ê hezîranê sala 1877a) di ordîyê da hêza me haqas bû: dîvîzyona Alêksandropolê ya siyarîya, alaya ji sê komikên, ku di her yekê da 100 esker hebûn, dû ra jî jimara wan gihîşte 400î, ji ber ku me kurd û êzdîyên ku wî berî çiyayê Elegezê diman û kurdên paşalixîya Qersê jî kirine nava wan. Karê zêdekirina eskerên ordîyê 20ê nîsanê sala 1877a xilaz bû. Xênji wê dîvîzyona kurda jî hebû, ku di nav wê da jî jimara şervana 400 bû. Alaya Alêksandropolê bi çekên Asîyayî va hatibûne sîlihkirinê, lê dîvîzyona kurda, ku paşdemê da bû alayî, bi çekên xwe yên miletîyê va hatibûne sîlihkirinê, ango bi şûr, qeme, mertal û qirma va.

Di dema şêr ya duda da (ji 28ê hezîranê heta 3ê çirîya pêşin sala 1877a) ser van mîlîsên kurda da sîyarîyên kurd jî zêde bûn: pêşî 144 siyarî, paşê bûne 200î.

Di dema şêr ya sisîya da (ji 3ê çirîya pêşin heta girêdana peymanê) komika kurda gihîşte heta 400 şervana.

Piştî zevtkirina Qersê alaya Alêksandropolê ya siyarîya (şervanên teter û kurd), komika kurda ya bi 400 şervana va û komika tetera ya bi 200 şervana va gihîştine hev û alaya siyarîya ya bi 600 şervana va hate amadekirinê.

Di dawîya sala 1877a da destpê kirin ji kurdên herêma Erzurumê, ku eskerên rûsa ew ax îdî xistibûne bin destê xwe, alaya kurda ya siyarîya bi 400 şervana va amade bikin, lê ji ber ku destbi hevraxeberdanên derheqa lihevhatinê da bûn, tenê alayîke bi sed şervana va hate damezirandinê, ya ku 1ê çileya paşin sala 1878a îdî kete nava ordîyê(1).

Kurdên me û yên Tirkîyê serhevdu 1300 şervanên siyarî dan (ango 13 komikên bi sed şervanan va). Ewana tevî şêr dibûn jî (di desteyên Êrîvanê û Qersê da) û rehet diman, lê di hêla şervanîyê da xwedî roleke giring nîbûn û mêrxasîyên mezin jî ne dikirin. Û kemala damezirandina wan jî piranî sîyasî bû, bona “êlêmêntên ji bo me ziyandar îzole bikin”(2).

Pêşî ewqas pere didane wan mîlîsa, çiqas ku didane eskerên siyarî, lê pişt ra dewsa xurek û cilan destpê kirin pere dane wan. Xênji wê, her siyarîk di mehê da 10 rûbl distend. Bi tevayî, ser her siyarîkî di mehê da weke 30-35 rûbl dihate xerckirinê. Ev yek gelekî bi dilê kurda bû û ewana bi hewaseke mezin diketine nava cêrgên mîlîsa. Ji ber ku rewşa wan ya aborî baştir bûbû, wana îdî terka talana û şêlandina dan û wek me berê jî gotibû, di şêr da bi terbe û tora bûn û ev yek di kampanîyayên berê da jî hatibû texmînkirinê. Rast e, me ser mîlîsên kurda gelek pere xerc dikir, lê dewsa wê em ji talan û tevlihevîyên wan yên di deşta şêr û ser axa wan herêman da, ku me zevt kiribûn, xilaz dibûn, ji ber ku qaçax û merivkuj jî diketine nava cêrgên mîlîsa. Xênji wê, kurdên Tirkîyê, ku qulixî tirka dikirin û ji bo qulixkirina xwe jî ji tirka tu tişt ne distendin, bi çevekî hevsûdî li wan birayên xwe yên xwînî dinihêrîn, ku qulixî Qiralê Rûsîyayê dikirin û têra xwe pere distendin û ev yek di hêla sîyasî da serdestîyek dida me, ji ber wê jî gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov timê jî ser wê bawerîyê bû, ku gerekê perekî baş bidine mîlîsên me.

  1. Jêdera ji destnivîsara hejmara 34a ya beşa eskerî-dîrokî ya rex Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê ya bi navê “Hesabdayîna derheqa mîlîsa da, ku ji binecîyên Kavkazê û Tirkîya Asîyayê bûn û tevî şerê di salên 1877-1878a dibûn”.
  2. Ji nameya gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov, ku ewî ji bo gênêral-çawîş Pavlov nivîsîbû, ya 21ê çileya paşin sala 1877a, ya hejmara 17a. (Belgeyên arşîva Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê di dema şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê dawî da). 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev