SALNAMEYA NÛBIHARÊ YA 2017AN DERKET

SALNAMEYA NÛBIHARÊ YA 2017AN DERKET

Nûbihar ev heft sal e ku Salnameya Kurdî diweşîne

Îsal jî bi awayekî ku agahîyên wê nûjenkirî salnameya xwe derxist û gihande ber destê xwendevanan.
Naveroka salnameyê bi agahîyên cûrbecûr xemiliye.

Di rûyê rûpelan yên pêş de, ji van cûre agahîyana hene:
– ayetên Qur’anê û hedîsên Hz. Muhemed
– gotinên pêşîyan, biwêj û xeberoşk
– gotinên xweş yên navdaran
– agahîyên tarîxî yên ku di wê rojê de qewimîne
– wextên nimêjê yên bajarên Kurdan. Di nava van bajaran de Hewlêr, Mehabad û Qamişlo jî hene.
Di rûyê rûpelan yên paş de jî ji van cûre agahîyana hene:
– dîroka Kurdistanê
– çanda kurdan
– dîroka cîhanê
– jînameya (bîyografî) şexsiyetên Kurd û navdarên cîhanê
– bîr û bawerî û dîroka Îslamê
– agahiyên li ser zanistên fenî
– tendirustî
– bûyerên muhîm yên cîhanî
– edebiyata Kurdî (çîrok, fiqre û ji klasîkên Kurdî helbestên xweş û îrfanî)
– edebiyata cîhanê

Kartonên ku îsal bi salnameyê re têne dayin ji sê hebê cuda pêk tên: Resmê Heskîfê, resmê Şêx Seîd û resmê Bedîuzzeman.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev