Eve rewşa me Li gel melayên faşîstên Faris

Eve rewşa me Li gel melayên faşîstên Faris

Me berê li ser kiryarên faşîstên Faris nivîsandibû, dema ku di sala 550-î b.z. da bi serpereştiya padîşahê xwe Gohreşê Duwem (xwarziyê me) padîşahiya Madan ya gewre dagîr kirin. Helbet  di wê demê da neku haşa ew ji Madan lehengtir bûn, lê belê, dîsa wê hîngê jî bi alîkariya komeka caşan ku kîna wan li ser padîşahê mîdî Ezdehak hebû biserketin.

Dîsa me nivîsandibû ku hên di wê demê da baldariya wan li ser wê yekê hebû ku weseka padîşahê xwe Qembîzê Duwem ya sala 522-an b.z. pêkbînin. Kurtahiya weseka wî eve: “Bi ti awayî rê nedin Madan ku padîşahiya xwe careka din vegerînin. Heger hûn rê bidin laneta min ta ebed li we be.

Ji wê demê da em Kurd (neviyên Madan) bihayê wê weseka faşî dagîrkerî didin. Di serdema nû da şahê gorkirî Riza Pehlewî ev kiryar bi kar dihanî û di pey ra kurê wî şahê gorkirî Mihemed Riza ev kiryar berdewam kir. Piştî roxandina sazûmana wî di sala 1979-an da melayên Faris, xwediyên nirxên fêlbaz, paşketî û hov, ev şop û tewr berdewam kirin.

Ew heya niha siyasetên here genî û dirinde li dijî gelê me li rojhilatê Kurdistanê bi kartînin; gelê me di bêdengiyê da qirdikin. Ji her demekê ta ya din, lekên ciwanên me dajon ser dik û sehneyê bidarvakirinê, wan bi awayekî hovane li ber çavên dayîk û bavên wan, li ber çavên zarok û kebaniyên wan bidarvadikin û di ber ra celad û temaşevanên wan yên Faris diqîrin: “Allahû Ekber”, û helbet wek her car jî tevaya cîhan temaşe dike.

Melayên faşîstên Farisan bi wê yekê jî nakin, li warên aware û şarederiyê jî didin pey têkoşerên gelê me. Kiryara kuştina têkoşerê şehîd Dr. Abdurahman Qasimlo di sala 1989-an da baş tê zanîn. Ew faşîstê genî Ehmedî Nejad ku di wê kiryarê da beşdar bûbû xelat kirin û bi ser da jî kirin serokê Komara Melayan.

Ya bi êş û jan jî ew ku tevgera rizgarîxwaza kurdistanî li rojhilatê Kurdistanê ji çend salan da ketiye pença hersê partiyên kurdî mezin, kengê xwastin wan dilivînin û kengê jî xwastin wan bi peymanan girêdidin; bi temamî wek dan û standina birayê mezin li gel birayê biçûk; mîna urf û adetên kurdî. Tevî ku gelê me li rojhilatê Kurdistan „kulîlka Mîdiya“ ye; di warên wî da padîşahiya Madan bi paytextê xwe Agbatana (Amedan / Hemedan) hate damezrandin.

Ya ji vê jî tirsnaktir (xeternaktir) ewe ku ev demeke hin nîşan têne xuyakirin ku hin kesên xwe li paş perdeyê vedişêrin, hewldidin ku tevgera rizgariyê li rojhilatê Kurdistanê ji tevgereka neteweyî ji bo rizgarkirina welatekî dagîrkirî û gelekî bindest veguhêrin û bikin tevgereka olî ku li dijî desthilata melayên Faris bi armancên olî sunnî şer bike.

Ji bo berdewamiya pêkanîna weseka Qembîz, va ye melayên faşîstên Faris komên terorîstên xwe dişînin başurê Kurdistanê daku birayên me, têkoşerên rojhilat qirbikin (teqîna roja 20.12.2016 li Koyê).

Ey gelê me yî Kurd, yê bindest û zorlêkirî!

Zinhare, zinhar ku tu bidî ser şopa olî sunnî – şî’î!

Ti cudahî nîne di navbera şêxên tekfîrê û melayên tetbîrê da!

Herdu jî neyarên Kurdan yên cîhadîstin ta ebed!

Ew hemû neyarên ebed yên dewleta Kurdistanê ne!

Ji lew ra divêt durişma me ya neteweyî her ev be:

Ne sunnî me, ne şî’î me ! Ez tenha Kurd û kurdistanî me !

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev