Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Memê û Eyşê

Memê û Eyşê

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina xwe berdewam dikin. Berhema 72an me ji pirtûka Hecîyê Cindî ya bi sernavê “Destan û sitiranên kurdan yên êpîkîyê” hildaye, ku sala 1962an li Moskvayê bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va ji alîyê “Weşanxaneya Edebîyeta Rohilatê” hatîye çapkirin. Em berhema bi sernavê  “Memê û Eyşê” raberî we dikin.

Amadekirina têkstan, pêşgotin û şirovekirin di pirtûkê da yên Hecîyê Cindî ne.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 72

Dê go: “Memê ye, ha Memê ye,

Memê kurê pîredê ye,

Kes lê nake silavê ye.

Temam bû bîst salên Memê ye,

Hat zewaca Memê ye.

Ezê bikim dewatê ye,

şayî bikeve êlê ye“.

„Dayê, herke wextê min zewacê ye,

Herke îzina min gotinê ye,

Qîz tune xênji Zerî Eyşê ye,

Esilê malbavê wê esilê çê ye,

Tu lê neke qet fikirê ye,

Te ra kêr tê, ew berdestî ye.

Dayê, min xewna mirazan dîye,

Mirazê min û Eyşê hev bîye,

Zerî Eyşê te ra bûbû bermalî ye”.

Dê kirîye, lezandîye,

Der va gazî gedan kirîye,

Yeko-yeko şîret kirîye:

„Kuro, zû kin, zû lezê ye,

Gazî kin mezinê êlê ye,

Bira bên mala pîredê ye,

Wextê Memê zewacê ye“.

Gedan kirîye, lezandîye,

Xwe mezinan ra gîhandîye,

Yeko-yeko gilî kirîye.

Ew hatin mala pîredê ye,

Lê kirin silava eşîrê ye:

”Xwedê bike ya xêrê ye”.

Go: ”Wextê zewaca Memê ye;

Dilê Memê Zerî Eyşê ye.

Zerî Eyşê ji esilê çê ye,

Malbavê wê ji torinê ye.

Herin malbavê kin silavê ye,

Bixwezin destê qîzê ye.

Herke qîz nedan Memê ye,

Bêjin: “Boy xatirê Xwedê ye,

Hûnê nekin vê yekê ye,

Eva ne yeke çê ye,

Memê kurê pîrê bi tenê ye”.

Ewan çûne malbavê Eyşê ye,

Girtin destê Eyşê ye,

Xêlî girê dan serê wê ye,

Gustîla nîşanê kirin tilîyê ye.

Bîst û pênc pez qelenê wê ye,

Qeme para birê ye,

Çux para xalê ye,

Enterî para dê ye,

Apincî para bavê ye,

Noginek dermalîya wê ye,

Cî-nivîn cihêzê wê ye,

Çek-rihal û navmalî lê zêde ye.

Cab gihîşte pîredê ye:

“Memê ra xwestin Zerî Eyşê ye,

Zû bike karê dewatê ye!”.

Ji şabûna pîrê ling neda erdê ye,

Nehişt bixun şîrinayê bûkê ye,

Topayî şand nav êlê ye,

Xwendî bêne dewatê ye,

Dewat dewata Memê ye.

şekir şand para axê ye,

Araq şand para xelqê ye,

Kevçî para xelqê êlê ye,

Gore para xorta ye,

Neynik para qîza ye,

Sabûn para bûka ye,

Dilê kesî nemaye.

Hat sewta def û zurnê ye,

Siyaran da cirîdê ye,

Hev ra ketine qoşê ye,

Hev ra ketine eynatê ye,

Direvînin belgîyê bûkê ye.

Kê zû bîne malê ye,

Xwey nav dibe nav êlê ye,

Distîne pêşkêşê ye,

Nav bela dibe rû dinê ye.

Elam kirine Wetê ye:

“Siyaran anî bûka te ye”.

şayî kete Wetê ye,

Bûk peya kir li hewşê ye,

Bir alîyê malê jorê ye,

Kir ber çît û perdê ye.

Sê rojan dewat kişandîye,

Roja çaran xilaz bûye.

Xwendîyan xwar nanê wê ye,

Topayî ser nan avîtîye,

Qasî qelen, go, girtîye.

Xwendî çûne mala xwe ye,

Memê bû xweyê malê ye,

Eyşê bû kevanîya malê ye,

Wetê xêr dî ji bûkê ye,

Rihet bû ji xebatê ye.

Diçin rojên Xwedê ye,

Yek yekê nake xeyîdê ye,

Dê razî ye ji bûkê ye,

Eyşê razî ye ji felekê ye.

Hat fermana Romê ye,

Memê dibin eskerîyê ye,

Jin dimînin ber malê ye.

Rom nebîne tu xêrê ye,

Xêrê nade serê eşîrê ye,

Mal mane bêserwêrî ye.

Heft salan Memê maye welatê xerîbîyê ye,

Li germistanê, welatê şamê ye,

Kirîye zabitîya padişê ye;

Go, zabitî nîne, hêsîrî ye,

Memê jê kesirîye,

Her ro dê û Eyşê bîr anîye.

Eyşê dike şuxulê dê ye,

Pey Wetê ra bû kevanîya malê ye.

Pîrê dibê: “Esilê bûka mine çê ye”.

Bihar hatibû, axlêve ye,

Wextê derketina êlê ye,

Berfa serê çiyan helîyaye,

Ava cewan wê şêlû ye,

Eyşê diya Memê ra bermalî ye.

Havîn hat li germê ye,

Eyşê helal di mal da maye,

Çevnihêrîya Memê ye.

Dê dikişîne xemê ye,

Digirî seba Memê ye,

Çevan tijî xûn bûye.

Payîz hatîye li sermê ye,

Êl vegerîya ji zomê ye,

Eyşê hîvîya Memê maye.

Zivistan hatîye li surê ye,

Pîrê pepûk di mal da maye,

Derdê dilê wê Memê ye.

Sal tê pey salê ye,

Temam dibin heft salên Memê ye,

Eyşê kaxezek nivîsîye,

Ser padişa da şandîye:

“Dua dikim ji padişê Romê ye,

Boy xatirê Xwedê te ye,

Tuyê bidî îzina Memê ye,

Bira nesekine, zû bê ye,

Mal maye bêxweyî ye,

Bûye nalîna pîredê ye,

Dikişîne derdê Memê ye.

Eyşê ji kerba nikare bike şuxulê malê ye,

Memê berde bira bê ye,

Eva heft salên Memê ye,

Çûye welatê şamê ye,

Me çav li hatina Memê ye”.

Kaxez gihîşte Memê ye,

Memê bir da padişê Romê ye,

Padişê da destûra Memê ye.

Memê ji tewlê kişand Delû-Leylê ye,

Zînê erebî da ser piştê ye,

Qûş û ber lê şidandîye,

Lingê xwe avîte rikêfê ye,

Dua kir ji Xwedê ye,

Banz da ser pişta Delû-Leylê ye,

Berê xwe da alîyê malê ye;

Qonaxa sê mehan kir ya roj-danekê ye.

Bû şev, tarîya şevê ye,

Memê siyarê hespa çê ye,

Xwe digihîne mala dê ye.

Zerî Eyşê derket hewşê ye,

Dî siyarekî ji dûr va tê ye,

Go: “Eva siyarê hespê şamê ye,

Ezê herim li pêşîyê ye,

Jê bikim pirsa Memê ye”.

Memê ajot ber malê ye,

Go: “Eva qonaxa siyarê Delû-Leylê ye”.

Eyşê pirs kir, go: “Ew kî ye,

Vê şevê ji ku tê ye?”.

Go: “Mêvan heye, mêvanê Xwedê ye,

Bigir dizgîna hespê ye,

Bikişîne tewlê ye,

Ezê bêjim ew kî ye, ji ku tê ye”.

Go: “Mêvano, hatina te xêrê ye,

Kerem bike li malê ye,

Here alîyê oda pîredê ye.

Herke tu siyar î,

Bira hespa te bikişîne tewlê ye;

Herke tu birçî yî,

Ji te ra bîne êmekê ye;

Herke tu westîya yî,

Te ra bavêje orxan-doşekê ye,

Razê heta berbanga sibê ye,

Bira bibe teseqida Memê ye”.

Go: “Ez ne siyarê xerîbê me,

Ez Memê me, Memê me,

Lawê pîredê me,

Zevayê heft meha me,

Xerîbê heft sala me,

Li welatê şamê mame.

Hat karvanê Kêşê ye,

Kaxez anî ji Eyşê ye:

“Bira Memê nesekine, bê ye”.

Go: “Min kaxez şandî dû Memê ye,

Lava kirî ji padişê Romê ye:

Îzinê bide bira Memê bê ye”.

Eyşê kaxez şandî dû Memê ye:

“Salan, mehan nesekine,

Fesadên gundê me gelek hene,

Ewe kurên xelqê ne,

Çavî xirab li Eyşê ne,

Bê qedir paşda çûne,

Zarê xirab li hev dane,

Xeber didin ji qîrê ye,

Erdê xin navê Memê ye,

Xelqê bidin şermê ye”.

“Ez Memê me, Memê me,

Siyarê Delû-Leylê me,

Kilê çavên Eyşê me,

Sitirîya çavên xelqê me,

Li ber derê qesirê me”.

Zerî Eyşê Delû-Leylê kişand tewlê ye,

Vegerîya, dest Memê girt, bir heremê ye.

Memê kir pirsa pîredê ye,

Zerî Eyşê gote Memê ye:

“Çavên pîredê dêşin ji girînê ye,

Ji derdê Memê pepûk bûye,

Heft salan bê xew maye,

Her îro sê roj e ketîye xewê ye”.

Go: “Here mizgînîyê bide pîredê ye,

Ez lê bikim silavê ye,

Bira şayî bikeve dilê wê ye”.

Eyşê go: “Memê, ez qurban,

Dê meke tu silavê ye,

Dayka te gune ye,

Rameke ji xewa şevê ye.

Ezê sibê rabim berbanga sibê ye,

Jê ra bibim mizgînê ye,

Boy hatina Memê ye,

Bira şayî bikeve dilê pîrê ye”.

Memê û Eyşê ketin nava cî ye,

Ji xwa ra kirin kêf û henekê ye:

Memê şa bû bi memikên Eyşê ye,

Eyşê şa bû bi bedena Memê ye,

Memê şa bû bi gulîyên Eyşê ye,

Eyşê şa bû bi çav û birûyên Memê ye,

Memê şa bû bi gerdena Eyşê ye,

Eyşê şa bû di hemêza Memê ye,

Memê ramûsa dev û lêvên Eyşê ye,

Tevizî di canê Eyşê da çûye,

Memê av vexwar li sîng û berê Eyşê ye,

Avê serê Memê gêj kirîye,

Memê cî bi cî xew ra çûye;

Eyşê dest bin serê Memê ra kirîye,

Bi xewa şîrin xew ra çûye.

Hat steyra sibê ye,

Pîrê rabû ji xewê ye,

Çû ber bi tewlê ye,

Bike nimêja sibê ye,

Bû firîna hespê Memê ye.

Go: “Mêvan mêvanê Xwedê ye,

Eva hespê xerîbê çolê ye,

Eyşê elam nekirî pîredê ye”.

Vegerîya ber bi malê ye,

Çû alîyê odê ye,

Ode vala, kes tune tê ye.

Xof kete dilê wê ye,

Çû alîyê herema Eyşê ye,

Dî xortekî di nav cîyê wê ye,

Çavî kor be, nizane Memê ye,

Kir kumreşîya jinê ye,

Go: “Qeda be esilê jinê ye,

Eyşê dû Memê ra zenda karbar daye

Ber serê xelqê ye”.

Dest avîte demançê ye,

Go: “Tirsa min tê ji wê tirsê ye,

Dengê demançê bela be rû dinê ye,

Xelqê pê bihese, ser me da bê ye,

Eva xirab e seba navê Memê ye”.

Destê xwa avît rimê ye,

Go: “Xwedê bibire qewata jinê ye,

Nayê kêrî vê rojê ye”.

Dest avîte soranîya Memê ye,

Soranî ne ya qewata jinê ye.

Soranî da ser kevçika dilê Memê ye,

Xwe jor da davêje ser soranîyê ye.

Nalîn dikeve Memê ye,

Eyşê hişyar dibe ji xewê ye,

Kir qîrînî: “Ew Memê ye, Memê ye!”,

Dayê, tu di çevanî kor bî,

Destanî şikestî bî,

Zarî lal bî,

Eva Memê ye, ha Memê ye”.

Soranî ji pişta Memê ra,

Ji orxan û doşekan ra

Sê tilîyan avîtîye rû erdê ye,

Teze pîredê pê hesîya ew Memê ye,

Go: “Eyşê, lawo, ez çevanî kor bim,

Destanî şikestî bim,

Zarî lal bim.

Navê tejîya Memê min Tewar e,

Min gerandîye war bi war e,

Felek min ra bû neyar e,

Dayîk gura çiyan be, lawo!

Navê tejîya Memê min Çîlê ye,

Selefê nêçîrvanan diçe-tê ye,

Kuştina Memê bi destê dê ye,

Dayîk gura çiyan be, lawo!

Memê min bi soranîyê birîndar e,

Cabê bişînin mala xal e,

Wetê Memê kuştîye,

Cil û palas li xwe kirîye,

Çolê digere war bi war e,

Dayîk gura çiyan be, lawo!

Rênga Helebê bi zebeş e,

Wê da tê siyarê guleş e,

Memêyê min siyarê bozê serxweş e,

Diya te ji herdu dinya rûreş e,

Dayîk gura çiyan be, lawo!

şam-Helebê devê rê ye,

Serê min qurban be,

Memê hespekî zirav siyar e, pê da tê ye,

Kê zanibû, Memê kuştîyê destê dê ye,

Dayîk gura çiyan be, lawo!

Min kuştîye kurê xwe Memê ye,

Kesek tune di hewar da bê ye;

Min bidin ber xencerê ye,

Dayîk gura çiyan be, lawo!

Ew bû ji emirê Xwedê ye,

Jor da postê gura ketîye,

Wetê tê da hilatîye,

Bûye gurê serê çiya ye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Mîroyê Qanat

    Seheta we xweş mamosta Temûr. Her carê çiqas behsa destana Memê û Eyşê tê ser ziman, yan jî miqama wê bi meyê ledidim, hemû caran çavê min hêsir dibin. Ilahî çaxê bi meyê evê miqamê ledidim bê hesir û girî min qet lê ne daye, dibin xulexula hêsira. Gotina Memê û Eyşê bese, ku çavê min hêsir bin. Naha vê deqê jî behsa wan bi hêsir dinivîsim. Mamoste, gelo çıra usa ser vê destanê dina’lim, me’ne û şirova wê çîye? Yan belkî ez tenê diltenikim?

Şirovekirin hatine girtin.