Beşek ji romana ”BÊWEXT”

Beşek ji romana ”BÊWEXT”

Ji vê nivîsa H.Kovan Baqî xuya dibe, ku em dikarin bi zimanê dayka xwe her cûre fîlosofîyên jîyanê bi awayekî zelal û fembar bigihînine xwendevanan.

Zeyno û Fendo

H.Kovan Baqî

Ha finêzên wan û ha finêzên pisîka wê şûtika îngilîz! Paceyek min jî nîn e go ez pala xwe bispêrimê. ”Pîîî, çi pisîkin girnewî! Hih, îja jî a vir min bialêsin. Me’adê xwe heqo tirş nekin gidî, willehbilleh mîna Woolfjînya şerbeta min nîn e go ez her carê bi ewkê xwe bidim û ”ezmanê qirrika we şêrîn bikim. Temam yaw, ez zanim ewkê hûn lê digerin û ev ê niha di devê we de ne heman tişt in. Lê yeqîniya we hebe ev ne qusûra min e, ya Freûodîpal e. Fre û Do, Dî û Pal. Bise bissse, serê Medûsa guneh e, rahêlê di tirbrehîmê de bi’edilîne go rebenko neqefile! P’eeyy, dinyaya bêdîktator çiqas rijî-w bêekil e. Bise bisse, ez dinyaya bêdîktator jê bibim, ko dinya wek berê dîsa bi nişa-w biekil bibe. Lewra heta go keç biwelidin, miqîm perdeya qîzaniya wê û dinyê wê biçirre-w xwînxweşî yê jê biherike. Bizê. Zê. Ayy, bi qesem halê min tunîna j’ber vê zimmînê! Lê zingînêê, hela bes e hişê min bibe-w bînê!

Hadê xwe bidin hev û berî go zeman we kevin bike, me li vir bihêlin û herin malên xwe. Çi cara we xwe li ser nivînên xwe’y germ û nerm dirêj kirin, cilên xwe ji xwe kirin, şeqên xwe vekirin û navikên we ji binî de gotin, Tip, tip, tip, gazî me bikin, em ê di nava serê we de xwe tazî bikin û werin. Bissse, ev çi lez e gidî! Ka em berê esrareke no bikişînin, go lîbîdo dîn û sewsî bibe. Hih, a wilo, bifirrtîne, tu jî, tu jî, ez jî- Oxx, vê memika rep çiqas xweşik tecawizî devê min dike! Wextî pipijiqe qirrika min û ez ji devê xwe’d avis bibim.

Fendo!

Immm?

Hişşş, nepeyive!

Mmmm-

Ihhh, willehî tillehî mewîjkên memikên min dibên, Devê te bermemikekî ”entîke ye, hêlîneke gewende ye, şehwetqolîkekî dirende ye, tehrîqkarende ye – ûyyyşşş yadêêê, ev kurrê kûçik çiqas jî xweşik zane min bi agirê xweşşşiyê bibirêje!

Hmmm, ”ihhh.

Hişşş, vêga devê te avis e, heger bikêlime zarok ê ji ber here wîîî!

”Iiii.

Hêêê, lêlo, bînerên mihûz û birçî; Kefren û Kefr’an, Artemîs û Arêtemîz, Îlûna û Anûlîlî, Epîkur û Êporrkurr, Medûsa û Medûza, Hûmbaba û Xumexumaba; ka ez giyanekî bidim we, go hûn bêtirs karibin werin û bi hemû endamên xwe tevî me bibin; ”eyn mîna li Adenê û wî diyarê meymûnan, em bi xwûşk û biratî xwe li hev par bikin, go em karibin ”hebekî ji bin nîrê şaristanî û modernîzmê derkevin.

Hih, binêr bê çavên vê jinika niximandî çerre li nava şeqa me dinêre-w dizi’hurin. Heger ev ê bi rîh û şelwer ne şûrê apê Androsandro bûya û navê tirsa xwe li ”eniya dilê wê nenivîsandibûya, wê bida dûv dilê xwe, bihata û bi kêf û peroş endamên xwe bexşî endamên me bikira. Ev der ne Emerîqa ye û em ne çermreşên ti kesî ne. Li gor j’me’r gotine, em Jefersonmêrdînî ne û navê bavê me ne Fûendofaulkner e. Em hew Zeynofendo ne û wek du memikên qermiçî di vê bedenê de civiyane. Lê tevî hemû zagonên qedexekar jî teqez niha quzê wê jî mînanî yê Lolîtabloom şil û pil bûye haa. Bi rebbê derpîkên Kahloferûxzad û Ferûxfrîda her quzekî rep Nîagarayek e. Nîhagayek. Arek. Nîhanxanek. Xanima xanvan, hela j’kerema xwe’r ka şûşeyek şerab û du memikan! Wîî, du qedexan! Ne qedexe, qedex, qedex – te dî ewka mero pê şerabê vedixwe. J’kesî’r nebêj, quzê Zeyno jî qedexeke vêlik e haa, velikeke bi gillik. Oxxx, çiqas xweşik dilopên mîzê jê diniqite, xweşşşik. Xwişşş. Çip. Dîsa niqitî. Niqitî ku? Ma tu nabîne bê çiawa devê min û me ”erdekî tî ye û ji navê de derizî ye? De çavên xwe bigire, tu yê teqez mirçînê bibihîze. Li qusûra min nenêre, te dî ez hebekî serxweşekî esrarkêş, memikmêj û gillikmêj im gidî. Xanî, Xanîî, hela kanî du memikên Zînsittî bide vî karî, go bibe nêrî. Hela qomçeyên sakoyê xwe veke bê çi di bin de ye waaa.

Xwaaa, Lîîlîîbrîîk e wîî, willehîî memikên wê jî wek yên te rep in, lê aka min û Mayakovstî. Na na, maya ruhê min e ew. Mayasitî. Mayalîlî. Mayazîn. Mayazeyn. Zeyn. Zeynoo, hela bi’hewe bira zimanklîtorîska te û zimançûkê min çîroka xwe lêkin.

Hiii, welleh emêjîka j’wan’r bêjin, Kerem kin. Kin û dirêj tev de. De haa. Hadê, kurr û dê. Keç û bavmarî. Ma’hra bi qewadekî û du yawerkan hewce nakî. Em gişk bêma’hr î. Tîîît, derkev me hûn dîî. Netirsin wîî. Hih, va’y we jî ez û em dî. Tîîtîîîît. Frêna nava we teqiyayî.

Lê dîsa jî tekelikên go hûn lê suwar bûne nameşî. Çi hukimdarekî bêûcdan e hiş. Hiş bin, hişşş. Hiş frêneke qerrase yî, hey bêhiş. Bîseks, mêseks, lêzseks, hêteroseks, hadê xwe tazî bikin, bihêl bira nigên we niximî bin! Xirrbende, Hingilende, hûn jî derbas bin, derbas bin! Cih ji dilan tend dibe. Fezaya xeleka me rehîmeke fireh e; gerstêrk jî tê de hiltên, fantezîstêrk jî, em û hûn jî tê’d hiltên, dînozor û meymûnên deredemî jî. Na na, xwedê, tu neyê, şareza û zanyarno, hûn jî neyên, hûn di xeleka me’d hilnayên.

Hilindir milindir

Serîkê memikên minûme bilindir

Pêbigir Fendo pêbigir! 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Hkovan Baki

Piştî xwendinê, karê wî yê sereke nivîskarî û weşangerî ye. Berpirsê weşanxaneya NA ye. Gelek pirtûkên wî yên edebî bi zimanê kurdî derketine.

Qeydên dişibine hev