
Nivîskarê malpera me yê nû Seyid Kafî Elewî 2 gotarên delal ji malpera me ra nivîsîne. Em beşa pêşin a gotarekê îro çap dikin, beşa duduyan emê sibê çap bikin. Fermo, hûn jî wek karmendên malperê lezetê ji xwendina gotarê bibînin:
MEWLANA EBDULLAH BIDLÎSÎ “REŞIK”
Seyid Kafî ‘Elewî
Bi ismê te xudayê hey ekber
Ewwel bikem ibtidayê defter
Bê ismê te ibtidayê nabe
Bê namê te name nasewabe1
Li dirêjiya mêjûyê da çirayê zanist, huner û edebiyata her netewekê li bin sîwana asayiş û desthilatê, bi taybet desthilatdarên xemxor, geş bûye û rêka pêşdaçona wî netewî li hemû buwaranda ron kiriye.
Kurd, yek ji wan neteweyane ku mixabin heta nihe cuxrafiyaya wan li dirêjiya mêjûyê da meydana şer û pevçonên; leşkerên Impiratoriya Rom û Îranê, bora derbasbûna dînê Islamê û berfirawan bûna wê bo cihanê, kêş mekêşa Sefewiyan û Usmaniyan û nedîtina asayşê û nebûna desthilatdariyek xobixotî û hevgirtî û yek parçe bûye. Eve jî bûye sebeb, wekî tête çaverêkirin pirtûkXana zanist, huner û edebiyata kurdê, ligor pêşda çona cihanê bi giştî û cînaran bi taybetî dewlemend û pirbar nîne.
Ser wê reşa bas lêhatekirin, em dibînin dema ew cuxrafiyaye li hindek dewrên mêjûyê da, dibîte xudanê hindek desthilatdarî yên herêmî û xudanê asayşek berçav û giringî dana desthilatdaran bi zanist, edebiyat û hunerê, em bûne xudanê hindek berhemên giring û pirbar.
Zanist, huner û bi taybet edebiyat di serdemên desthelatdariya Mîrinşînên; Bidlîs, Hekarî, Cizîr û Botan, Amêdî, Erdelan, Baban, Soran û Mukuriyan û… serî hildaye û pêşketinekî berbiçav hebûye û têkçona wan mîrinşînan bûye sebebê paşkevtin û nemana dahênanên nivîskî.
Li Mîrinşîna Bidlîsê, liber hebûna serweriyekî zêdetir ji hemû mîrinşînên diye herêmî û pejirandina wê ji layê desthelatdarên Usmanî û Sefewiyan û xemxoriya desthilatdarên wê mîrinşînê û giringî dana wan bi zana û zanist, huner û edebiyatê û nawendên zanistî, bû sebebê nivîsîn û berhem înana pirtûkên cihê reng û heta vergêrana pirtûkan ji zimanê bîhanî bo ser zimanê kurdî.
Nivîsîn û vergêran du çiqên edebiyata nivîsînkî ne, ku her yek ji wan li cihê xo da giringiyek taybet heye. Nivîser hespê pênûsa xo li meydana zimanê ku lê şarezaye, diterqînît. Lê vergêr dibît, hem suwar çakê meydana zimanê nivîsînê û herwiha li zimanê ku nivîsê divergêrît, bît. Vergêr hewil didet babeta edebî yan zanistiye zimanekî bîhanî bi netew yan hev zimanên xo bidete nasîn.
1 – Du malikên destpêka çêrsta Leylî û Mecnûn, nivîsîna Can Muhemmed Xakî, ku sala 1302 ê k, vehûnaye. Destnivîsa vê çêrstê û çend destnivîsên dîye kilasîkên kurd, hevalê hêja Koroglo Kara asalan dane min
Çêrista Leylî û Mecnûn bi zimanê kurdî, cara yekê bi destê helbestvanekê binavê “Sewadî “ji Farsî bi Kurmancî hatiye vergerandin.
Heta niha Sewadî bi başî nehatiye nasîn û navê wî jî nediyar e. Tenê tişta ku li Sewadî liber destê me ye vergêra nezîma “Leylî û Mecnûn”e ku ew bixo basa sebebê vergêrandina vê çêristê û dem û roj û sala wê diket.
Sewadî li pişka siyê, di 60 malikan da, basa danê salê, wesfa siruştê, meh, pesnê desthelatdarê serdema xo, çawaniya vergêrana vê nezîme yan çêristê, dem, roj û karê xo û sala encam dana vî karî kiriye.
Sewadî wiha dest pê diket û dibêjît:
Rojek ku buhari ‘alem ara
Etles kiribû li baxi sehra …
Xurşîd li xurfeya hemel bû
Meh jî li teraziya xelel bû
Elqise di vê buhari merqûm
Der zil û penahi mîri merhûm
Mîrê ku felek li wî muessif
Zîl ‘iz û ‘ula emîni Yûsif
Heta ku hebû li texti dewlet
Ba ‘edl û sexa û şer’ û sewlet
Alayê hikûmetê qewî bû
Hukmi wî kitabi heq rewî bû …
Sakin li serayekî muneqeş
Dilgîr û mureteb û mufereş
Rûniştibûm ez ji pencerayê
Fikirî me seharî û hewayê
Dagirtme ber xwe ez mitalan
Pamal kirim xem û xiyalan
Nagah mi dî derî guşa bû
Şemsek ji derîve muncela bû
Roja feleka kemali irfan
Begzadeyê ‘alî Ebdullah Xan
Durra qutiya emaret û cah
Şemsa feleka terîqet û rah
Sûret melek û firişte sîret
Bercîsi dili felek behîret
Memdûhi dev û dili ‘erîfan
Serdari newadir û şerîfan
Derrak û hemûl û zûkiyaset
Ba hilm û kemal û ba feraset
Şahîni ‘irûci ewci dewlet
Enqayê semayê zîb û şewket
Mehmûde xisal û xûb efa’l
Şayisteyê pîşgahi iclal
Mensûbi ji dûdmani me’lûm
Sulbiyeyê nefsi mîri merhûm
Ew hat û selam û merheba kir
Pirsa me kir û dilê me şa kir
Rûnişt û bi leb kirim muşeref
Exbar û qises kirin museref
Mebhes vedikir ji her kelamê
Heta ku gihaye vê meramê
Go şe’r û nezîme xoş kelamin
Meqbûli cemî’i xas û ‘amin
Hasil li me kir kemali teklîf
Ilħah û teselutek bi teltîf
Bo xatiri ‘atirê mubaerk
Esla me nebû xilasî carek
Pursîm ji wî muradi meknûn
Go tercumekî ji Leyl û Mecnûn
Mewzûn bikerî ku em bizanîn
Lewra ku bi Farisî nizanîn …
Ligor wan malikên jorî diyare ku helbestvan wesfa danê buharê û siruşta derdora xo diket û dibêjît;
Xurşîd li xurfeya ħemel bû
Meh jî li teraziya xelel bû
Li meha Hemel (burca yêkê ji dazde burcên Hetawî û hemberî Adarê û meha sêyê ya sala zayînî) ku şev û roj ne wek hev in, li serayekî rayêxistî û xoş û dilgîr rûniştiye û kûr di nav fikran da çoye. Li wê demê da kesek tête jor û ligor pesindana helbestvani, ew kesekî xudan qedr û hurmet û desthelatdar e.
Çona Ebdullah Xan (Evdal Xan) bo bal Sewadî, nîşana giringî dana wî desthelatdarî bi, edeb û zanist û kesên zana û edîb û bilîmete. Eva jî reftarekî newazeye Evdal Xan ye. Desthelatdar xo nagirin biçine xizmeta zana û aliman û berevajî, ew gazî wan diken ku biçine dîwan û xizmeta wan û eger encamdana karekê jî ji wan bixazin, emir diken, ne teklîf! Lê Evdal Xan, xudanê wan pesnên ku Sewadî didet, teklîfê li wî diket Leylî û Mecnûnê ku bi Farsî ye, vergêrîte kurmancî ku xelk baştir têbigehin.
Sewadî herwiha dibêjît;
Hîna mi biser ve ibtida kir
Der şehir di halê şehre wakir
Neh roj temam paş newrûz
Menqûş mi kir nigînê pîrûz
Der weqti mudetrisi melik kîş
Yek bîn û yek axiv2 hem yek endîş
Ummani ‘ilim muhîti irfan
Qemqami fezil semayê iz’an
Cibrîl siyer sifet Mesîħa
Rewşen kerê hikmet wezîħa
2 – “Axir” hatiye nivîsîn. Ya rast “Aiv” e. Xudanê nêrînekê, axivtinekê û ramanekê. Eve jî wek dirûşma Zerteşt “Ramana çê, Axivtina çê û Kiryara çê” ye.
Alayê belaxet û celalet
Sultani sulalet û fezalet
Dil lewh û zuban qelem zuħa bal
Yûsif li serîri hikmet û hal
Sewadî roja nehê newrozê, demê ku dersbêjê bîr û bawriyên melikê xudanê “yêk nêrîn, yêk gotin û yêk ramanê, herwiha behra zanînê û uqyanûsa irfanê û Cibirîl reftar û sifet Mesîha, alayê belaxet û şikomendiyê û sultanê bereya serweriyê ye” karê vergêranê destpê diket û ew karê wî jî, li bajêrî deng vedidet.
Sewadî herwisa, basa sala encamdana vê vergêranê û temenê xo diket û dibêjît;
Mexz û dev û lêv û se’yê sinne
Tarîx jî lew ji “Mexz”i sinne …
Yarebb evî nigarê faxir
No baweyê baxi dewrê axir
Mehfûz bikey ji bê fesalan
Sethî û seqîm û bê mitalan
Sewadî dibêjît; Mêjî û dev û lêvên wî salekê xebitîn, ku wê demê tarîx “mexiz” bû. Bi hisaba ebcedî “mexiz” dibîte sala 1047 ê koçî. Herwisa li xudê diparît, ew berhema giran biha “no bawe” berhema nû ya “baxi dewrê axir “, mebest dewrana kalîtiya wî, ji afeta nezanan, bi parêzîtin.
Bona piştrastkirina sal û serdemê vergêrandina vê nezîmê û herwiha peyda kirina sere davekê bo nasîna Sewadî, em naçarin serî li pirtûkên mêjûyî, ku basa desthelatdarên kurd û mîrinşînên Kurdistanê û zana û bilîmetên wê diken, biden. Girîngtirînê wan pirtûkan “Şerfnameya Şerf Xanê Bidlîsî “û pirtûka “Seyahet Nama Ewliya Çelebî “û herwiha pirtûka “Tarîxi Meşahîr Kurd ” ya Baba Merûx Rûhanî (Şîwa) ye.
Nivîserê Şerefname yê ku sala 1005 ê nivîsna wê bi dawî înaye, di fesla çarê da basa bajêr û Kela Bidlîsê û desthelatdarên wê diket û li cihekêda bal dikêşîte ser alim û zanayên wî bajêrî û dibêjît; hertim mirovên jêhatî û zana li wî bajêrîda vêragiheştine. Bidlîs cihê berhevbûna zana, alim û bilîmetan bûye û navê hindek wan rêz diket ku yek ji wan;
– Mewlana Ebdullah navdar bi “Reşik” yanî Melayê Reş; (Mewlana Ebdullah Bidlîsî “Reşik “) dersbêjê medresa Idrîsiye ye û ew jî yek ji zanayên bijareye.
Ewliya Çelebî, dema basa nasandina Bidlîsê diket, dibêjît; “Bidlîs kelehek li wilayeta Kurdistanê ye ku ketiye destê gelek melikan… Niha jî li sala (920) ê ra ku Xanê Bidlîsê pişta xwe bi Selîm
Xanê yekêve girêda, desthelata wê girte destê xo û pişt bi pişt Xanîtiya wê deken û bi fermana şahî di belgenaman da nazinavê (Xanê Payebilind) tête nivîsîn…
Ewliya Çelebî di bergê 4 ê û berperê 93 ê da, basa alim û zanayên Bidlîsê diket û paşê dibêjît; “Dema ez li vî bajêrî bûm (sala 1065 ê berî hêrşkirina ser Bidlîsê û şikiyana Evdal Xan di roja sê şembî 25 ê Remezana sala 1065 ê Koçî 06/05/1034 Hetawî, 28/ 07/1655 zayînî û reviyana wî bo layê eşîra Mukirî), heft helbestvanên xudan dîwan li wê bûn, ku yê herî navdar, Seydayê Binvîse Dîwana Xani bûn… Heta dîwana Xemseye Nizamî jî hebû…
Ewliya Çelebî herwiha dibêjît; Dema ku em mêvanê Evdal Xani bûn, ewî 120 (sed û bîst) pirtûkên giranbiha, ku taybetî melikan bûn, wek; Tefsîrên Qazî, Buxewî, Keşaf, Qamus, Teqwîm Buldan, bi diyarê dane Ibrahîm Paşa.
Ewliya, herwiha di pesnê Ebdal Xani da, basa şareza bûna wî di hizar fenan da diket û dinivîsît; “Bilî şarezabûna di Felsefê û limên Xerîbe û Ecîbe, Kîmya û Sîmiya da, şarezayê Hedîsê Sehîhe ye. Hekîmekî hind lêzane ku kesên wek; Calînûs, Buqrat, Suqratê fîlsof û Fîlos, bal wî nayêne hesabê… Xan ligor dewrana xwe nebiznas, karzan û xûngirekî tam bû… Heta mirovên ku heştê salî bûn û liber bengînî yê jar û lawaz bibûn, dibirine serşokê û wisa derman dikir ku bi ziman nayête pesn dan. Nexoş di sê roja da dibû mirovekî din. Mirovên ku razê ra ketiban û hestiyên wan hûr biban, wisa serhevda tîna ku paş heft rojan dirabûne ser pêyên xwe. Dema suwarî hespê xwe dibû û holanê dikir, te digot qatî Rustemê zeman yan lehengên Îranê ye. Kiryarên wî ligor kitêban bû. Nexaşiyên hespa baş dinasîn (beytarekî tam bû). Nêçîrvanek bê heval bû û gelek teyrên nêçîrê xudan dikirin. Xan di nasîna nexoşiyên wan teyran da Menûçehir bû. Hindek emeliyat dikirin, dimikê wan kurt dikir û baskên şikestiye wan girêddan û dicebirand… Ev Xane gelek jêhatî bû. Hind şareza bû, eger kesekê ku çil sal bû liber ava reş, çavî wî kor ba û dunya nedîtba, Xani ava reş li ser çavên wî dirakir û ewî dikarî carek dî bibiye xudanê bînahiyê. Çavên ku perda sipî serda hatiba, pê şîşikekê, wek perda piyazê dirakir. Di ilmê binasaziyêda gelek şareza bû. Li hunerîn sehafî, resamî û xetatî yê da jî xudan behre bû. Li qesîde gotinê da te digot “Ezmî Zadeyê Haletî” ye. Behra meanî bû û kitêba Erebî digirte destê xwe û bi Farsî dixand. Turkî û Farsî baş dizanî. Devê, şûrên ku ewî çêkiriban, nedivergeriyan…
Kitêbin taybet bi Xan ebdal, yên ku hatine firotin:
– 17 (hevde) bergên taybet û cewahirbend, ku bo milûkan, bi xetê xetatên navdar hatibûne nivîsîn… – 1300 (hizar û sê sed) kitêbên bi nirx ku bi bergekî law hatibûne pêcan û liser kaxezên Xitayî, Dimişqî, Semerqndî hatibûne nivîsîn… – 70 (heftê) lib Tefsîrên Şerîfe… – 1300 (hizar û sê sed) kitêbên Hedîsên Nebewî… – 120 (sed û bîst) berg Şehnama Firdewisî Tusî ku bi xetên teilîq hatibûne nivîsîn… – 1000 (hizar) berg; Pênc Kitêbên Nizamî, dîwanên Hafiz û Urfî. Gulistan û Bûstan, Nêmietullah, dîwana Mela Camî, Serbora Helbestvanan ya Hesen Çelebî, Serbora Letîfî, dîwana Saib, dîwana Baqî, dîwana Nef’î, dîwana Nisarî, dîwana Enwerî, dîwana Xaqanî û gelek kitêbin wek evane hatî neqişandin, ku bi xetên cihê reng hatibûne nivîsîn, hebûn.
– 260 (dused û şêst) parçe berhevokên balkêş, ku her parçeyek, bayî sed qurûşa bû û her yek bi xetekî ciwan hatibû nivîsîn.
Çelebî herwiha basa gelek pirtûkên cur be cure pirtûkxana Xan Evdali diket, ku barê heft hêştiran bûn û erzan firoş kirin, ku yêk ji wan Nezîma Pend Name ya Şêx Etar, vergêra Emîr Çelebî bû….
Ewliya Çelebî herwiha basa nivîsînê Xan Evdali bixo diket û dibêjît:
– 76 (heftê û şeş) berg pirtûkên Xan bixo bûn ku bi Farsî, Erebî û Turkî û 105 (sed û pênc) risalên curbecur, bi Farsî hatibûne nivîsîn. – Herwisa; 200 (du sed) xerîtên kêşayî ye çapa firengê, pirtûkên coxrafiya û heyet û hikmetê hebûn ku mirov bi dîtba wan heyirî dima. Pirtûkên giya û pancarên dermanî û limê şirovekirina endamî bedenê mirova pê resmên ku li ferengê hatibûne çapkirin û 200 (du sed) berhevokên balkêş ku pê qelemî ecemî û ferengî hatibûne nivîsîn û xemilandin ku nexşên wan bi destên kevalkêşîn navdar wek şah qulî, welî Xan, şemsî Xan, malik, erjeng, axa riza, mihemed riza, bêhizad hatibûne kêşan û mirov li dîtina wan têr nedibû…
Sewadî kê ye û ev çêriste kengê vergêraye: Şeref Xanê Bidlîsî sala 1005 ê koçî (1596 ê z) nivîsîna Şerfname yê tewaw kiriye. Ewliya Çelebî sala 1065 ê koçî (1654 ê z) yanî pênce û neh salan paş şerf Xanî derpêça çarê ya Seyahetnama xo nivîsiye û basa Bidlîsê û Ebdal Xani diket.
Şeref Xan basa kela Bidlîsê û desthelatdarên wê diket û dibêjît; vî bajêrîda hertim mirovên jêhatî û zana vêragiheştine. Yêk ji wan Mewlana Ebdullah navdar bi “Reşik” yanî melayê Reş; (Mewlana Ebdullah Bidlîsî “Reşik”) dersbêjê medresa Idrîsiye ye.
Ewliya Çelebî dibêjît; … Niha jî li sala (920) ê ra ku Xanê Bidlîsê pişta xwe bi Selîm Xanê yekêve girêda, desthelata wê girte destê xo û pişt bi pişt Xanîtiya wê deken û bi fermana şahî di belgenaman da naznavê (Xanê Payebilind) tête nivîsîn.
Sewadî pesna Mîrê Merhûm (Şerf Xanê Bidlîsî) û Ebdullah Xan (Ebdal Xan, Evdal Xan) ku ji pişta (sulbiye) wîye, didet. Ev gotina Sewadî nîşan didet ku ewî desthelatdariya Mîrê Merhûm (Şeref Xani) jî dîtiye û niha di serdemê desthilatdariya Ebdullah Xani dijît.
Ewliya Çelebî jî basa heft helbestvanên xudan dîwan li dîwana Ebdal Xani diket, ku yek ji wan “Binivîsê Dîwana Xani” ye.
Sewadî jî di helbestek xo da basa hebûna dîwana helbestên xo diket ku di nav xelkê da bernîyasin û dibêjît;
Bê misal û bê ‘edîlm ger çi bê rexbet zelîlm
Xweş li hale min delîlin beyt û dîwanî di min
Gah bergah eşkerane pur di nêv ‘amê belane
Mislê rojê purr celane xal û nîşanê di min
Milkê Misr û burci keywan baxê cinet cayê rizwan
Ew semaiê mah û seywan text û dîwanê di min
Sewadî jî dibêjît dema ev çêriste vergêrayî dersibêj bûye.
Yekgirtina pesindana Sewadî li Ebdullah Xan û awayê baskirina Ewliya Çelebî li ebdal Xan, diyar diket ku herdu basa kesekê diken, ew jî Evdal Xanê Bidlîsê ye.
Sewadî basa Bidlîsê naket. Lê dibêjît dema karê vergêranê dest pêkirî di “Bajêr” da deng veda û dinav çêristê da dema basa sunetkirina Qeysi diket, işareyî gazî kirina mezinên “Serhedê” didet û dibêjît;
Bavî bi hezar derd û minnet
Îna ku biket ji bo wî sunnet
Ez serhed û Kûfe ta bi Besra
Qasid bi qebîleyan hinêra
Înan wî ekabiri qebîlan
Ji eqiran û misal hem edîlan
Bidlîs jî dikewîte nav sînorên Serhedê, û navenda eşîreta Rojikî ye.
“Sewad” peyvek Erebîye û bi mana “Reşayî”ye û “Sewadî” di kurdî da bi mana “Reşik”e.
Ligor wan agadariyan em dişên bêjin ku “Sewadî “hemen “Mewlana Ebdullah navdar bi Reşik “yanî “Mewlana Ebdullah Bidlîsî “ye ku di serdemê şerfXan da dersibêjê medresa dirîsiye ya bargahê û di serdemê Evdal Xanê Bidlîsî da jî “ders bêj û binivîsê dîwana Xan “bûye.
Herwiha ligor wan malikan “Sewadî”(Mewlana Ebdullah Bidlîsî “Reşik”) roja nehê, paş Newrozê li danê Buharê, yanî roja Duşenbî 14 ê meha Zîlqeideya sala 1047 ê koçî, beranber digel 29 ê Adara sala 1637 ê zayînî û 9 ê Newroza 1017 tawî (14/11/1047k, 09/01/1017h,
29/03/1637 z) li devirana kalîtiya xo da vergêrana Leylî û Mecnûnê destpêdket û paş salekê, tewaw kiriye.
Heta niha vergêrana nezîma “Xusiro û Şîrîn” ya Xanayê Qubadî, bi devoka Hewramî, ku sala 1153 ê koçî (1740 z) ji ber “Xusiro û Şîrîn”ya Nizamî hatiye vergêrandin, wek yekem vergêra kurdî ji zimanê bîhanî dihate nasîn. Lê destkevtina nezîma “Leylî û Mecnûn “û sala vergêrandina wê, nîşan didet ku yekem kesê ku karê vergêrandina helbestê li zimanê bîhanî bo ser zimanê kurdî encam daye Sewadî “Mewlana Ebdullah Bidlîsî navdar bi “Reşik” bûye ku sala 1047 ê koçî (1637 z) li serdemê Ebdal Xanê Bidlîsî, li Bidlîsê hatiye vergêran. Ev vergêre nêzîkî qirnekê dîroka vergêranê bi zimanî kurdî pêş têxît. Ji layekî dinve nîşan didet ku karê vergêrandina pirtûkan ji zimanê bîhanî bi kurdî, hevkate digel di serdemê Şêx Ehmedê Cizîrî û nivîsîna dîwana Cizîrî û Feqî yê Teyran. Vergerandina vê berhemê, dikevîte berî ji dayîk bûna Şêx Ehmedê Xanî. Bi wî awayî em dişên bêjin berî ku Ehmedê Xanî çêrista Mem û Zînê bi kurmancî binivîsît, çêrista Leylî û Mecnûn ji Farsî bo kurdî hatiye vergêran.
Eve jî helbesteke “Sewadî “ye
“Ey felek dîsa te kul kir derd û êşanê di min
Mislê bulbul meylê gul kir zar û efxanê di min
Şerbeta lefiz û kelaman her di nêva tas û caman
Dane cumle xas û aman cam û fincanê di min
Enber û bîna bixûrî meşela sîna û turî
Menbeia ava tehûrî tê ji zozanê di min
Sunbul û rêhan bicoşin subih û gavan purr xuroşin
Etles û dîba dipoşin bax û bustanê di min
Saqiya ava heyatî Şems wech leb nebatî
Ey dilo carek nehatî hur û xilmanê di min
Helqeyê zulif diyarî girtî ji bayê buharî
Şubhetî tava tebarî çêbû dermanê di min
Helqeyê jengî û xalan wan ji min dil bir bi talan
Şubhetî bayê buharan sebr û samanê di min
Bê misal û bê edîlim ger çi bê rexbet zelîlim
Xweş li halê min delîlin beyt û dîwanê di min
Gah ber gah eşkera ne purr di nêv amê belane
Mislê rojê purr celane xal û nîşanê di min
Milkê misr û burc û keywan baxê cinet cayê rizwan
Ew semayê mah û seywan text û dîwanê di min
Ey dilo dildar yaran enber û zerîn guharan
Kirne nexma qed çinaran dax û guvanê di min
Kuviya birqei di berda sunbul û rîşî biser da
Lê ji derdê min xeberda ah û efxanê di min
Ew eqîq û durr û gewher incî û elmas û cewher
Hulle û yaqût ehmer tê ji sîwanê di min
Kûh û sehra kesk û alin çîçek û rêhan bixal in
Ey dilo rabe mecal in geşt û seyranê di min
Ey Sewadî bes bibêje qisseya işqê birêje
Berf û baran dirrêje ebri nîsanê di min”.
Riataza