Ji Rojnamevanekî Îngilizî “Salên Şêstî û Serhildana Mele Mistefa Berzanî”-1

Ji Rojnamevanekî Îngilizî “Salên Şêstî û Serhildana Mele Mistefa Berzanî”-1

Wergera ji Îngilizî: Welat Agirî

Di sala 1961î de Şervanên Kurd di bin seroktiya Mele Mistefa Berzanî de dîjî Ereb serî hildabûn. Ew roj ne bi tenê ji bo Kurda herweha bo dinyayê jî rojên dîrokî bûn. Dewletên rojava jî berê xwe ber bi Rojhilata Navîn vegerandibûn, giringî didan Şoreşa Kurda û wan rojên giranbiha. Rojnama Sunday Telegraph rojnamevanekî, Davîd Adamson, ji bo berhevkirina agahî û malûmatan dişîne Çiyayên Kurdistanê. Me jî ev agahiyên derheq Kurd û Kurdistanê wergerand zimanê Kurdî. Wisa gumanbarim ku bi qedandina vê gotarê ve em ê bêtir xwe û welatê xwe û cîranên xwe nas bikin.

Niçikê Bakurê Kurdistanê dighêje Ermenîstana Sovyetê û li wir 60.000î zêdetir Kurd dijîn, û niçikê başûrê welatê wan ji Xaneqîna Îraqê heya Kîrmanşaha Îranê ye. Mesafa nava Bakûr û Başûr 644 km zêdetir e. Neteweparêzên Kurd dixwazin Lûr û Baxtiyariya Îranê jî bikin nava sînorên xwe, lê ez wisa bawer im ku eşîretên li wir vê daxwazê qebûl nakin. Miletperwer, wek miletperwerên herderê, li ser mêla nitirandinê ne, îdîa dikin ku Kurdistan wek tîpa A yê ji Kendava Îskenderûna Tirka a qeraxê Behra Spî û heta Kendava Îranê dirêj dibe.

Gengaz e ku sînorên rast 160 km ji rojhilatê qeraxê Behra Spî de dest pê dike û 160 km rojhilatê hidûde Îraq û Îranê de dawî dibe. Qebareke mezin a Kurda li Tirkiyê dijî û ew sê-çar mîlyon in, pey wan re bi du mîlyona zêdetir Îran tê û li pey Îran jî bi milyon nîvekî Îraq û bi sêsed hezarî Sûrîye tê. Temamiya nifûsê di nav partiyan de mijara gengeşiyê ye. Neteweperest îdîa dikin ku memûrên hukumatê hejmara wan kêm hesab dikin, û hukumat jî dibêje ku nijadperest fîşal dikin. Li gor îstatîstîka fermî jimara rast dibe ku nêzîkê 8 mîlyonî be, lêbelê di nava Kurda de rêjeya zayînê bilind e û xwasma di nav Kurdên Tirkiyê de.

 

Welatê wan bilind e, koyistan e, bi piranî hişk e, lê bi daristanên xwe û bi wan taybetmendiyên din ve têra xwe şêrîn e ku yek ji wan welatê herî xweşikê Rojhilata Navîn e. Li vî welatî dehl û dar û ber, zeviyên titûnê, gelî û newalên genim û çemên zûka diherikin hene ku ava wan qet namiçiqe. Ferat û Dîjle, herdu jî li Kurdistanê dest bi herikandinê dikin. Ew çiyayên wana diparêzin heya 3000m bilind dibin û bi Araratê ê ku li ser hudûde Tirk û Ûris e, xwe dighîne 4500m yî. Kurd îdîa dikin ku li wir 4000 sal jiyane. Kurd miletekî Aryan e, îhtîmal e ku Kurd û Med xwediyê heman kokê ne û di nava cîranan de herî zêde dişibin Farisan, lê belê bi yên din re jî tevî hev bûne: bi Tirkan re, Ereban re û hetta bi Mongolan re ku wan Mongola di sedsala sêzdemîn de herêm talan û wêran kiribûn.

Hûn ê bibînin ku li Îraqê di tamarên gelek serokên Ereba de xwîna Kurda heye (Kurd vê tevlihevbûna xwînê wek Ereba bi asanî qebûl nakin) yek ji wan serokan jî General Qassim e ku Kurda bi vê şoreşa 1961î dijberî wî serî hildane. Ji bilî xwînê, Kurda piraniya çanda xwe ji cîranên xwe wergirtine û di vê wergirtinê de ji Tirka zêdetir di bin bandora Ereb û Fariz de mane. Ereba dînê wan daye wan ku bi gelemperî Misilmanên Sunî ne, û Farisan jî hezkirina xwe ya wêjê û rayeke mîstîkiyê dane wan ku ev herdu tişt jî dijraberî xwezeya Kurda ne û wana bi awayekî xurt ve ber bi dîn dikişîne.

Beriya hertiştî ew Kurd in û pey re Misilman in, û gelek Kurd jî hene ku ji yekî Îrlandî yê ji bo qralgehiya dawîn û efsaneyên Îrlandayê şînê digire zêdetir, bi ramanên nostaljîk rojên beriya Îslamê bibîr tînin (Kurd ji sedsala heftemîn heya a dehemîn bi destê Ereban ve hatin feth kirin û guherandin). Di wan rojên beriya Îslamê de Kurd murîdên Zerdeşt bûn ku Zerdeşt di vê demê li aliyê Gola Ûrmiyê a Rojhilatê Kurdistan jîyana xwe didomand.

Sedemeke xwedîderketina tiştên Kurdewarî an jî ên qenebe li berxwedayina dijberî bandora feth û guherînên netewên din tirsa tevlîhevbûna nijad û çanda ye; ku wek mînak em dikarin bêjin baweriya Kurdên Êzdî ên Bakurê Îraqê dijîn, di bin tesîra mîtharîc û zerdeştiyê de maye.

Kurd û Şerê Kurda li aliyê Rojavayiyan ve baş nayê zanîn, dibe ku sedemeke vê jî kêmasiyên agahiyan e ên di derbarî çanda wan de be. Di şoreşa wan de tiştek tune ku bi hêsanî bê destxistin. Ji bo Brîtanyayê ku ew Brîtanyaya di hidûdê Bakurê Hîndistanê ji şer bêzar bûbû, şer û pêvçûnên nava êla ji serhildanekê dijwartir bû.

Pey Şerê Cîhanê ê Yekemîn, Brîtanyayê hewl da ku derbarî rêvebirêyê de piştgiriyê bide Kurda lê ew pêngav jî bi serneketîbûnê ve qediya û me ji wê piştgiriyê jî destê xwe kişand. Ew -Kurdên Hov- bûn û me ev terîfa Îraniyan a ji terefî E.B. Soane ê ku sala 1908a de derketibû serdana Kurdistanê wergerandibû Îngilizî, qebûl kir: xwînxûr, şerûd, teşqeleker, şêlanker, miletekî xebîs û xûyên xirab, dilhişk û bêrehm, ji hêstên mîrovahiyê dûr û ji zanîstê dûr lêbelê miletekî jêhatî û bêtirs, mêvanperwerên gelek baş, rastgo û bişeref, pesnbêjên xweşikiyên xwediyê rû û rûçikên xwe.

Werger ji pirtûka: The Kurdîsh War, David Adamson

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev