Pirsa we û bersîva me – 9

Pirsa we û bersîva me – 9

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a nû a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Redaksyonê vê carê pirseke balkêş ji xebatkara rojnameya Rya teze a berê Delala Memê Recevî sitendîye. Me jî bersîveke wek pirsê balkêş amade kir.

Pirsa Delala Memê Recevî û bersîva me

Pirs: –Cem kurdên êzdî dema bûka teze lingê xwe davêje şêmîka mala mêrê xwe, zava ji ser banî sêvan li serê wê dixe. Ev edet cem kurdên elewî û gelek kurdên din jî heye. Gelo ev edet ji ku hatîye?

Bersîv:Ji ber ku êzdî li ser axa Mesopotamîyayê mane, ku di dema xwe da ew war buhuşta li ser rûbarê cihanê bûye û ulm jî dibêje, ku Adem û Hewa li ser wê axê xuliqîne, belkî jî li Lalişa Nûranî. Di wan deman da marek helan daye Hewayê, ku sêva ji darê batinî bixwe û ewê jî bawerîya xwe bi mar anîye û bi şaşîtî ew sêv xwerîye. Ji ber wê jî ew warê jîyînê êdî wek warekî buhuştî ne hatîye hesibandin, ango, ji wê rojê da buhuşt ji wir rabûye, lema jî kurdên êzdî heta niha jî sêvan li serê bûkê dixin. Ango, bi wî awayî heyfa xwe ji şaşîya Hewayê hiltînin, ku ew bûye sebebê wê, ku buhuşt li wir îdî nemaye. Bi gotineke din, ji ber ku bi bawerîya êzdîyan her bûkeke êzdîyan jî peyhatîya Hewayê ye, ango, ji zureta wê ye, ji ber wê jî gerekê ji bo kirina Hewaya dapîra êzdîyan bûk û jinên êzdîyan derba wî awayî bixun.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev