Kemalîzm, Nasirîzm, Baasîzm / Tevgera Kurd…

Kemalîzm, Nasirîzm, Baasîzm / Tevgera Kurd…

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

Kemalîzm, îdeolojîzekirina fikrên Atatirk in.

Dewleta Kolonyalîst ya Tirk, ev îdeolojiya ji bona xwe kir îdeolojiya fermî.

Ev îdeolojiya korparîst, faşîst, totalîter:

Li Tirkiyeyê jiyan ji bona hemû miletan xist tarîtiyekê.

Mafên mirovî perçiqand.

Li ser miletên li Tirkiyeyê dijîn, zûlum û zordariyeke mezin meşand.

Hemû mafên milî yên kurdan xesip kir.

Bi helwesteke hişk ya nîjadperestî hebûna miletê kurd înkar kir.

Ji bona ku miletê kurd bike tirk, dezgeheke nîjadperestî û jenosîdeke domdar meşand.

Kemalîzm serkaniya nasyonal sosyalîzma (faşîzma) Elmanyayê û Îtalyayê bû.

Li Rojhelata Navîn jî, ji Mîşel Eflak re yanî ji baaasîzmê re, ji Nasirîzmê re jî pêşengî kir û serkanitî kir.

Loma Kemalîzm jî, Nasirîzm jî, Baasîzm jî, diktatoriyên faşîst û totalîter yên burjuwaziyê biçuk, bûrokrasiya sivîl û leşker in. Li serê miletên Rojhelata Navîn xeteriyeke mezin in.

Kemalîzm, dîktatoriya burjuwaziyê biçuk, bûrokrasiya sivîl û leşker yê tirkan e.

Baasîzm û Nasirîzm rêjîma burjuwaziya biçuk ya ereban in.

Ev rêjîman û diktatoriyan, nîjadperest û nasyonalîstiya teng a neteweyên serdest in.

Bingeha Kemalîzm, Baasîzm û Nasirîzmê, jakonbenîzm û terora Fransayê.

Di van rêjîman de pirpartîçitî tune ye.

Di van rêjîman de, yek partî hikum dike, yek serok û yek îdeolojî heye.

Ji dervayî îdeolojiya Kemalîzmê, Baasîzmê, Nasirîzmê hemû îdeolojî qedexe ne.

Li van rejîman, mafên şexsî û grubî qedexe ne.

Ji mafê grubên etnikî û neteweyî re hirmet û rêz tune ye.

Di Kemalîzmê de M. Kemal Ataturk, di Baasîzmê de Mişel Eflaq û Sedam Huseyîn û Hefiz Esad, di Nasirîzmê de Nasir xwedê ye.

Tu kes, tu rêxistinek û hêzek nedikarî/nikare ku wan rexne bike.

Kemalîzm, Baasîzm, Nasırîzm, di hemen dem de nefes û jiyana xwe ji çepitiya otorîter û totalîter ya stalînîst û lenînîst jî digre.

Heta Baasîzm û Nasîrîzm rasterast encama “riya nekapîtalîst de sosyalîzm avakirinê” ye.

Ji bona vê yekê jî, gelek xeter in.

Yekîtiya Sovyetan piştî Şerê Sar jiyana xwe qedand û ket nav guhertineke gelek bingehî. Hezar mixabin Baasîzmê piştî şerê Sar jî, li Iraqê û li Suriyeyê jiyana xwe domand.

Bes Baasîzma Iraqê di sala 2003-an de encama midaxale û şerê DYA-yê û hevalbendên wê hat rûxandin.

******

Kemalîzm û Baasîzm û Nasirîzm, wek min li rêzên jorîn diyar kir, fikir, çalakî, îdeolojî, desthilatdarıya burjuwaziyê biçûk e.

Tevgera Bakurê Kurdistanê jî, ji bona ku di sala 1938-an de di serîhildana dawî ya Kurdistanê de sinifên karbidest yên Kurdistanê ji derveyî jiyanê û siyasetê hatin hiştin, burjuwaziya biçûk li Bakurê Kurdistanê piştî salên 1960-yî serokatî ji tevgera milî re kir.

Ev beşa civata Bakurê Kurdistanê jî di dibistanê kemalîstan de gihîştibûn û kemalîzm ji bona wan bibû çandekê.

Eynî tebeqeya kurd, dema ku îdeolojiya çep ya stalînîst û lenînîst jî pejirand.

Tevgera kurd di şertên Şerê Sar de şikil girt û xwe organîze kir.

Ev çanda kemalîstî û stalînîstî li ser hev sûwar bûn.

Vê yekê sinifa siyasî ya Bakurê Kurdistanê, ji hêjayiyên kurdî dûr xist û ji gelê Kurd re bîyanîbûyinek derket holê.

Siyaseta kurdî qels bû.

Vê yekê jî zerareke mezin da Tevgera Bakurê Kurdistanê.

Tevgera Bakurê Kurdistanê bi gelemperî demokrat nebû.

Her rêxistineke Bakurê Kurdistanê û her îdeolojiyeke ku li Bakurê Kurdistanê qewimî bû, ji derveyî xwe rêxistin û îdeolojî rewa û meşru nedidît.

Fikrê îdeolojiyekê, serokekî, partiyekê hat parastin. Ev nerîn jî gelek aşkere ye ku dişibe kemalîzmê û baasîzmê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev