“MEQAP”

“MEQAP”

Serpêhatîyeke nû ji nivîskarê malpera me yê nû Devliken Kelogirîyê nivîskar, artîst û hunermend û kurdekî bi gotina we kurd.

Nivîskarîya wî li malperê û li me hemûyan pîroz be.

Devliken Kelogirî

Xalê Nisret û hevalê xwe yê salan Sofî Remo li dikanê rûniştine. Xalê Nisret bi salan e li sûka şewitî solan difiroşe. Nasnavê wî Nisretê Meqapçî ye. Çaya wan li ber wan, ji xwe re qala berê dikin. Telefona Xalê Nisret dike zingînî û dengê wê olan dide. Xalê Nisret ji ser kursîka xwe ya biçûk radibe û ber bi telefonê ve dihere. Piştî lêdana sê-çar dengan xwe digihîne ser û radihêjê.
-Elo! Kerem bike…
-Nisretê Meqapçî tu yî?
-Erê, ez im. Tu kî yî?
-Ez berpirsê ERNKyê Doktor Fûad.
-Te got çi? Doktor?
-Erê, ez Doktor Fûad.
-Li ser her du çavên min, Doktor beg. Emir bike, lê te got kîjan xestexane, min fêhm nekir.
-Ne wexta qerf û henekan e. Ez Doktor Fûad, qûmandanê partiyê. Sîh û heft cot meqap têxe kîsekî, piştî seeteke din ew ê yek were navê min bide; tu yê bidî wî. Te fêhm kir?
-Baş, li ser çavan. Lê bila jimarên wan çi bin, heval Doktor beg?
-Deh cot: 42, deh cot: 43, pênc cot:44, duwazdeh cot jî: 46…
-Weheww! Ez ê 46an ji ku bînim malnexerab? Em solan nafiroşin hûtan.
-Zêde dirêj meke. Telefonên me tên guhdarîkirin. Haa berî ji bîr bikim, weleh tenê cotek jî sixte derkeve, ez ê kefenê te ji meqapan çêbikim.
Û telefonê li ser çavê Xalê Nisret digire.
Xalê Nisret kejika stuyê xwe xurand hat li ser kursîka xwe li cem hevalê xwe rûnişt û bû pinepina wî.
Sofî Remo lê dinêre rewşa wî nebaş e.
-Xêr e, Nisret? Kî bû? Çi dixwestin?
-Kuro! Ma ez ji ku zanim. Got ez Doktor Fûad qumandanê partiyê me. Sîh û heft cot meqap ji min xwest.
-Wehew! Bi telaq xuya ye wê îşev bigirin ser qereqola bajêr.
-Sofî, hela her tişt temam, ez ê solên 46 nimro ji ku peyda bikim, heyran? Ma febrîqa meqaban li ser navê dêya min ne tapokirî ye. La hewle wela!
-Te got 46?
-Erê kuro. Û ne yek û dudu jî, tam duwazdeh cot…
-Bi telaq ev ne însan in; ev hût in, hût.
-Na loo! Bela hingî li çiyê dimeşin, nigên wan mezin dibin, dibin wek hûtan.
-Himm! Erê weleh te rast got. Kesên bi basketbolê dilîzin jî bejna wan dirêj dibe.
-Bes yên di bin şelwer de derpîkê kin li xwe nakin, çiyê wan dirêj dibe, Sofî?
Û dibe hakehaka wan.
Xalê Nisret destûrê ji hevalê xwe dixwaze û ber bi refên solan ve dihere.
42, 43, 44an safî dike, lê 46 tune ye. Ref mefên dikanê tîne xwarê lê nabîne. Di şûna 46an 45an hazir dike. Piştî nîvseeteke din xortek tê li devê deriyê dikanê disekine û silavê dide. Li hal û ehwalên hev dipirsin û bi hev re derbasî dikanê dibin. Xalê Nisret yek bi yek hemû solan dijmêre, dixe kîsekî û dide destê wî xortî.
Xort kîs diavêje nav piyê xwe û xwe hazir dike here, Xalê Nisret dibêje, “Pere!” Xort kîsê li nav pişta xwe datîne erdê û tûj tûj lê dinêre.
-Çi pere?
-Heqê solan!
-Ev cirma te ye?
-Çi cirm?
-Yanî çawa dewlet vergiyê ji we distîne û hûn wek berxikan didin, ev jî cirm e û partiyê li we biriye. Heger hûn wek berxikan nedin jî, em ê wek ker û kahrikan ji we bistînin.
-Yaw wer mekin. Ne yek, ne dudu; tam sîh û heft sol û meqap û hur orjînal. Ez şeş mehan bifiroşim, xisara min dernakeve, ezxulam!
-Di ber azadî û serxwebûna axa xwe de hinek canê xwe didin, hinek jî malê xwe. De va ye ez çûm. Û tu jî, karibe bi zimanê xwe. Em li jêr û li jor in; her tiştî dibihîzin.
Xort radihêje kîsê xwe yê solan, davê nav pişta xwe û lê dixe dihere.
Xalê Nisret jî lê dinêre peyv derew e, deng nake û difiskirîne tê li kêleka hevalê xwe rûdine. Sofî li hevalê xwe yê şoreşger û malfedayiyê welatê xwe dinêre, di bin simbêla de dikene.
-Kuro Nisret, bi telaq Kurdistan rizgar bibe, heval ê li orta sûkê peykerê te bi meqaban lêkin.
***
Axir, wext derbas dibe, dem diguhere, ji rojan rojekê, ji qereqolê bang Xalê Nisret dikin.
Xalê Nisret, dikana xwe digire û dihere qereqolê. Li devê qereqolê polîs wî disekinîne.
-Xêr e?
-Weleh xêr e, nexêr e, ez jî nizanim. We şand pey min, ez jî hatim…
Polîs bi wî re derbasî hundir dibe, wî dibe oda qomsêr. Qomsêr li ser kursiya xwe rûniştiye bi ewraqina mijûl e. Bi ketina hundir re qomsêr serê xwe ji ser ewraqan radike li hêla Xalê Nisret dinêre.
-Tu kî yî?
-Ez ez Nisret… Nisret Ozturk.
-Ooo! Nisret Ozturk. Qey tu ji paşnavê xwe jî şerm nakî, hey xayin!
Çong li Xalê Nisret sist dibin. Nizane wê çi bibêje.
-Efendim!
-Ez rabim ez ê di efendim nim haa! Terorîstê xayin! Naxwe desteka lojîstîk tu didî wan terorîstên bolucî, hi ii!
-Çi çi çi? Jofîstik çi ye efendim?
-Jofîstik navê şandina meqabên çiyê ne, Nisret efendî. Meqap meqap…
Xalê Nisret ji ber wan meqaban şazdeh salan di hefsê de dimîne.
Pişt lê kûz, rehên stu lê bel dibin, dibe mîna kerengekî kelandî, di nav wan çar dîwaran de. Çawa ji hefsê derdikeve, li welêt nasekine, berê xwe dide Stenbolê.
Xalê Nisretê ku ji ber meqabên hur orjînal şazdeh salan ceza xwar, nuha li Emînonuya Stenbolê fanêre û tîşortên lakoste yên sixte difiroşe.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Devliken Kelogirî

Li zanîngeha Beykentê a Stembolê di beşa Sînema-Televîzyonê da dixwîne. Bi esilê xwe va ji Mêrdînê ye. Niha karê sînemayê û televîzyonvaniyê dike. Fîlmekî wî a bi navê "Xof" heye û herweha bi navên "Doxînsistîzm" û "Xwelîserîzm" du pirtûkên wî çap bûne.

Qeydên dişibine hev