Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Kurdên Rojava: Me canê xwe bo Kurdistanê da ne ji bo “Bakûr”ê Sûriyê!

Kurdên Rojava: Me canê xwe bo Kurdistanê da ne ji bo “Bakûr”ê Sûriyê!

Derya Kiliç

BasNews – Guhertina navê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê ve, bûye cihê nerazîbûna kurdan. Milletê kurd li Rojavayê dibêjin ku wan gîyanê xwe bo Kurdistanê bext kiriye ne ji bo “Şîmalê Sûriyê”. ENSK jî dibêje, navê welatê me Kurdistan e.

Biryara rakirina navê Rojavayê rê li ber nerazîbûna xelk, rewşenbîr û partîyên siyasî vekirîye. Meclisa Damezrêner a Sîstema Federalîya Demokrat a Rojava-Bakurê Sûriyê biryar dabû ku wan navê îdareyê kirîye Sîstema Federalîya Demokratîk a Bakurê Sûriyê û navê “Rojava” jê derxistîye. Vê biryarê li Rojavayê Kurdistanê gelek deng veda û raya giştî ya kurdan ji vê biryarê aciz e.

Rojavayê Kurdistanê – Kanton nebû dora federalîyê

Kontonên Xweserîya Demokratîk di 17ê Kanûna 2016an de li bajarê Hesekê li hev kom bûbûn û di civînê de hin biryar girtibûn. Herî dawî li navçeya Rimêlana Rojavayê Kurdistanê di 27ê Kanûna 2016an de duyemîn civîna Sîstema Federalîya Demokratîk a Rojava- Bakurê Surîyê dest pê kir. Di civîna meclisê de jibo paşerojara Rojava û Sûriyê biryarên giring hatin dayîn.

Meclisa Damezrêner a Sîstema Federalîya Rojava-Bakurê Sûriyê di dawîya civînê de daxuyanîyeka çapemenîyê da û bi awayekê fermî biryarên xwe wekî reşnivîsa Peymana Civakî (Destûr) û navê nû yê sîstema rêveberîyê li Rojavayê Kurdistanê destnîşan kirin û Sîstema Federalîya Bakurê Sûriyê ragihandin.

Meclisa Damezrêner a Sîstema Federalîya Demokrat a Rojava-Bakurê Sûriyê ragihand ku wan navê îdareyê kirîye Sîstema Federalîya Demokratîk a Bakurê Sûriyê û navê “Rojava” jê derxistîye. Biryara Meclisa Damezrêner a Sîstema Federalîya Demokrat a Rojava-Bakurê Sûriyê nerazîbûnek bi xelkê kurd re çê kirîye.

Herwiha jiber rakirina peyva Rojava li Rojavayê Kurdistanê gengeşe hene. Hin alîyên siyasî wekî PYD û TEV-DEM rakirina wê peyvê bi awayekê erênî û rûdanan di çarçoveya planan de dinirxînin. Endamên wan diyar dikin ku heger hûn li sînorên Bakurê Sûriyê binêrin, sînorên Rojavayê derbas kirîye. Bo mînak hemleya rizgarkirina Reqqayê, Dêrazor, Heleb… Herêmên ku ne li Rojavayê Kurdistanê ne,  jî hene. Jiber vê yekê ew nikarin ji wan herêman re bibêjin ‘Rojava’. Xweserîya Demokratîk niha jibo vê bi gelek rexne û nerazîbûnan re rûbirû ye.

Ji alîyê din ve ENKS hemû gotin û kiryarên Xweserîya demokratîk red dike û eşkere dike ku ji destpêkê heta niha navê Rojavayê Kurdistanê xelet hatiye bi kar anîn û ev dûrî îradeya gel e.

Jiber ku peyva Rojava jibo xelkî xwedîyê wateya dîrokî ye, vê biryarê wekî şaşîtî dinirxînin û qebûl nakin. Xelkê Rojavayê Kurdistanê jî ji sepandina vê biryarê ne razî ne û dihînin ziman zarokên wan ne jibo “Şîmalê Sûriyê” lê jibo “Rojavayê Kurdistanê” gîyanê xwe bext kirine.

Tirkiyê Qamişlo bombebaran kiriye?

Li gor zanyarîyên heftenameya Basê ji herêmê bidestxistinî; frokên asmanî yên Tirkîyê li Qamişloya Kantona Cizîrê dest bi bomberanê kiriye. Jiber ku Kantona Cizîrê di bin ambargoyê de ye, ji Efrînê Rojnameger Mohemed Billo zanyarîyên ku liber destê wî hebûn bi Basê re parve kir û got: “Me berê got rejîma Sûriyê bajarê Qamişloyê bomberan dike. Lê piştre çapemenîyê ragihand ku frokên Tirkiyê Qamişloyê bombebaran dike. Ligor zanyarîyan kesî zerar nedîtîye û hemû tişt serrast e.”

Hevserokê Meclisa Cizîrê Ebdulkerîm Umer, Serokê Encûmana ENKSê Muhsin Tahir û rojnameger Jîndar Berekat biryara rakina peyva ‘Rojava’ û dengveda wê ji Basê re şîrove kirin.

Hevserokê Meclisa Cizîrê Abdulkerîm Umer: Armanca me demokrasîya Sûriyê ye

Hevserokê Meclisa Cizîrê Ebdulkerîm Umer sedema rakirina peyva “Rojava” ji Basê re rave kir û dîyar kir ku di navbera pêkhateyên herêmê de peymaneka civakî hatye bestin. Jixwe ev civîna jibo destpêka azadkirin û rizgarkirina gelê Sûriyê ye. Herwiha jibo jinûveavakirina Sûriyê gava yekem e. Jiber ku heta îro jibo çareserîya krîza Sûriyê gelekî hewl hatine dayîn û ji wan yek jî serneketine. Umer bal kişand ser sedama vê û wisa pêde çû: “ Hertim armanc mijûlkirina hêzên çekdar û rêxistên siyasî bûn. Tenê bi vî rengî bû. Kes di warê aştîyê de nedixebitî û kesekê wisa tune bû jî. Kesên ku xwastin kêşeyan çareser bikin, li Rojava li hev hatin û jibo Sûriyê ji hêzên çekdar û terorîstan rizgar û azad bikin piştevanîya projeyê kirin.”

Umer derbarê daxwaza pêkhateyên beşdarî civînê bûn axift û da zanîn ku pêkhateyan ji şûna sîstema navendî, sîstema federalîzmê hilbijartine. Jibo tevahîya Sûriyê bi rengekê federal pêşvê biçe, gava yekem hat avêtin. Lewma li gor wan xebateka serkeftî û pêşketin e.

Navê “Rojava” ne giring e

Abdulkerîm Umer di berdewamîya axaftina xwe de behsa nerazîbûnan kir û got: “Jiber ku me peyva ‘Rojava’ rakir, rêxistinên cuda cuda û hin kesayetên din gelek propaganda liser vê çê kirin û rexne kirin. Lê jibo me ev ne tiştekê nû bû. Rakina ‘Rojava’ yan danîna ‘Rojava’ ne kêşe ye. Ji berê ve sîstemeka bi vî rengî hebû. Ango dema ku peyva ‘Rojava’ hat derxistin, em matbayî nebûn. Hemû tişt di çarçoveya planan de pêk hatin. Jibo me çareserî girîng e. Nav ne girîng e.”

Hevserokê Kantona Cizîrê Umer sedema rakirina peyvê wisa rave kir û daxuyand ku, herêmên wan bidestxistî, sînorên Rojavayê derbas kiriye. Hemleya rizgarkirina Reqqa, Dêrazor, Heleb û herêmên ku ne li Rojavayê Kurdistanê ne,  jî hene. Jiber vê yekê ew nikarin jibo wan deran bibêjin Rojava. Projeyên Bakurê Sûriyê gihiştîyê hemû pêkhateyan û her pêkhate di nava vê federalîyê de dikare sîstema rêveberîya xwes saz bike û xwe bi rê ve bibin. Lewra divê di şûna Rojavayê Kurdistanê de,  Federalîya Gelên Bakurê Sûriyê bihêt gotin.

Umer berî ku peywendîya Înternet qut be, wisa got: “Heger em bibêjin Rojavayê Kurdistanê, wê demê sûryan jî dê bibêjin Federalîya Sûryanan. Piştre jî careka din alozî dê dest pê bikin. Em naxwazin bibêjin Sûriyê. Heger navê wê bibe Sûriyêya Federal, wê çaxê Sûriyê aîdî mîlletekî nabe. Felsefeya me ew e. “

Nûnerê ENKSê Muhsin Tahir: Navê welatê me Kurdistan e

Nûnerê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Muhsin Tahir biryar û kiryarên Xweserîya Demokratîk rexne kirin û got: “Em wekî ENKSê vê qebûl nakin. Li gor me divê navê welatê me Kurdistana Sûriyê be. Em ne dibêjin Rojava û ne jî dibêjin Bakur. Em dibêjin navê vî cihî û erdê wê Kurdistan e. Jiber vê yekê ji berê ve jî Rojava jibo me cihekê nerehetîyê bû.

Tahir gotinên berê yên PYDê jî bi bîr xist û amaje bi vê yekê kir ku wan carcaran digotin Rojavayê Kurdistanê. Niha Kurdistan jî jê rakirin. Jiber vê yekê helwêsta wan li hev nagire û her carê tiştekê din dibêjin. Ev dûrî rastîyê ye. Xaka Kurdistanê dîrokî ye û milletê me bi sedan salan li ser vê xakê jîyaye. Tahir axaftina xwe domand: “Heger tevgeraka kurd li gor felsefê û îdeolojîya xwe bi mafên kurdan re bilîze,  nahêt qebûl kirin û tiştekê rewa nîn e û dûrî îradeya kurdên Kurdistana Sûriyê ye. Tenê felsefe û îdeolojîya tekpartî têde xuya dike. Em ne niha û ne jî di paşêrojê de têda cih negirin û piştevanîya wê nekin.”

Tahir di berdewamîya axaftina xwe de bal kişand ser helwêsta xelkê û wisa pê de çû: “Gelê me yên li Kurdistana Sûriyê ne, vê projeyê red dikin û dibêjin ku ne mafê wan e ji şûna wan biryar dibin. Ew kesên siyasî ku li hev civîyane, îradeya xwe ji jor bi ser îradeya gelê kurd de ferz kirine.”

Muhsin Tahir derbarê kiryarên Xweserîya Demokratîk û têkoşîna gelê kurd de axivî dîyar kir ku ew îradeya gelê me yê dîrokî li Kurdistanê Sûriyê binpê dikin. Gelê me liser her çarparçeyên Kurdistanê bi sedsalan qurbanî û şehîd dane û şoreş û serhildan pêxistine. Gel ev hemû ne jibo mafê demokrasîyê kirine, ev qurban û şehid jibo cihbicihkirina projeya neteweyî liser her çarparçeyên Kurdistanê ye. Em dibînin ku gelê kurd jibo pêkanîna dewleta kurd e ev şoreş û serhildanên liser her çarparçeyên Kurdistanê pêk anîne.

Muhsin Tahir di dawîya axaftina xwe de wisa got: “Milletê kurd jî dikare wekî hemû xelkan çarenivîsa xwe dîyar bike. Jiber vê yekê jî ev tiştana ne rewa ne û nayê qebûn kirin ku îradeya gelê me bihêt binpê kirin.”

Rojnameger Jîndar Berekat: Xelk doza serxwebûnê dike

Rojnameger Jîndar Bereket jî çavderîyên xwe ji Basê re parve kir û dîyar kir ku bi rastî ew ji berê ve dibêjin ew li projeyên neteweyî nagerin. Ew lidij projeyên neteweyî ne. Heta niha digotin Rojavayê Kurdistanê û niha peyva Rojavayê rakirin. Ez wekî şexs peyva ‘Rojavayê’ jî qebûl nakim. Ez tenê hikmê Rojavayê qebûl dikim û min ne Rojavayê Kurdistan û ne jî Kurdistana Rojavayê min qebûl dikir. Li gor min tenê Rojava bes e; lê ev jî mişkilek bû.

Berekat sedema vê wisa ameje kir ku di peyva Rojavayê de hinek rengê neteweyî têda hebû. Wan bi vê re xelkên dora xwe razî kirin. Lê niha wextê ku ev jî rakirin, bi rastî bûye arîşeyek li Kurdistanê û malbata şehîdan,  daxwazkar, rojnamevan û xelk nerazî ne. Bi rakirina vê peyvê re ji projeya neteweyî re gotin bi xatirê te.

Berekat nêrinên xelkê jî eşkere kir û got: “Li gor danûstendinên ku bi xelkê re çê kirine, pirranîya xelkî ji biryarê nerazî ne. Jiber ku xelk jibo Kurdistanê çûn şer û şer kirin. Niha xelk ji wan dipirse ka ‘ez jibo çi çûm şer? Ew dê bibêjin ji bo Kurdistanê çûm.”

Berekat helwêsta partîyên siyasî berawird kir û da zanîn ku her alîyê siyasî tiştekê din dixwazin ango daxwazên wan ne wekî hev in. Bo mînak TEV-DEM demokrasîyê dixwaze û demokrasîya wan demokrasîya tekane ye. Ji alîyê din ENKS heye ku ENKS jî projeyên netewî û Sûriyeka federal dixwaze. Lê li gor bawerîya min millet liser her çar parçeyên Kurdistanê weletekê kurd û serfiraz dixwazin û xewna hemû kurdan ev e. Du alîyên siyasî hene. Yek daxwaza demokrasîyê dike û yê din jî daxwaza mafên neteweyî dike. Milletê kurd jî di navbera wan de maye û  daxwaza welatekê serbixwe dike.

Karîkatûr:

Karîkaturîstê ji Rojavayê Kurdistanê Dijwar Îbrahîm Sîrac, bi vê karîkatura xwe bal kişandîye ser biryara guherîna navê Rojavayê Kurdistanê û siyaseta PYDê rexne kiriye.

http://www.basnews.com/index.php/kr/reports/323558

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev