Sertêkoşerê Kurdistana Sor

Sertêkoşerê Kurdistana Sor

Bêwar Barî Teyfûrî

Mehmedê Siloyê BAVA (bi fermî: Babayêv Mamêd Sulêymanovîç) wek kesayetek dîrokî navê wî derbazî dîrokê bûye. Sertêkoşerê ji nûva dasekinandina Kurdistana Sor, avakar û serokê rêxistina «Yekbûn» ê, pêşengê kurdên Yekîtîya Sovyêtê a berê M.S.BAVA weha tê pejirandin û nirxandinê.

Babayêv Mamêd Sulêymanovîç di 20 ê cotmehê sala 1920 an de li gundê Araratê li Ermenîstanê ji dayik bûye.

Ji salên 1940-1950 î ji bo parastina mafê gelê xwe ên sîyasî, cîvakî, aborî, çandî M.S.B. destbi têkoşînê dike.

Dema Yekîtîya Sovetê de kesî culet nedikir ji netewetîyê behs bike, ewî destpêkê de tik û tenha berê xwe dabû dewletê, name rêber û serokên dewletê re dişand (N. Xûrûşov, L.Brêjnîyêv, Y.Andropov, M.Gorbaçov, Y.Prîmakov, S.A.Tovmasîyan – serokkomarê Ermenîstanê, A.Elçîbay, A.Mutalîbov, X.Vazîrov, G.Alîyêv – serokkomarên Azerbaycanê……) û hevdîtin pêk dihatin. Ewî bi îsrar hîvî û daxwaz dikir ku sebebên rûxandin a Kurdistana SOR û nefîkirina kurdan (1937-1944) werên zelal kirin, Kurdistana Sor jî ji nûva were ava kirin.

Kurdistana Sor a ku 1923-an de li ser erdnîgarîya Kurdistana kevnar û dîrokî de hatibû damezirandin û di sala 1929-an de bê sebeb tê rûxandin. Di sala 1937-a kurdê Kafkazîyayê bi fermana Stalîn bê sebeb, bê qanûn nava 24 seetan de li bin şert û mercên giran û dijwar de surgunî Asîya Navîn û Qazaxistanê dikin. Li ser 14 herêm û 110 nehîyan gund-gund, malbet-malbet parevedikin. Mebest helandina cîvaka kurd bûye. Ev bûyera qirêj mora xwe li çarenûsa M.S.BAVA jî dixe (16-17 salî bûye).

Ji bo ku kurd mafên xwe ên hindabûyî û pêpeskirî dest bînin bizava M.S.Bava di salên 1989-90 î de li paytext bajarê Moskvaê da meşa derbaz dikin. Di dîroka kurd û Kurdistanê de yekemîn car bû ku kurdê Sovyêtê meşê da bangî dewletê dikirin, dewa dasekinandina mafê xwe dikirin û bi serwêrtîya BABAYÊV daxwaza ji nûva avakirina Kurdistana Sor dikin. Di vê meşê da bi hewla Babayêv ji 9 komaran ên Yekîtîya Sovyêtê 2000an zêdetir kurd beşdar dibin. Dewlet soz dide ku daxwaza kurda bîne cî. Lê desthilatdarên Yekîtîya Sovyêtê agahdar dibin ku di navbera hin rewşenbîrên kurda de neqayîlbûn heye. Nîvî bi rêbertîya Babayêv ji bo ji nûva avakirina Kurdistana Sor îsrar dikin, çend rewşenbîr jî hevdu digirin û nama dewletê re dişînin ku Kurdistana SOR naxwazin. Rayedarê dewletê kurda ra radigihînin ku kengê kurd bi giştî bi yek biryar bin, wî çaxî ewê daxwaza wan çareserkin. Weha kurd hevdu ra ziman nikarin bivînin, hemberî hevdu radiwestin. Lê mixabin dem dibuhure. Di sala 1991 a de Yekîtîya Sovyetan hilweşîya, di erdnîgarîya Sovyetê da dewletên nû ên serbixwe pêjda hatin. Bi vî awayî ev armanc û nêta Kurdistana Sor nehat sêrî. Belkî jî tewanbarê vê ew çend rewşenbîrên kurd bûn kijan ku bibûn asteng, pêşerojê da dirokê vê helwest û aspêktê aşkere û zelal bike. Dîrokê de tu tişt veşartî namîne. Her buyer tê xuya kirin û nirxandinê….

Di şer û dagirkeriyê de rastî û mirovatî tê kuştin, edalet tê vemirandin..

Di 1992-1993 de tevî Qerebaxa Çîya Kurdistana Sor jî tê dagir kirin. Mijara Kurdistan a Sor jî hêdî-hêdî mînanî dewleta kurd a Şeddadîya derbazî arşîva dîrokê dibe.

Pey Babayêv re kesî culet nekir ew êstafêta ku wî hildabû heya dawîyê hilbigire.

Babayêv di sala 1946-an de li Mehabadê serok û mêrxasên kurda ra Qazî Mehemed, M.M.Berzanî re hevdîtina pêk tîne. Di avakirina Komara MEHABAD ê de pir hindik rola wî jî heye (pirtûk: Mehebad kurt Cumhurîyetî, 1946, WILLIAM EAGLETON, Turkcesî Mehemet Emîn Bozarslan, 1976 Îstanbûl).

Babayêv bi bandora Q.Mehemed û M.M.Berzanî de wek kesayet û rêberekî kurd têdigêhije.

Ku M.Barzanî tê Sovyêtê (1947-1958) dema ku Ermenîstanê nava kurda de digere wedekî mala Mehmedê Siloyê Bava de dimîne. Babayêv bi Serokê kurdan M.M.Barzanî ra diçe cem serokkomarê Ermenîstanê S.A.Tovmasyan. Serok M.M.Barzanî ji wî hîvî dike ku jê ra soz bide wekî salê 10-15 law û keçên kurd bê îmtîhan zanîngehan da werin qebûlkirin. S.A.Tovmasyan gilî dide û sozê xwe pêk tîne. Bi daxwaz û tekîda M.M.Barzanî Babayêv sazî û rayedarên dewletê ra nama dişîne û hîvî dike ku sebebê nefîkirina kurda agah kin. Bersîv nastîne lê tên jê ra dibêjin careke din karê weha ra mijûl nebe. Babayêv li mala xwe de Gênêralê kurd M.M.Barzanî re soz dide ku yê heya dawîya emrê xwe ji bo mafê gelê xwe, ji bo rastîyê yê berxwedanê bike. Berxedaneka weha ne hêsa bû, gelek cara mala wî digerin, tu zext, zor, astengî, bandor, xeberdartî, dijwarî nikarin wî bidin rawestandin, gellek cara rayedarên dewletê jê ra radigihînin ku dest ji kurdayetîyê berde, lê ew vî karê pîroz bi bawerî heya dawîya emrê xwe berdewam dike.

Pêşengê kurd Babayêv him jî zanyar bû, li ser beşa malhebûna gundîtîyê doktorê zanyarîyê bû. Ji bo xebata baş çend cara bi xelat û mêdalên tewrebilind ve tê xelatkirin. Hertim xebatê bilind de kar kirîye (Ermenîstan û Azerbaycan). Ew mirovekî xêrxwez û întêrnesîonal bûye. Ewî hertim digot: «Pêwîste mirov kêrî hevdu were, mirovan ra alîkar û xizmetkar be». Ew hertim bi gelê xwe re girêdayî bû, nav gel da digerya, civîn derbaz dikirin, ji kurd û Kurdistanê gilî vedikir. Cîwana ra şa dibû, ji me ra digot: «Netewa xwe hes bikin, qedirê mirova bigirin, şerm nekin bi zimanê xwe –bi kurdî biaxifin, pêşerojê hunê gel temsîl bikin, bixûnin, zanebin û gelê xwe nas bikin. Em miletekî mêrxas û dîrokî ne». Ewî hertim şîret dida cîwana, bicûka ra bicûk, mezina ra mezin bû, mirovekî gellekî bi sebr û bi hemd bû, tu wext ji xwe dernediket, heya dawîye her kes dibihîst, tu wext ser mirovan de hêrs nedibû. Mirovekî pir xwedênas û zanebû, dixwast her kes bi zane be, serbest û baş bijî. Heyîn û hebûna wî,nefesa wî kurd û Kurdistan bû, bi ruhê xwe va gel ra girêdayî bû. Ji eskerekî artêşa Yekîtîya Sovyêtê heya lîdêrekî gel têgêhîşt.

Pêşeng û xêrxwezê gelê kurd Babayêv di 29-ê dêkabrê sala 2011-de li serbajarê komara Azerbaycanê li Bakûyê çûye li ser dilovanîya xwe. Ku tê defn kirin akadêmîk, zanyarê kurd ê navdar birêz Knyaz Mîrzoyêv (Knyazê Îbrahîm – mamoste ê min hêja) li ser gora wî him bi zimanê azerbaycanî, him jî bi kurdî diaxife, ramana xwe weha tîne ziman: «Îro em di şexsê Mehmedê Siloyê Bava de miroveki bê hempa, lêgendar (efsanewî), çalakvanekî azayê, mirovekî maqûl, şareza, xizmetkarekî mirovahîyê verê dikin dunya heq. Ew gelê xwe ra, her kesî ra sembol, mînak bû. Jîyana xwe çarenûsa netewa xwe ra girê dabû. Heya dawîyê gelê xwe ra kar û xizmet kir. Ez bi şanazî dîyar dikim wek kesayetek têgêhîştina min da bandorekî girîng û balkêş a Mehmedê Siloyê BAVA li ser min heye. Ew mêrxasekî mirovahîyê, azayê bû, dîroka wî gelê wî bû. Her kes hewil dide ku bişibe Babayêv. Ji mirovahîyê ku em difikirin ew tê bîra me. Dereqa wîda kilam hatine sêwirandinê. *Ya ku te kir kesî nekir Mehmedê Siloyê BAVA*. Ew him jî sembola dostanîyê bû, dostî û biratîya gelan dixwast. Em gellek tişt ji wî hînbûn. Hesreta yekbûnê, azaya gel û welêt di dilê wîda ma. Navê wî bi tîpên zêrîn va di dîroka welêt de yê bê nivîsarê. Wî nifşek hîşt çû, nifşên hatî yê rêça wîda bimeşin… Ew hêjayî nirxandinêye».

Pey K.Îbrahîm re sernîvîsar (redaktor) û xwedanê rojnama «Dîplomat» ê rojnemavan Taharê Sulêyman weha diaxife: «Mirov çi ku dibîne pêwîste wê jî bêje. Ez 1988-ê salê li Kazakistanê bûm xeber hat ku Mehmedê Siloyê Bava bangî kurda kirîye ku li bajarê Moskvayê beştarî meşê bin. Cara ewlîn min ew li Moskvayê di meşê da dît. Bi hezaran va mirov berav bibûn meşê bi coşeke mezin û bi hestek usa ji kurd û Kurdistanê axifî, hundirê mirovada hestên waletparêzîyê û kurdayetîyê pêşda dihat. Gellek mirovan qe nizanbûn kurd û Kurdistan çiye. Welatparêzî û kurdayetîyê ji wî hînbûn. Geleka ew naskirinê şûnda dibûne welatparêz. Ewî pir ked da gelê xwe, emekê wî pire, piştgirî û alîkarîya her kesî dikir. Hewil dida gelê wî hertim pêşda here, em tu wext wî ji bîr nakin . MIROV HEYE JI MALÊ DIÇE, MIROV JÎ HEYE JI ÊLÊ DIÇE. Mehmedê Siloyê Bava ji elê çû…».

Navê M.S.Bava ji bo kurdên Yekîtîya Sovyetê bibû sembola berxwedana kurdayetî û walatparêzîyê, kurd hemû bi wîra şadibûn û bawer dikirin, ew wek xayî xwedan û parestvanekî netew ditîtin.

Belê, beşek ji kurdên Sovyêtê welatparêzîyê, kurdayetîyê, biratîyê, dostanîyê, rûmetê, serbestîyê, dîrokê, berxwedanê, jîyanê ji Babayêv hîndibûn. Emel û kirinên mirovan ên qenc mirova hertim zindî û jîndar dike. Mirov gorî keda xwe a menewî dijîn.

Mirovên bextewar û dahî-berz ew kesin ku bi emelên xweva qelbê mirovanda diêwirin û têne bîranînê.

Navê Mehmedê Siloyê Bava wek sertêkoşerê ji nûva avakirina Kurdistana SOR, pêşeng û rêberekî kurdên Yekîtîya Sovyêtê di dîroka kurd û Kurdistanê de bi tîpên zêrînva yê bê mor kirin. Kesayyetên wek Babayêv nemirin.

5 sale ew di nava meda nîne, lê ji bo me bûye dibistana berxwedanê, dîrokek bi şeref. Ji bo gelê kurd Babayêv hertim zindîye. BER RUHÊ WÎ em serê xwe ditewînin. Bi navê Mehmedê Siloyê Bava – BABAYÊV em hertim firnax û serbilindin. Dereq Babayêv gelek gotar, hevpeyvîn, pirtûk hatîye nîvsarê («Doroga jîznî» G.Xadjîsûlêyman) û kilam hatîye sêwirandinê (Mecîdê S.) û helbest hatine nivîsarê.

Serok nasname, emanet, şeref û remza sîyaneta cîvak û gelanin.

R Ê B E R

Bêwar Barî Teyfûrî

Rewayî serokê avakarê rêxistina “Yekbûn“-ê Mehmedê Siloyê Bava dikim

Ey gelê bindest û gelê kevnar,
Îro ji me çû mêrxasê navdar.
Mêrxasê weha sed sala carek,
Têne dunyayê divine rewnek.
Ew dunya mera bû serok, rêber,
Ji xewê rakir gelê penaber.
Rêya me tarî ewî kir ronî,
Ji mera bê şik wî yekbûn anî.
Nav meda reşand walatparêzî,
Bo welatê sor kir hewar, gazî.
Ew jî çû rêça Berzanî, Qazî.
Hertim mera xwest wî serfirazî.
Xwe da pêşîya lawê kurdada,
Bo azaya gel wî gellek ked da.
Cara yekemîn çawa qehreman,
Mafê gelê xwe wî anî ziman.
Kurdê Sovyêtê ewî kire yek,
Ji mera xwest wî pêşerojek.
Tim gelê xwera dikir îtaet,
Hewl da çêke mera seltenet.
Xastekên wî bûn daxwaz û armanc,
Lê pêşerojê em bikin qazanc.
Resena mera rêber rê vekir,
Beqî hewla wî kurda xwe naskir.
Hebûna me bi navê wî jî,
Çiqas gel heye ewê jî bijî.
Mehmedê Silo, Siloyê Bava,
Navekî eyan nava kurdada.
Karê wî hertim têne pêş çava,
Ça rêber, serok gelra bû rewa.
Cara yekemîn dîroka meda,
Wî milet komkir li nava qada.
Berê xwe dida wî hertim patşa,
Pêş milet diçû tim li meşada.
Dijî rêjîmê wî milet rakir,
Yekbûna me weha ava kir.
Li dîrokê xist bi bawerî mor,
Bo damezrîne Kurdistana Sor.
Kurdara azadî wî dikir daxwaz,
Digot: şerme, kurd najîn serfînaz.
Hela cahaltî nozde,bîst salî,
Wî soz dabû Qazî, Berzanî.
Miletê xwera bike xizmetê,
Ku dera bikin mera rûmetê.
Dîrok nivîsî dîroka tarî,
Faktên veşartî a kurdên arî.
Dîroka kurda wî kire ronî,
Rêya azayê wî mera danî.
Wî xizmet kir hetanî dawî,
Xerîbistanê lê serî danî.
Mixabin nedît Kurdistan Azad,
Lê gellek kar kir em bijîn dilşad.
Emir feda kir bo nîştimanê,
Ji bona kurdên Sovêtistanê.
Nêtên wî mera dîlek û armanc,
Dîroka mera navê wî bû tac.
Ew bû rêberê gelê xwe birêz,
Ji kirinên wî em distînin hêz.
Gernasê weha pêkrewanin,
Dîroka gelda tim zindîvanin.
Serokê xwera bi dil me soz da,
Emê bimeşin di rêça wîda…
Mirin heye jîyane,
Jîyan heye mirine.
Mirina rêberê me,
Ji bo dîroka me,
Ji bo cîhana me,
Ji bo pêşeroja me,
Jîyane,
Jîyan,
Jîyan…

 

SEROKÊ MIN

Ji bo ku ez bijîm

Hatim cîhanê.

Lê heya raperîna te

Jîyan ji bo min

Bibû xeyal

Armanc

Cîhan ji bo min kiribûn qefes

Vemirandîbû çarenûsa min

Temirandîbû pêşeroja min

Hetimandîbû hebûna min

Tirsandîbû ramana min

Bi çûk mabû resena min

Cilmisîbû gîyana min.

Ramana te

Serhildana te

Bû hewildana

Berxwedana min

Ramanên te mewicandin gîyana min

Zindîtî hat ruhê min

Ê vemirandî.

Raperîna te bû

Vejîna heyîn û resena min.

Navê te nefesa min

Cesaret da jîyana min

Vegerîyam jîyanê.

Berxwedana te

Vemirand kujerê resena min

Temirand xûndarê heyîna min

Tu bûyî wetaya jîyana min

Tuyî dîroka qedera min.

 

Jî bo ku ez bijîm

Tu hatî cîhanê

Serokê min.

 

BÊWAR BARÎ TEYFÛRÎ

Miletê bê al nabe xwedan mal,

Barkaş nezane, dijî ça hembal. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

Şirovekirin hatine girtin.