Kurden Elewî

Kurden Elewî

Zervan Avetsa
Di çavkaniyên sedsalên 19. û 20. de tê xuyakirin ku Qizilbaşên kurd ên herêma Dêrsimê, ji Elewiyên Mezopotamya ji aliyê baweriya xwe ve gelekî cuda ne. Kurdên elewî, hertim berî ku roj hil were şiyar dibin û silavê didine Rojê. Pîrozbûna Rojê ya di nav kurdên elewî de dide xuyakirin ku herwiha têkiliya baweriya wan bi dînê kurdan Êzîdîtiyê ve heye.

Kurdên Dêrsimê ku di bin navê Elewîtiyê de baweriya xwe didomînin û di nav wan de baweriya wan weke Raa Haqango Rêya Heq tê binavkirin, di koka xwe de xwediyê têkiliyên xurt ên bi Zerdeştîtiyê re hene. Dema li herêmê tê nêrîn, pîrozbûna agir, baldariya di derbarê kirin, gotin û fikra mirovan de (ev di Zerdeştîtiyê de weke gotina rind, karê rind û ramana rind tê zanîn), cilûbergên jinan ên bi şêweyê Zerdeştiyan, deqên li ser dest û rûyê mirovan, remzên Zerdeştîtiyê yên li ser merş û xalîçeyên wan, hinek ji têkiliyên di navbera Elewîtiya kurdên Dêrsimê û Zerdeştîtiyê de didine xuyakirin.
Baweriya ferîştehan li cem Elewiyên Dêrsimê heye. Ji van yê girîng Kalê Xizir e. Ev baweriya ferîştehan ji ya îslamiyetê cuda ye. Elewiyên kurd baweriya xwe bi ferîştehên ku Erd û Ezman diparêzin tînin. Di diayên xwe de gotinên Ya Melekê Erd û Asîmanê bikartînin.

 

Ev bawerî di nav kurdên êzîdî û yarsanî de jî heye.
Dersim ji bo baweriya Elewiyên kurd cihekî pîroz e. Bi sedsalan serekên vê baweriyê ji vir derketine û li gorî kevneşopiyên kevn, rêberên ruhanî yên vê baweriyê her sal ziyareta bawermendên xwe yên herêmên din dikirin. Ev kevneşopî di Êzîdîtiyê de, bi gerandina li gundan a Tawûsê Melek diderkeve holê.

Li Dêrsimê her sal 13’ê rêbendanê de şahiyên gaxandê tên lidarxistin. Gaxand weke sersala kurdên elewî tê dîtin (Di gotina gelê «Sersal padîşahê nû»). Yek (an sê[çavkanî pêwîst e]) roj rojiya gaxandê tê girtin. Di heman demê de kurdên êzîdî jî 3 rojan rojî digirin û qurbanan digurênin. Dişibe Noel a xirîstiyanan. Di baweriya Elewiyên Dêrsimê de ku gaxandê pîroz dikin, karakterekî folklorîk ê bi navê Kalo gaxand heye.

Dû gaxandê ra meh ku şiva “meh Xizir” e (Di gotina gelê «Çile li der Xizir li ser»). Rojiya Xizir 3 roj e (2 roj jî bervê terin) û di meh reşemî de li rojê înê baş diwî.

 

Ji alîyê redaksyona Riataza da:

Bi van mînanîhevbûnên di dînê êzdîyatîyê û elewîyê da mînanîhevbûneke giring jî heye, ku di gotarê da derbaz nabe, em dixwezin di ser da zêde bikin.

Cem kurdên êzdî jî, cem kurdên elewî jî xênji şêxîtîyê, nûnerê ruhanî ”Pîr” jî heye, ku di nav dînên kurdan yên din da tuneye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev