Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Radyoya Ria taza sersala we ya nû bi dil û can pîroz dike!

Guhdarên eziz! Ma cend saet û sala 2017 we dergê me hemûya veke. Çend saetan şûnda dîroka mirovahîyê dikeve sala nû. Di piranîya welatên Cîhanê bi germî ve pêşwazîyê li sersala nû ya zayinî dikin. Gelek xelqên welatên Cihanê, peykarên ayînên cuda jî bi Xirîstîyanan re vê cejnê pîroz dikn. Sala 2016an jî bû rupêleke dîrokê. Her car dema sal ser hev de tê, em dibêjin oxir be ji te re sala kevin, niha jî em oxira xêrê sala cûyî re dixwezin û bi hêvî sala 2017 dinhêrin.

Guhdarên delal, cend saetan şûnda emê pêl li sala nû bikin, werin em xem û fikirên xwe yên giran teslîmî sala cûyi bikin û bi vê weşana xwe ye îsaline dawiyê ve bi eşq û kilam, bi helbest û şêran emê bibin mevanê we. Muxdariya çend deqeyan emê jî tevî eşq û şaya we bin, derheqa xêr û qenciyê nû bifikirin, niqoyî li dinya mûzîkê, sitran û poêzîyae bin. Werin em bi beşerxweş rastî sala 2017 an bên!

Di vê bernameyê de xebatkarên malpera Ria taza: Yura Nabîyêv, Têmûrê Xelîl, Maruf Aslanov, Azîzê Jelalî û Salihê Kevirbirî pîrozbahîyên sala nû jibo xwendevan û radyoguhdarên xwe bi rêya têlêfone ji Moskovê, Stockholmê, Stembolê, Tbîlîsîyê, Komara Adîgêye Aûtonomîyê ya Rûsya Fêdêral dişînin.

Xûşk û birayên delal, bila sala 2017 an ji bo we hemûyan bibe sala bextewarîyê û serketinên mezin. Bila sala nû bibe sala serxwebûna Kurdistanê û sala tifaqê û pêşketina nirxên netewî ji bo hemû Kurd û Kurdistanîyan. Bila sala nû we re aşitîyê û xweşbextîyê bîne.

Fermo, guhdarîya bernameya pêşkêşî pîrozkirina sersala nû, sala 2017 an bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev