Xebatên zanayên Rûsyayê û Sovyetê bo kurdan -1

Xebatên zanayên Rûsyayê û Sovyetê bo kurdan -1

Xwendevanên delal, em destpê dikin ji pirtûka “Dîroka Edebîyata Kurdî” a kurdzan, profêsor Maruf Xeznedar çend gotarên zanyarî yên gelekî hewaskar û giring raberî we dikin. Gotara pêşin li jêr e. Em beşa yekem çap dikin, beşa duduyan emê sibê çap bikin.

Ji pirtûka “Dîroka Edebîyata Kurdî” a Maruf Xeznedar

Ya rast be ew e ku lêkolîn li ser kurdan û welatê kurdan li Rûsyayê bi hêz, bi eslî, bi xurt û gelek tijî berhem bûye, ev li gel bilindbûna rewşa aborî û siyasî ya navçeyên kurdî li Rojhilata Navîn peyda bû. Diyar e esas û bingehê vê lêkolînê ji bo mebesta siyasî bûye, lê ji zimanê kurdî dest pê kirîye. Berîya hemî tiştekî jî zimanê kurdî bala zanayan kêşaye. Karekî gelek di cih de ye ku eger bi temamî em li gel bîr û raya zana û kurdnasê bi nav û deng Minorsky re bin ku di sala 1915an de gotiye: “… Pêwist e ez bi serbilindî bêjim ku  lêkolîna zanistî li ser kurdan beşê herî zêde li Rûsyayê vebûye”.

Yekemîn kar di vî warî de li Rûsyayê, di warê meseleya edebîyat û zimanê kurdî de ye. Peydabûna “Ferhenga Miqayeseya Di Navbera Hemî Ziman û Awayên Wê” de ya P. S.  Palas a di sala 1787an de ye. Di wê ferhengê de 273 peyvên kurdî hene.

Di nîvê yekem ê sedsala 19an de gotar û lêkolîn li ser kurdan peyda bûn, bi giştî armanca nivîskarên gotaran ew bû ku kurdan bi civat û xelkê wê serdemê bidin nasîn, ji ber wê bûye ku gotar bi sethî û bi ruhekî zanistî nehatine nivîsandin.

Piştre ji bo mebesta lêkolîna ûrf û adetên kurdan û welatê wan bi awakî kûr û bi rêk û pêk, dewleta Rûsyayê zana û rojhilatnasên rûsî şandin navçeyên Kurdistanê û herêmên din ên Rojhilata Navîn. Şandîyên destpêkî yên wekî V. Daytel û P. Lerch û yên din bûn. Di karên xwe de zêdetir qîmetê bi ziman û etnografya wê navçeyê dan ku li ser rêya wan bûn.

Xebatên Lerch

Zanayê rûsî P. Lerch di dîroka kurdnasîya Rûsyayê de xwedîyê cihekî diyar e. Xebatên wî yên li ser kurdan netîceya karekî kûr a demeka dirêj e. Îstîfade ji gelek kereste û çavkanîyên Ewropayê û Rûsyayê wergirtîye. Çavkanîyên wî tenê karên nivsandî yên tomarkirî nebûye, belko zêdetir jiyana di nav kurdan bi xwe de, berhemên wî xurtir kirine, yanî bi xwendin û bi dîtin dîroka rewşenbîrîya kurd kolîye.

Di sala 1856an de di rojnameya “Hengî Bakurî” de gotareka girîng bi navê “Kurd Di Navçeya Smolênskî de” weşandîye, ev zanyarîyek li ser kurdên bi dîlgirtî yên şerê Qirimê  ye. Akademîya Zanistî ya Petersburgê ji Lerch daxwaz kir ku pêwîst e bi van kurdan re peywendî deyne û zimanê wan bikole. Lerch çend meh li bajarê Ruslavelê yê li navçeya Smolênskiyê di nav kurdên dîlgirtî de jiya. Ev kurdên han ji bingeh ji navçeyên cihê yên welatê Osmanî yên wekî Mêrdînê, Cizîrê, Dêrsimê, Mûşê, Diyarbekrê, Meletyê, Erziromê û hwd… hatibûn girtin, wekî ji cihê wan derdikeve ev dîlên han nûnerên hemî navçeyên jorê yên Kurdistanê bûn. Li gor vê van kurdan gelek awa ji diyalektên cihê yên zimanê kurdî dizanîn.

Lerch, bi navê “Lêkolîn Li Ser Kurdên Îranê û Bapîrên Wan Ên Xalidiyên Jorê” xwedîyê sê cild kitêb ên bi qîmet ên li ser kurdan e.

Ev kitêba ji sê cildan pêk hatîye, ji têbînîyên di warê çanda kurdan de ye, her wiha ew tekstên kurdî yên tomar kirine jî bi xwe berhev kirine û di warê diyalektên zimanê kurdî de miqayese û têbînîyên xwe jî dide xuyakirin. Lerch li ser zimanê kurdî xwedîyê bîr û ray û têbîniyên rast bûye, bi vî awayî ji bo me bîr û rayên Lerch gelek bi qîmet bûn. Ji ber ku cara yekê wî daye diyarkirin ku awayê Silêmanîyê ne serbixwe û temam e, belko wê dikeve nav diyalektê Kurmancîya Jorê.

Ev raya han li gor gelek zana, rojhilatnas û kurdnasan tiştekî rast e û di dawîyê de ji alîyê zanayê kurd Tewfîq Wehbî ve hatîye pişrast kirin.

Li gel wan tekstên ku Lerch ji zimanê kurdî wergirtine, hinek çîrokên ji zimanên cihê yên Ewropayê jî wergerandiye kurdî. Qîmeta van tekstên werger di wê  de ye ku Lerch xwestîye sevîye û guhertina zimanê kurdî bide xuyakirin, dewlemendî û firehtîya vî zimanî rayêxe li ber çav. Ev bûye sebeb ku bikaribin wergera hemî berhemên edebî yên Ewropayê ya bi kurdî bên kirin.

Tekstên kurdî yên di kitêba Lerch de, wêneka rast û rengdaneka zimanê kurdî ya bi hemî diyalektên xwe ve ye. Bi vî awayî di kitêba xwe de heft çîrok bi awayê diyalektê Kirmanckî/Zazakî ya zimanê kurdî tomar kirîye. Bi diyalektê Kurmancîya Xwarê û perçeyek pexşan ji wergera Gulistana Se’dî tomar kirîye.

Hinek berhemên şiirî yên şairên klasîk Goranî bi zaravayê Goranî yê zimanê kurdî tomar kirine.

Rola Lerch di guhertina kurdnasîya rûsî ya di hemî karên li ser kurdan de ronî û eşkere ye. Bi hemî hewl û xebata bi hêz a Lerch ferhenga kurdî-fransî û fransî-kurdî hatîye weşandin, her wiha komek têbînî û çîrokên A. Jaba. Di warê qîmeta rola Lerch di kurdnasîya rûsî de Kurdoyev wiha dibêje: “Sipas ji bo karên zanayên wekî Charmoya, Vilyaminov-Zirnov, Jaba, Yustin, Sotsin û yên din û bi taybetî karên Lerch. Lêkolîn li ser kurdan wekî beşekî giring ê îrannasîyê di sedsala 19an de serxwebûnîya xwe nîşan da û dest bi guherîn û pêşketinê kir”.

Qîmetdan bi xebata zanistî ya Lerch di kurdnasîyê de nabe ji xebata zanayên rûs ên berîya Lerch û yên di dewra wî de bên cihê kirin. Karên wan bi karên Lerch re wêneka ronî ya rastîn a guherîna ziman, edebîyat û dîroka çanda kevin a wî neteweyî dide xuyakirin

Xebatên du konsolosên Rûsî

Lêkolîn li ser yadgarên edebî yên kurd mijara karê du konsolosên rûsî bû, A. Jaba li Erziromê û yê duduya A. Chadsko li Parîsê bû.

Gotara Chadsko li ser dîrok û hinek karekterên diyalektê Silêmanîyê, ji bo me xwedîyê qîmet û giringiyeka taybetî ye.

Chadsko wekî Minorsky dide diyarkirin, daxwaza lêkolînê li balê gelek zêde bûye. Ji ber wê li Parîsê bi Ehmed Paşayê Baban re dostî bi dest xistiye û karîbûye diyalekê Silêmanîyê bikole. Ew dema Chadsko mijûlê vê lêkolînê bû, di eynî wextê de konsolosê Rûsyayê yê Erziromê A. Jaba jî qîmetê bi diyalektê Kurmanciya Jorê dida. Wî hewlek zêde ji bo ronîkirina gelek milên veşartî yên vê diyalektê da. Jaba 17 sal li Erziromê jiya (1848-1866), li wir mijûlê lêkolîna li ser zimanê kurdî bû.

Ji bo vî karî komek xwendewar û rewşenbîrên wê serdemê yên li Erziromê alîkarîya wî kirine, peywendiyeke wî ya bi hêz bi van xwendewarên kurd re hebû. Bi rêya wan re cara yekê Jaba zanyarî li ser şairên kevin ên kurd dide diyarkirin. Jaba yekemîn zanayê ewropî bû ku qîmetekî temam bi jiyan û berhemên şairên klasîk ên kurd daye. Ew zanyarîyên ku Jaba derxistine meydanê ji me re çavkanîyên yekem in, lê pêwist e ew zanyarî bi hişyarî bên bikaranîn û dixuyê ku Jaba bi çavekî hişyar li wan zanyarîyan nenêrîbe, bi taybetî yên peywendiya wan bi dema jiyan û mirina van şairan ve hene.

Li vir pêwist e hinek bi belge bên nîşandan ku şaşîyên gelek zelal û eşkere di wan tarîxan de hene. Bi taybetî yên peywedîya wan bi tarîxa hatina dinê û mirina şairan ve hene. Ew di nivîsên xwe de bi vî awayî dibêje:

Şairê kurd Melayê Cizîrî di 540ê koçî de hatiye dinê û di sala 556ê koçî de koça dawîyê kiriye. Ji vê derdikeve ku Melayê Cizîrî 16 sal jiyaye. Her wiha dibêje şairê kurd Îsmaîl di sala 1065ê koçî de hatîye dinê û xwendekarê ber destê Ehmedê Xanî bûye, ku di sala 1063yê de koça dawîyê kiriye, yanî du sal piştî mirina mamosteyê xwe hatiye dinê.

Jaba tenê tekstên folklorîk û edebiyatê ji devê kurdên wê navçeyê wernegirtine, belko vegotin, bîr û raya kurdan a di warê hinek meseleyên dîrokê de jî berhev kirine. Ev ji 40 hikayetan pêk tê û gelek qîmeta wan a dîrokî û zanistî hene.

Li ser esas û bingehê wan keresteyên berhev kirine, Jaba ferhengeka kurdî-fransî-kurdî amade kirîye.

Ferhenga yekê piştî mirina xwedîyê wê, di sala 1879an de ji aliyê Ferdinand Yuste ve hatiye weşandin. Ferhenga duduyan û hemî karên din ên Jaba, di destpêka sedsala 20an de, di sala 1913an de ji alîyê nevîyê wî ve pêşkêşî Minorsky hatîye kirin. Piştre Minorsky mijûlê weşandina karên wî bûye, lê Şerê Cîhanê yê Yekê rê li ber bicihkirina vê xebatê birîye û bi vî awayî ev keresteyên han nehatine weşandin.

Dê navê Jaba (Aleksander Jaba) di dîroka lêkolîna li ser kurdan de bi herfên zêrînî bê nivîsandin, navê wî dê di dîroka çanda neteweyî ya kurd de her bijî. Bi rêya xebat û hewlên Jaba re hejmarek zêde destnivîsên kurdî yên bi qîmet ên di warê dîrok, edebîyat, etnografya û zimanê kurdî de hatine parastin. Di wê dema de ku Jaba li Erziromê konsolosê Rûsyayê bû, bi rêya kurdên xwendevan ên vê navçeyê re 74 destnivîsên awa awa hatin parastin, ew bi diyalektên cihê yên zimanê kurdî hatibûn tomarkirin, ji bilî wê naveroka wan ji hemî jiyana xwendewarîya kurd pêk tê.

Beşê herî zêde yê van destnivîsan, li ser daxwaza Jaba hatine amadekirin. Di nav van koma destnivîsan de şiirên şairên klasîk ên sedsala navîn ên wekî Feqîyê Teyran, çîroka şiirî ya Mem û Zîna Ehmedê Xanî yê bi nav û deng bi ferhenga Nûbiharê re û hwd. tên dîtin.

Xizmeta herî mezin a Jaba ya ji bo zanistî di wê de ye ku mîrateka bihayê wê baş li pişt xwe hiştîye, ev ji kereste û çavkanîyên bi qîmet ên kurdî pêk tên û dibin xwereka giyanî ya ji bo hemî ew kurdnasên ku pêştî wî hatine.

Ji Kurmancîya Xwarê li ser/ji bo Kurmancîya Jorê Ziya Avci (Elîşêr); çavkanî Prof. Maruf Xeznedar, “Dîroka Edebîyata Kurdî”. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev