Xebatên zanayên Rûsyayê û Sovyetê bo kurdan -2

Xebatên zanayên Rûsyayê û Sovyetê bo kurdan -2

Xwendevanên delal, duh me beşa pêşin a gotareke zanyarî ji pirtûka “Dîroka Edebîyata Kurdî” a kurdzan, profêsor Maruf Xeznedar çap kir. Îro em beşa wê a duduyan çap dikin. Fermo, bixwînin, wek me lezeteke baş jê bibînin.

Ji pirtûka “Dîroka Edebîyata Kurdî” a Maruf Xeznedar

Berhemên zanayên biyanî li Rûsyayê

Meseleya edebîyat û zimanê kurdî di nîvê duduyan ê sedsala 19an de, li Rûsyayê ji alîyê du zanayên din ve qîmet pê hatiye dayîn, ew Sotsin û Prym bûn.

Ew keresteyên ku ji zimanê kurdî û asûrîyên navçeya Torabidîn û Botan tomar kiribûn, di dîroka folklora kurdî de qîmeteka wan a taybetî heye.

Bi tekstên klamên evînîyê re, di kitêba Sotsin û Prym de klamên mêrxasîyê yên li ser Dimdim, Yezdanşêr, Şerê Sîsebanê û hwd hatine weşandin. Ev hemî belgeyên borî yên mêrxasîya neteweyê kurd a di demên dîrokê de ne. Sotsin di lêkolînên li ser zimanê kurdî de li ser metodeka zanistî meşîyaye û netîceyên baş jî bi dest xistiye. Lê hinek caran di bin ronahîya destûra zimanê farisî de biryar li ser birrek meseleyên zimanê kurdî dide.

Xebatên Minorsky

Lêkolîna li ser kurdan di destpêka sedsala 20an de li Rûsyayê bi navê zanayê rûsî Minorsky ve girêdayî ye. Rojhilatnasê mezin û bi nav û deng, lêkolîna îrannasî, tirknasî, erebnasî û çanda neteweyên Qafqasyayê kiriye, heta niha qîmetekî zêde daye meseleya kurd, di lêkolîna li ser dîroka çanda kurdî de bûye siwarekî baş ê meydana kurdnasîyê. Minorsky bi zanistî destê xwe dirêjê hemî beşên kurdnasîyê kirîye û karên bi qîmet li pişt xwe hiştine. Qîmetê bi coxrafyayê, etnografyayê, ziman, edebîyat, dîroka kevin, xebeta neteweyî yê nû, dîn, jiyana civatî û aborî daye.

Yekemîn karê Minorsky di vî warî de, ji têbînîyên seferên xwe yên di esnayê mijûlê wezîfeya dîplomasîyê di sefaretxaneya Rûsyayê ya Îranê de bûye, pêk hatiye. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekê, Minorsky rapor û têbîniyên we yên li ser kurdên Îranê di bin navê “Geştek Li Meraxeyê” û “Geştek Li Mîrnişîna Mako ya Di Çirya Yekê ya 1905an de” û hwd de weşandîye.

Piştre  Minorsky mijûlê lêkolîna li ser dîn bûye, bi taybetî qîmetekî temam bi mezheban daye û bi awakî zanistî li ser sekinîye.

Nivijka karê zanistî yê Minorsky a li ser kurdan, di pêveka kitêba wî ya bi nav û deng Kurd de hatîye weşandin.

Di vê kitêbê de hewil daye, bi kurtî karekterê giştî yê dîroka çanda kurdî û ûrf û adetên neteweyî yên Kurdistanê nîşan bide. Yekemîn xasyetê vî karê Minorsky ew e ku mewzu’î û zanistî ye. Her wî wextî jî gelek îcabî ye û bi ruhekî dostî û evînî yê bi neteweyê kurd re nivîsandîye. Ev kitêb di pêşerojê de bû esas û bingehê hemî bîr û rayên Minorsky yên li ser kurdan, bi taybetî gotara Kurd û Kurdistanê ya di Ansîklopedîya Îslamê de.

Di kitêba Kurd fesla “Ziman, Edebîyat û Nivîsandin”ê de, Minorsky bersiva wan bîr û rayan dide ku dibêjin goya zimanê kurdî “farisîyekî şikestî û tê de destkarî hatîye kirin” e. Ew wiha dibêje: “… Bêguman ew zimanekî serbixwe ye, xwedîyê destûra xwe ya fonetîk a taybetî ye, her wiha xwedîyê destûra zimanê xwe yê taybetî ye, peywendîya zimanê kurdî bi farisîyê re, wekî peywendîya di navbera erebî û rûsî de ye, yan peywendîya zimanê latînî ya çiyayayên Swêsre/Îsvîçreyê bi zimanê îtalyayê re ye”.

Minorsky bi çavekî bilind li edebîyata kurdî dinêre. Raste rast digihe hinek têbîniyan ku ew jî ev in, nebûna lêkolînê li ser edebîyata kurdî bûye sebeb ku qîmeta wê ya temam neyê diyarkirin. Her wiha dibe sebebê wê ku rola edebîyata kurdî di edebîyata Rojhilata Navîn de eşkere û ronî nebe. Di vî warî de dibêje: “… Sebebê nederketina qîmeta wê ya rastîn ew e ku berhemên wê li ber dest tune, her wiha lêkolînek temam jî li ser zimanê kurdî nehatîye kirin”.

Pêwist e ev jî bê gotin, ku ev gotinên Minorsky dikarin îro bên carî kirin: piştî lêkolîna nîv sedsal a edebîyata kurdî hêşta gavên mezin ên zanistî di vî warî de nehatine avêtin.

Îhtîmal e her ji ber vê sebebê bibe ku Zanîngeha Petersburgê pêwist zanî daxaz ji zanayê hêja A. Orbeli bike ku bi taybetî xwe ji bo gotina dersê zimanê kurdî di Zanîngeha Petersburgê de amade bike, Minorsky hêvîyeka zêde bi vî karî hebû: “… Karê Orbeli di meydana lêkolîna li ser kurdan de esas û bingehê serekatî ya rûsan xurtir dike”.

Xebatên Orbeli

Orbeli yek ji zana û pisporê lêkolîner ê neteweyên Qafqasyayê bû, li ser kurdnasîyê berhemên zêde û bi feyde amade kirine, di herdu qonaxên berîya şoreşê û piştî şoreşê de, di warê lêkolîn û rojhilatnasîyê de zanayekî aktîf bû.

Berîya şoreşê, Orbeli di sala 1911-1912an de li navçeya Miksê li ser devokê zimanê kurdên wê navçeyê lêkolîn dikir, ji bo vê mebestê ferhengek kurdî-rûsî ya fireh çêkir.

Ferhenga kurdî-rûsî ya Orbeli ku di sala 1914an de çêkiribû, ji bo weşandinê amade kiribû, lê heta niha jî ev kar nehatiye kirin û sebebê neweşandina wê jî nehatîye zanîn.

Qîmeta zanistî ya vê ferhengê di wê de ye ku ji bo tomarkirina peyv û hevokên kurdî tenê ji devê wan ermenîyan wernegirtiye ku kurdî baş dizanîn û yan zimanê kurdî zimanê wan ê dayîkê bû, belko bêjeyan ji devê kurdan bi xwe jî wergirtine. Piştre wekî Orbeli bi xwe dibêje, beşê zêde van peyv û hevokan ji devê Elî Axayê Yusif hatine wergirtin. Ji bo zêde dilniyabûn ji rastî û dirustîya peyvan û nehiştina şaşîyan di warê destûra ziman de, Orbeli cara duduyan li bajarê Wanê bi Elî Axa bi xwe re hemî keresteyên berhevkirî kontrol kirîye.

Rola mezin a Orbeli di pêşxistina kurdnasîyê de diyar û eşkere ye, tesîr li guherîna çanda kurdî kirîye, bi taybetî hewlê bêserûbin yê ji bo nivîsandina alfabeka nû ya ji bo nivîsandina kurdî. Di sala 1913an de li ser daxwaza komek rewşenbîrên kurdên bajarê Xoyê, Ebdulrezaq Bedirxan ber bi Petersburgê ket rê. Armanca giring a Bedirxan ew bû ku bi alîkarîya kurdnasên Petersburgê re alfabeyekê pêk bîne.

Hinek kes di wê bawerîyê de ne ku armanca vê geşta Ebdulrezaq Bedirxan siyasî bûye.

Li ser daxwaza Akademîya Zanistî ya Petersburgê, Orbeli dest bi fikra pêkanîn û nivîsandina alfabeka nû ji bo zimanê kurdî kir. Lê heta niha ji me re zelal nebûye netîceya geşta Ebdulrezaq Bedirxan a ji bo vê mebestê çi lê hatîye. Bi rêya gelek nivîsên parastî re, projeya alfabeya kurdî ya Orbeli danîbû, di salên bîstî de li ser bingehê alfabeya latînî, bû esas û bingehê nivîsandina alfabeyê ji kurdên Rûsyayê re (Yekîtîya Sovyetê ya wê serdemê).

Ji bo amadekirina kadroyên zanistî yên kurd di xwendegeh û enstîtûyên bilind ên St. Petersburgê de, ji komarên Qafqasyayê di sala 1928an de komek lawên kurd a hejmara wan 50 kes, berê xwe dan bajarê St. Petersburgê. Ji bo bicihkirin û perwerdekirina vê koma xortan, Orbeli xwedîyê roleke mezin bû. Bi alîkarîya Orbeli, piştî xelaskirina zanîngehê, kurdnasê pêşerojê Q. K. Kurdoyev, ji bo temamkirina xwendina bilind a di meydana lêkolîna li ser kurdan de, li St. Petersburgê ma. Ji bilî vê her wî wextî bû ku Orbeli, Kurdoyev û du kurdnasên din, Avalyan û Tsukerman jî amadeyê vê xebatê kirin.

Di sala 1926an de, bi alîkarîya Orbeli komek teksên giring ên zanayê Avusturyayî Hogo Makas hatin weşandin.

Di dawîn salên jiyana xwe de qîmeteka yekcarî zêde bi amadekirina kadroyên zanistî yên kurdî dida, komek xwendekarên xwendina bilind têgihandin.

Ji bo armanca pêşxistina kurdnasîyê li welatê Rûsyayê, di sala 1958an de beşê kurdî li Enstîtûya Rojhilatnasî ya Akademîya Zanistî ya Sovyetê li St. Petersburgê hat vekirin. Ev karê han xwedîyê naverokek zanistî û siyasî ya pirr mana bû. Ev di cîhanê de yekemîn beşê serbixwe yê zanistî bû, ku hemî zanistîyên kurdnasîyê dikole.

Di destpêkî de serekê beşê kurdî Orbeli bi xwe bû, piştre ev kar ji Kurdoyev re hat sipartin. Vêca pisporên di warê zimannasîyê de Kurdoyev û Tsukerman bûn û M. Rudenko jî ya di warê edebîyat û yên din de bû.

Ji Kurmancîya Xwarê li ser/ji bo Kurmancîya Jorê Ziya Avci (Elîşêr); çavkanî Prof. Maruf Xeznedar, “Dîroka Edebîyata Kurdî”. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RiaTAZA

numreya agahiyên li ser Kurd û Kurdistanê; The management vedixwîne hemû kesên eleqedar ji bo bloga te li ser RIATAZA, bo hûragahiyan ji kerema xwe têkilî [email protected]

Qeydên dişibine hev