Me got, lê we guh nedayê

Me got, lê we guh nedayê

Lezgîn Derûnî

Piştî şoreşa Sûrî dest pê kir ez bawerim ku rewşenbîrên Kurd berî partiyên Kurdî têgihiştin ku ew derfeta bi dehên sala miletê kurd li Rojavayê Kurdistanê çawerwanî wê bû, va ye hat û welatê Sûrî kete serdemek nû, lewra ji tevgera kurdî bi giştî û partiyên Kurdî bi teybetî hat xwestin û pêwîst bû xwe biguhêrin û ji bawerîyên xwe yên kevin derkevin û dest bi şêweyekî nû ji kar û xebatê bikin, li gorî dem û vê derfeta zêrîn tevbigerin. Ji bo vê yekê rewşenbîrên Kurd bilez bi erkên xwe rabûn. him bi çalakiyên xwe û him jî bi pênûsên xwe. Bi hezaran gotar, helbest nivîsîn û semînar derbaz kirin û li ser rûplên malperan belavkirin.

Ji bilî ragihandinên bi Televizyonan re, gelek rêxitin hatine damezirandin, tev ji bo avakirina mala Kurdî û yekîtiya tevgera Kurdî li ser bingeheke kurdewarî û mafên gelê Kurd. Ji xwe ramana avakirina lêvegereke Kurdî ya rewşenbîrên kurd bû û ji wan destpê kir, lê partiyên kurdî li wan zîvirîn û ew piroje kirin pirojeyek partîtî û ENKS ji wê derket

Herkes vî tiştî dizane, lê ji ber kû ew piroje ne wek dihat xwestin ava bû, ji lewra tu encam neda û hat parçekirin. Ji ber ku ez naxwazim dirêj bikim, tenê ez dixwazim vê pirsê ji partiyên kudî bikim, lê bera bi wijdan bersivê bidin:

-Gelo rewşenbîrên kurd yên ku we bi şev û roj rika xwe daye wan, gelo dest û pêyên we li ser hev danîbûn û girêdabûn ji bo win nebin yek????

Gelo kengî we guh daye rewşenbîran û we bi a wan kiriye????

Gelo we xwe kiriye berpirsyar û nûner di ber gelê kurd de yan rewşenbîran????

Em hêvî dikin ku win têkçûna xwe neavêjin ser milên rewşenbîran, ji ber ku rewşenbîr yên gelê xwe ne, ne yên we ne.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev