Zêbarî: PKKê nehişt kurdên êzidî bên rizgar kirin!

Zêbarî: PKKê nehişt kurdên êzidî bên rizgar kirin!

Hewlêr (Rûdaw) – Sererkanê berî yê Artêşa Iraqê Babekîr Zêbarî diyar kir, dema çekdarên DAIŞê êrîşî Şingalê kirin komîsyoneke leşkerî yê Amerîkayê hatine Çiyayê Şingalê da ku xelkê gundê Koço rizgar bikin lê gerîlayên PKKê rê nedane wan.

Babekîr Zêbarî di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re got; “Ez dixwazim agahiyeke pir giring bidim; Dema DAIŞê êrîşî Şingalê kir, ez çûme gel amerîkiyan û min bo wan got çareseriyekê ji bo gundê Koço peyda bikin. Ji ber ku 4 hezar kes di wî gundî de ye û hê jî neketiye destê DAIŞê. Wan jî got em dikarin li ser daxwaza Qaymiqamê Şingalê Mehma Xelîl, pêgehên DAIŞê yên li derdora gund bombebaran bikin. Eger em bombebaranê bikin dê DAIŞî neçar bimînin xwe vekişin û bi vî awayî em ê xelkê gund ji gund derbixin.”

Zêbarî da zanîn, ku piştî vê biryarê ji bo amadekirina plan û çavdêrîkirinê ew çûne Çiyayê Şingalê û wiha berdewam kir:

“Leşkerên amerîkî bi du helîkopteran hatine ser Çiyayê Şingalê. Li wir dê plana rizgarkirina xelkê Koçoyê bihata amadekirin. Lê şervanên PKK hatibûne wê derê û ala xwe bilind kiribûn. Wan nehiştin komîsyona amerîkî herin wî aliyê û ew dabûne ber keviran. Paşî ew komîsyon vegeriyane gel me û gotin, çima hûn nabêjin terorîst li ser rêya me ne. Me got, terorîst nînin. Wan gotin belê li ser çiya alayên xwe bilind kirine û em dane ber keviran. Wê demê karekî pir nebaş kirin.”

Babekir Zêbarî rexneyên tund li çalakiyên PKKê jî girtin û got; “Ew bixwe dijminatiya xwe dikin. Bi van çalakiyan xwe bi zorê li ber çavê Amerîka û Ewropayê dikin terorîst.”

Zêbarî daxuyand, rêya rizgarkirina xelkê Koçoyê tenê bi wî awayî dibû û Koçoyiyan jî agahî şandibûn gotibûn eger hun DAIŞiyan bombebaran bikin û li ser riya me dûr bixin, em dikarin bên.

Babekir Zêbarî diyar kir; “Bi rastî jî ez fêm nakim çima PKK wiha dike. Çima wê demê ew rê girtin. PKKê jî di rizgarkirina xelkê Şingalê de rol lîst, şer kir û xwîn rişt. Li niha bi vî awayî mayîna wan a li wê derê ti faydeyekî nade wan. Eger ew li wir bimînin dê careke din firokeyên Tirkiyê wan deran bombebaran bike û zirar bigihe xelkê sivîl.”

Sererkanê berê yê Artêşa Iraqê herwiha biryara vekişandina PKKê ya ji Şingalê jî weke biryareke erênî û di cîh de nirxand.

Gundê Koço 18 kîlometreyan dûrê navenda Şingalê ye û beriya hatina DAIŞê 4 hezar kes tê de dijiyan. Piraniya wan kurdên êzidî û misliman ên ser bi êşîreta Mentik bûn.

Di 3ê Tebaxa 2014ê de DAIŞê êrîşî Şingal û derdora wê kir û tenê li gundê Koço hezar û 300 kes kuşt. Gelek kes revand û bir.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. bekir yalçın

    ez şaşu mat dıminım .kurd mitıla kevoka şinın. neyare hevın lé vikasaji vaya ne bıra kujiye lé vaya namusa xwe fırotine
    BABEKİR KEK ZEBARİ EZ JI % SED PE BAWéRIM
    Ez ne pkklıme ez jı komala RIZGARİME Dema hılbéjartıne ez lı ser sandıqa partıya hdp radıwestım.
    ez alıkarı dıkım ez şenanakım bém pkk vilo vilo ye lé ez dıwem dınav pkk da jı % sıhı xa fıroj u bé namus hene
    hezar cari tu dıkım lı ber pırsiyaré pkk é ku van xınmıja dınav xada dıhewının. ez jı hemu bırayé xaye EZDİRA GIRAMEDIKIM.

Şirovekirin hatine girtin.