Bîblîografiya derheqa Êzdiyan li Tirkiyê

Bîblîografiya derheqa Êzdiyan li Tirkiyê

Kemal Tolan

Min bi dilekî xweş ji rêzdar Prof. Dr. Ahmet Taşğin bihîst ku berhemeke wî li ser bîblîografiya Êzdiyên li Tirkiyê ji aliyê weşanên „Çizgi yayınları“yê ve hatiye çapkirin.

Mixabin û ez zahf xemgîn im ku ez ji ber tendûristî û bêderfetiya xwe, nikarim temamiya pêşgotin û naveroka vê berhema ku, li ber dilê min gelekî giranbuha ye ji zimanê tirkî wergerînime kurdî anjî almanî û ez jî alîkariyekê bi keda vî camêrî ra bikim!

Ezê gelekî dilşad bim, eger hinek ji van rêxistin û kesên ku navên wan di pêşgotinê de hatine birêzkirin anjî yek ji „akadamîkarên Êzdiyan“ bikaribe temamiya pêşgotin û naveroka vê berhema giranbuha ji bo dîrok, xwenasîn, çande, lêkolînkirin û dewlemendiya arşîva Êzdiyatiyê wergerîne ser zimanê ku xwandevan û ciwanên me xwe pê nas dikin!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev