Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

QAÇAXÊ MIRAD: Jîyan û berhemên wî

QAÇAXÊ MIRAD: Jîyan û berhemên wî

Ji pirtûka “Dîroka Edebîyata Kurdî” a Maruf Xeznedar

Qaçaxê kurê Şebab di sala 1914an de li bajarê Qersê yê Kurdistana Osmanî hatîye dinê. Temenê wî çar sal bûye ku leşkerê Osmanî yê şikestê Şerê Cîhanê yê Yekê, di sala 1918an de êrîşên hovîtî birin ser kurdên navçeya Qersê. Mala bavê wî berê xwe da Ermenîstanê û li navçeya Elegezê bi cih bû. Qaçaxê zarok bextê wî jê re yar bû, gelek li wê navçeyê nema û bar kirin û çûn bajarê Tiflîsê yê paytextê Gurcistanê. Deh sal xwendina seretayî û amadeyî li Tiflîsê di xwendegeha rûsî ya hejmara 47an de temam kir. Vêca ji bo xwendegeha zanîngehê temam bike çû Êrîvanê, di destpêkî de li Êrîvanê sê salan bû xwendekarê Enstîtûya Ziman û Edeba Rûsî, piştre enstîtûya amadekirina mamosteyên zimanê kurdî di wî bajarî de temam kir. Piştî vê du salan li bajarê Lenînakanê yê Ermenîstanê mamosteyîya xwendegeha seretayî kirîye.

Di sala 1939an de Qaçax di Rêxistina Xortan a Lenîn de bû. Wê salê bû partîzan û dest bi perwerdeya şerê partîzanî kir. Di sala 1941an de ku Almanyayê êrîşê ser Rûsyayê kir, di şiyana wî de bû di enîya wan şeran de roleke mezin bileyze. Di beşekî zêde yê erdê Çekoslovakyayê de di nav rêzên leşker de bû. Di dagirkirina bajarê Berlînê de yek ji wan serbazan bû ku alaya Sivastîkaya Almanya Nazî ber bi jêr kir. Piştî şer Qaçax heta sala 1958an di rêzên Leşkerê Sor yê Rûsyayê de ma. Wê salê midetê sal û nîvekê di beşê kurdî yê Radyoya Êrîvanê de xebitî. Di sala 1959an de guhestin ji bo rojnameya Rya teze û bû endamê desteya nivîskaran. Nav navan re dibû sernivîskar, ji ber ku endamên desteya nivîskaran ên rojnameyê yek li pey yekê her yek jê ji bo midetekê dibûn sernivîskar, bi vî awayî Qaçax di vê rojnameyê de kar kir û heta dema xanenişînî û dawîya jiyana xwe.

Qaçax di şer de du caran birîndar bûye, şeş madalye wergirtine, bilindtirînê wan madalyaya “Stêrka Sor” e. Ji ber wê sebebê midetê zêde ya jiyana xwe bi rojnamegerîyê re mijûl bûye, peywendîya wî bi çap û weşanê ve bi hêz bûye. Di amadekirina kitêbên hevrêyên xwe de ji bo çapê, di warê nivîsandina pêşgotin û redakteyê de gelek alîkarîya wan kirîye. Hewl û xebata Qaçax di hinek nivîsên Semendê Siyabendov, Mikaêlê Reşîd, Hecîyê Cindî, Karlênê Çaçan û hwd de diyar e. Zanîna kurdî, rûsî, ermenkî, gurcî û azerî bi xwendin û nivîsandin, alîkarîya wî kirine ku di hemî kar û barên xwendewarîyê de bi serketî be.

Piştî jiyaneka tijî ji xizmeta rewşenbîrî û dahênana edebî, Qaçax dewlemendîyeke rengîn û bi feyde ji bo neteweyê xwe di cih de hişt ku  di sala 1992an de li bajarê Êrîvanê koça dawîyê kir.

 

ŞIIRÊN WÎ

Qaçax ji zaroktîya xwe ve hogirê edeba millî ya devkî ya dewlemend a kurdî bûye. Xwendina nû û dîtina bajarên mezin û zanîna gelek zimanan, zemîn jê re xweş kirin ku ji bo pêşxistina edeba kurdî ya nû li welatê Qafqasya Rûsyayê ji dayîk bûbû roleke giring bileyze. Hemî şiirên wî li ser kêşa hêceyî ya xwemalî ya kêşa dirêj in, kêşe piranîya hêceyan kert dike. Di qafîyeyê de şareza ye. Bi giştî şiirên wî di warê qafîyeyê de li ser destûra “şiira nû” dimeşe, yanî qafîye gelek renga û reng in. Qaçax hewil daye ji bo rewanî, ritm û ahengê şiirê li ser bingehê yekîtîya qafîyeyê dane. Ev ji alîyê wî ve ji biyanîyan nehatîye wergirtin belko dahênana wî bi xwe ye.

Yek ji karekterê giring yê şiira Qaçax ew e ku hewil daye zimanê şiirê dewlemend bike, bi vê gelek bêjeyên ferhengê û termên peywendîya wan bi pîşesazîyê ve hene anîne nav şiirê. Bi vê hinek ew şiirên nivîsandî yên bi qîmet ji şiira millî ya devkî dûr xistine û bi vî awayî bêhna medenîyetê ji şiira wî tê. Ev ji bilî gelek termên nû bikar anîye, ku peywendîya wan bi jiyana sosyalîzma wê serdemê ve hebûye ku kurdên Qfqasyayê tê de jiyane.

Şiira Qaçax bi giştî ji mijara lîrîk û poyemê ne. Lîrîkên wî di warê hejmara rêzan de kurt û dirêj tê de hene. Herçî poyemên wî ne jî dirêj in. Bi naverok hinek jê ji edebîyata millî ya devkî hatine wergirtin, lê şair huner daye nîşan û berhemeke nû ava kirîye. Beşek din van poyeman ji dahênana şair bi xwe ne û piranîya wan ji jiyana kurdî hatine wergirtin. Ji poyemên sipehî û rengîn navê van dikevin ber çav: Çîrokên Mîrza Mihemed (1936); Leylê (1948); Qadirê Nêçîrvan (1960); Kilama Êgrîdaxê (Agri Daxi) (1962); Gelîyê Elî Beg (1965).

Li ser wê çîroka navê wê Gelîyê Elî Begê Kaçax dibêje: Di sala 1961an de ku Şoreşa Îlonê ya Kurdistana Iraqê dest pê kir pêşî wekî kurdekî, vêca wekî rojnamenivîsekî rojane ez evdalê wê bûm nûçe, agahî û bûyerên şoreşê seh bikim, piştre ew nûçe bûn îlham û ev şiir ji dayîk bû.

Di warê naverokê de şiira Kaçax hemî milekî jiyana kurdên wî welatî girtîye. Bi giştî hemî ji hêlm û nefeseke geşbînî zayîne û ji reşbînîyê dûr in. Parêzgarî bi ûrf û adet û exlaqê kurdî girtîye. Soza li hemberê îdeolojîya sosyalîzmê kûr e, rizgarîya kurdan di wê de dîtîye. Qaçax yek ji xwendewarê diyar ê kurd ê bi manaya entelektûelîya ewropî ye, lê li gel wê jî kurdîtîyê wenda nekirîye.

 

NIMÛNEYÊN ŞIIRA WÎ

 

Qaçax di lîrîkekê de wiha dibêje:

Wexta ez te dikim gazî

Hezar dengî û avazî

Ez sotim avirê nazî

Nizanim diha çi dexwezî?

 

Xewta ez bûm teyrê bazî

Tu ku votka gerden gazî

Pey te firîm bi perwazî

Bê feyde ye çi dexwezî

 

Ser te da têm bi dilsazî

Lê tu min ra nabî razî

Ev bû nolanî canbazî

Nizanim diha çi dexwezî

 

Şair bi van bêjeyên sade û gelek bi liv ji dilberê hîvê lava dike, ecêbmayî maye nizane ew nazenîn çi jê dixwaze, bi hemî awayî dixwaze razî bike, dixwaze bizane bi çi razî dibe. Ew nehînî ne, her ew nehênîye jî bûye sebebê sipehîtîya şiirê. Ji bilî vê yekîtîya qafîyeyê cure sipehîtîyekê di warê rewanbêjî, rîtm û mûsîqayê ve daye lîrîkê.

 

Li ser destûra berê lîrîkekê ji bo gul û insên hûnandîye:

Tûmê gulê ev sitirîne

Lê gulê ra dibêjin gul

 

Gul ku teze pişkivîne

Hemin wan re dibêjin gul

 

Hin ew sor in, hin spî ne

Dîsa wan ra dibêjin gul

 

Bîna xweş meriv hiltîne

Hema ji bînê dibêjin gul

 

Wexta belg lê xeyrî ne

Jê ra dîsa dibêjin gul

 

Çimkî şûret lê gulî ne

Lema jê ra dibêjin gul

 

Lê tu meriv bidûmîne

Ku te ra jî bêjin meriv

 

Hurmet, siyanetê dest bîne

Ku te ra tim bêjin meriv

 

Şûreta xwe neyêxîne

Ku te ra tim bêjin meriv

 

‘Emr boy weten nehêvjîne

Ku her dera bêjin meriv

 

Mervî, meriv bimîne

Ku bi ku bar bêjin meriv

 

Şair mijûlê miqayeseyê ye, di warê carîkirina “gul” û “meriv”ê vê şiirê de ji babetê awazê ve, di wê de yekîtîya qafîyeyê bikar tîne. Di manayê de sifetên sipehî yên gulê dibijêre, çi sifetê têke rexê wê her gul e, ji bo insên jî tenê sifeta başîyê hildibijêre, yanî çi kesê xwedîyê wê sifeta baş be mirov e, eger nebe ne mirov e.

 

Di lîrîkekê de şair behsa “bihayê şîrê/qelen” ya di nav civata kurdî de dike

Hey qelen, qelen urit te biqele

Çi miletê kurd bûyî teşqele

 

Çiqas qîzêd can çi xortê telîyan

Miraz çevda man tu bayisê wan

 

Çiqas dilê geş xort û qîzêd neder

Hevûdu hebandin bi hev sewdaser

 

Evîntî li wan nolê Mem û Zîn

Tu Bekoyê wan mexenetî kîn

 

Bes e, lo qelen, urit te biqele

Çi bûyî bela, bûyî teşqele

 

Şair di vê lîrîkê de li dijî pereyê şîrê (qelen) sekinîye, ev yek ji pirsgirêka herî giring a kurdewarî ya wî welatî bû. Nivîskar û şairan bi şiir, çîrok, roman û dramayên şanoyê dijîtîya vê ûrf  û adetê paşvemayî ya civatê kirine. Ji ber ku wê rewşa maddî heta derecekê serûbin kirîye, niha qelen ewqas zêde nemaye, lê kesên wisan hebûn vê exlaqekî baş hesêb dikirin û wekî ûrf û adeteke neteweyî ya taybetî ya kurdan lê dinêriyan, ji ber wê bû xwendewaran hewil didan xelkê tê bigihînin ku qelen adeteke paşvemayî ye û pêwist e ji bingeh ve bê rakirin, ji ber ku keç insan e û insan jî nayê firotin.

 

Qaçax ji bo koça dawîyê ya nivîskar û şair Wezîrê Nadirî wiha dibêje:

Bin şûşê da danye şiklê wî ber min

Xudaneke sar daketye li ser min

 

Ew dikene ez mirûz im seba wî

Min dipirse ez nadimê caba wî

 

Berê da em bira bûn dil helal

Nolê şirkê avê ji kanya zelal

 

Ez sond dixwim vira li ser şiklê te

Ji hurîya çetr kenê heru ‘eqlî te

 

Bi evînt weten hiz kin ji vêna te

Mi be serkin em her cara nêta te

 

Kuştina şair û nivîskar Wezîrê Nadirî ya di sala 1946an de ji alîyê dijminê desthilata Sovyetê û neyarê kurdan ve di nav kurdên Qafqasya Rûsyayê de bûyereka giring bû. Tesîreke mezin kiribû li ser dil û hinava xelkê. Qaçax hevrêyê dilsoz ê Wezîr bû, di vê lîrîka xemînîyê de evîntîya biratîyê ji nav hinava wî diherike û ji Wezîr re neqil dike û naçar bûye li gel wêneyê gotûbêj bike û jê re bilorîne.

 

Di şiireka navê wê “Klama Îgrîdaxê” de Qaçax wiha dibêjê:

Delo, lo, lo , lo, lo, lo wayê, li min wayê

Îsal heft salê teşkîleta kurdan e

Li bereka Îgrîdaxê ne tê kuştin, ne tê rayê

Dinê, mêr dizanin nav, dengî Birahîmê çê

Ferzende Hesen Nûrî – Şêx Zahir

Bela bûye dozde qralê ecnebî li dinyayê

 

Gelo me nizanibû şert – şûretê

Dewleta Romê wê li me ha be

Em ê cabekê bidenê, bila êla kurda

Li Enadolîyê rabe

Heyfa min tê bereka Îgrîdaxê

Li teşkîleta kurda, nalîyêd ‘eşîra

Na wella dîsa bavê ‘Edo, kekê Memê

Ne li nav e

 

Dilê min tu dilî nehebîne

Dora koçka kekê ‘Edo Gulê bîne

Heyfa min tê bereka Îgrîdaxê

Li teşkîleta kurda, li alîyêd ‘eşîra

Na wella dîsa kekê ‘Edo

Ev tu nîn e

 

Klama Îgrîdaxê poyemek e ji zêdetirî dused rêz şiir pêk hatîye. Qaçax di sibata sala 1962an de li Êrîvanê hûnandîye. Çîroka şiirê behsa şoreşa kurd a di sala 1930an a di bin fermandeya Îhsan Nurî Paşa de dike. Tirkên Kemalîst bi agir û hesin gelek kes kuştin, zêde kes koçber bûn, serekê şoreşê pena bir ber Îranê û li wir bû penaberê siyasî.

Ev peçeşiir pêşgotina poyemê ye. Dahênana şiira Qaçax di wê de ye, ev pêşgotin li ser destûra “lawik”ên bakurê Kurdistanê û “heyran”ên başûrê Kurdistanê hatîye danîn. Di xwendinê de bi eşkere diyar e wekî tu bêjî gundîyekî millî yê nexwendawar vê lawikê hûnandîye, lê ji naveroka wê ev derdikeve ku xwedîyê wê rewşenbîrekî zana û xwedî şiyan e. Mebesta şair ji Hesen Nûrî, Ihsan Nûrî Paşa ye. Îbrahîm û Şêx Zahir dibê yaverên Îhsan Nûrî yan cengawerên şoreşê bin. Her wiha navê ‘Edo û Memo derbas bûne, bêguman ev jî cengawerên şoreşê ne. Enadol jî navê coxrafya beşê Asyayê yê Tirkîyê ye, bakurê Kurdistanê hemî di wî beşî de ye.                                 *     *     *

Qaçaxê Mirad, şairekî rind û rewşenbîrekî berçav û rojnamenivîsekî zîrek bûye. Midetekî zêde jiyana xwendewarîyê di rojnameya Rya teze de derbas kirîye. Yek ji wan şairan e di şiirê de beşdarî di avakirina şiira nav civata kurdî ya Qafqasya Rûsyayê de kirîye. Di pêş de xwedîyê meşqa şiira millî bûye, şiirê ji folklorê cihê nekirîye. Lê piştre şiira kurdî gihandîye wê sevîyeyê ku di pêşerojê de dibin klasîk, bi manaya şiirê sevîya bilind a çîna xwendewar. Qaçax di şiirê de hemî kêşên xwemalî bikar anîye, di qafîyeyê de dewlemend e û di rewanbêjîyê de xwedîyê rêbaza xwe ya taybetî ye. Îstîfade ji hemî ew neteweyên zimanê wan zanîye wergirtîye.

Ji Kurmancîya Xwarê li ser/ji bo Kurmancîya Jorê Ziya Avci (Elîşêr); çavkanî Prof. Maruf Xeznedar, “Dîroka Edebîyata Kurdî”. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev