Sîyahpoş û Çêrista wî -1

Sîyahpoş û Çêrista wî -1

Nivîskarê malpera me yê nû Seyid Kafî Elewî 2 gotarên delal ji malpera me ra nivîsîne. Em beşa pêşin a gotara duduyan îro çap dikin, beşa wê a din emê sibê çap bikin. Fermo, hûn jî wek karmendên malperê lezetê ji xwendina gotarê bibînin:

Seyid Kafî ‘Elewî

Pêşgotina Rêka kadiz pirre ji istêr û gerokên geşin ku hêşta ronahiya wan liber hegerên curbercur bi başî negiheştiye me û me ew nenasîne. Lê eger me bêhnekî fireh hebît û esman jî sahî bît, em bi hûrglî li wê rêkê binêrrin, hindek çirûsk diyar diken ku bo çêtir dîtina wan hewceyî bi emrazên xasme xo heye. Hingê ye ku mirov pêdihesît ew çirûske jî istêr yan gerokekî geşe weke hemî istêr û gerokên dî, ku heta nihe me nedîtiye û ji ronahiya wê bê par mayne. Li mêjûya edeba kurdî da jî pirr zana, alim, helbestvan, nivîskar û… hene, ku wek istêrek geş diteysin, lê em li ronahiya wan bê behre mayne. Bo nasîna wan me hewceyî bi emirazên lêkolînê heye. Gelê me, geleke, ku li dirêjiya mêjûyê da, liber hegerên xasim, para pirr nexandî maye. Lê dema mirov li nava xelkê digerît û guhê xo ser axivtinên wanda digirît, pê dihesît ku navê hindek helbestvan, zana û aliman tînne ser ziman ku heta nihe li mêjûya edebî ya nivîskî da çi basek li wan nehatiye kirin û eger hatibîte kirin, hindike. Yan hindek car hindek helbest û babetên edebî tînne ser ziman ku xudanê wan nenase. Bo peyda kirin û nasîna wan helbestvan, alim û zanayan û babetên edebî ku gel, basa wan diket, em dibît lêbikolin;

ku evê şolê jî hewceyî bi demekî dirêj û bêhnekî fireh heye Nêzîktirîn û hêsantirîn rêka nasîna wan kesayetiyan, melevanî kirin linav behra rûperrên pirrtûkên mêjûyî û edebiye, bîhanî û xoyanî ye. Helbet hertim li vê rêkêra em nagehine desthatekî berbiçav. Îca bo giheştin bi akamê em dibît li nav xelkêda dest bi pirs û pirsiyaran biken û sera refikan û sandqên toz girtiye kevne mala, xasma binemalên xandî û dilsoj biden, çunku ewan çêtir şiyane mîratên rabihorî li agirê xezeba hêrişên dirrindane ye mişka û hilhilînê biparêzin. Yek ji helbestvanên kurd ku xudan meshefe û meshefa wî dinav xelkêda belav nebûye, belê xelk hindek helbest û xezelên wî tînne ser zar û basa wî diken, “Siyahpoş “e. Dema mirov bo nasîna Siyahpoş linav pirrtûkên mêjûyî û edebî digerît, tinê hinde dest mirov dikevît, ku helbestvanek kurd hebûye û navê wî jî “Siyahpoş “e û çend helbestên wî jî bi curekî nivîşkan hatine nivîsîn ku ew pêzanîn jî mirov têr naken. Gelo, Siyahpoş kê ye? Xelkê kîderêye? Çi tiştek li wî bicî maye? Evana ew pirs bûn ku li mejiyê minda derbas dibûn. Bo peyda kirina bersivê min perên pirrtûkan lêkdan û li du pirrtûkanda rastî navê Siyahpoş hatim. Pê wan agadariyane suknayî nehate ber dilê min. Min derheq Siyahpoşî li gelek kesê zana, şareza û dunya dîtî û dilsoj pirs kir, lê mixabin li van pêzanînane zêdetir, çi tişt dest min neket. Heta midehekê berî nihe, bi gotina pêşiya; “kev darê ket “ji layê dostekî hêja kopiya sê destxetan, yên

sê hozanivanên kurd “Siyahpoş, Sewadî û Selîmî “giheştine destê min…”1 Çend salan piştî nivîsîna babeta jorî û destkevtina hindek agahiyên baştir liser “Siyahpoş “min birryar da, ez wê amade bikem û li gor karîna xo, pêzanînên zêdetir bêxime ber destê xandevan û hogirên edebiyata kilasîke kurdî. Bo vê mebestê min hewil da ez nivîs û zanyariyên nivîser û lêkolerên kurd, bitaybetî liser Siyahpoş berhev bikem û ronahiyekê bêxime ser jiyan û kesatiya wî. Berî her tiştî em binêrin ka lêkoler û nivîserên me Siyahpoş bi çi awayî dane nasandin û çawa basa çêrista wî kirine û kîşik gotin cihê bavirî û nêzîk li rastiye, ku em bişên dem û cî û dewranê nivîsîna çêrista wî diyar biken. Mamosta Zeynelabidîn Zinar nivîskarê pirtûka “Nimûne ji gencîneya çanda qedexekirî” dinivîsît: “Yek ji helbestvanên kurd yên bi nav û deng, Siyahpoşe. Herwiha helbest û xezelên di wî bi zargotinî li nav xelkê digerin û jê tê peyvandin. Lê sed heyif û mixabin navê wî jî mîna navê gelek nivîskar û helbestvanên kurd yên din, di şevereşa dîrokê de temartî maye. Heta niha ne nivîskarekî kurd û ne jî nivîskarekî biyanî tîrêjek ruhinî yê bernedane ser û liserê agahdariyek pê bawer ne nivîsiye. Tenê Pirofsor Qenatê Kurdo di Tarîxa Edebiyata Kurdî-1 de, çawa ku me got derbarê wî de bi kurtê hinek nivîsiye û helbesteka wî jî weşandiye. Wê helbestê jî, ji pirtûka Kamiran

1 – Eve destpêka nivîsînekê min sebaret nasandina ” Siyahpoş ” ye ku sala 1997 ê li govara “Sirwe” hejmarên 136, 137, 138 da hate belavkirin ku têda bi berfirehî basa naveroka çêrûngê hatîye kirin û -herwiha paşê jî hemû xezelên Siyahpoş bi her du rênivîsên ebcedî û latîn hatne weşandin.

Bedirxan a bi navê “Fêrbûna Zimanê Kurdî “wergirtiye. Di nav destnivîsarên berevokên me de pênc bend helbestên Siyahpoş hebûn. Lê di kutasya hindek ji wan de navê “Sewadî “û navê “Suweyda “derbas dibe. Lê di sernavê li pêşî de nav bi “Siyahpoş “e. Îca me nezanî ka ew nav yên wîne yan navên hin kesên din in! “2 Hêja “Zinar “paş van gotina her pênc helbestên bas lêkirî ku helbet gelek kêmasiyên wan hene û benda ku li Tarîxa Edebiyata Kurdî-1 ê daye, vê pirrtûkêda belav kiriye. Hêja Feqî Husên Saxniç, sebaret “Siyahpoş “wiha dibêjît: “Ji hozan û helbestvanên me yên kilasîk, yek jî “Siyahpoş “e. Vî hozanê hêja bi muxlesî “Siyahpoş “bikar aniye. Herçqas di hinek helbest û beytên xwe de, “Îranî “xebitandiye jî, lê bi giranî “Siyahpoş “li dawiya helbestên wî dixûye. Dibe ku navê wî yê esil ev be; yan jî navekî din hebe. Lê ji vî zêde tu nav bi dest me neketiye. Wisa dixûye ku lêkolîner û lêgerînerê wêjevanên kurd jî, heta dema me ji bilî Siyapoş rastî navekî din nehatine. Heger hatibin jî em rastî wan nehatine. Di nav gel de jî, ew zat bi navê “Siyahpoş “tê nasîn û cur bicur dabaş ji hunermendî û helbestvaniya wî tê kirin. Ji xwe, nasîna vî zatê mezin û helbestvanê hosta, ne di hindavê hunermendiya xwe de ye û ne jî wekî wêjevanên din bi nav û denge… “3

2 – Zinar- Zeynelabidîn- Nimûne ji çanda qedexekirî- çapa pêşî 1991- Suwêd- r 130 3 – Saxniç- Husên- Dêroka Wêjeya Kurdî- weşanên Enistîtoya Kurdî ya Istenbolê- çapa yekem- 2002- r 431

Rehmetî Saxniç di dirêjiya nivîsîna xwe da, baldikêşîte ser nêrîna Pirofsor Qanatê Kurdo û paşê jî basa mêjûya nivîsîna çêristê ji layê Siyahpoş diket û dibêjît; … Dîsa ji pênûsa wî, em dûynekê ji destana Seyfulmulûk hildin destê xwe û liser rawestin. Ew dûyin wiha hatiye nivîsandin: Muelim da bi dest wan lewhê sîmîn Bi carek elf û bê kirine telqîn Ji vê dûyna jorîn, rêza paşî, bi hesaba ebcedê reqema 1205 ê derdikeve. Tê gotin ku ev reqem, bi salên koçî, roja nivîsandina destana Seyfulmulûke. An jî roja ji dayîkbûna wîye. Ev roj beranberî 1791 ê zayînî dike. Nexwe ev zat dawiya sedsala 17 dan li cîhanê bûye û ji nivîsandina berheman jî paşve nemaye. Bi vê rewşê û bi van şîroveyan dema jîna wî hate zanîn. Derbarê ji ku bûna Siyahpoş de, gelek gotinên têvel tên kirin… Bi cudayî hinek kesan “Siyahpûş ji gundê dora Sîpanê Xelatê ye “û kesinan jî, ji herêma me ye Farqînê ye digotin… Siyahpûş ji Îranê ye. Lê ji kîjan herêmê ye, belge û şirove bi dest me neketin. Em mecbûrin dîsa serî li gotinên di nav gel de bidin. Giraniya van gotinan liser bajêrê Urmiyê radiwestin…4

Rehmetî “Baba Merdox Rûhanî “di pirtûka “Tarîxa Meşahîri Kurd “da dibêjît: “Muhemmed Cewad Siyahpoş, edîbek zana û helbestvanekî bihêz bû ku li Bexdayê dijî û sala 1246 ê koçî çoye ber dilovanî ya xudê. Ev şair li

4 – Saxniç- Husên- Dêroka Wêjeya Kurdî- weşanên Enistîtoya Kurdî ya Istenbolê- çapa yekem- 2002- r 432-433-434

fenê peyivînê, li wan; medh û qedh û pesindanê, şarezayîyek tam hebûye. Ger ku ehlê terîqetê nebûye, lê bi curekî bêheval keyifa wî, li arifê xudanqedr “Mewlana Xalid “hatiye û lidemê wefata wî da qesîdeyek pirrbar û rewan bi zimanê erebî, pê vê destpêkê vehûnaye; Xedeynelhewa! Xeffel xelîtul meazid We itlalu ehbabin heweyte hewamidu 5 Helbet ev agahî yên Baba Merdûx, pirr giran bihane, kesê berî wî, di pirtûkên dîroka edebiyata kurdî da, basa helbestên erebî ye “Siyahpoş “û navê wî nekiriye.

Di destpêka pirtûka Siyahpoş bi navê “Seyfulmulûk û Melkexatûn ” ku Weşanxana Nûbihar çapkiriye, liser jiyana wî viha hatiye nivîsîn: “Siyahpoş ” jî yek ji wan şairên me yên kilasîke, ku di edebiyata kurdî ya kilasîk de çawa di derheqê gelek şairan de agahdarî û nîşanî bi dest me neketine, di derbareyê cihê Siyahpoş lê hatiye dunyayê de jî tiştên ku me piştrast bikin mixabin nînin. Pirofsor Qanadê Kurdo, di berhema xwe Tarîxa Edebiyata Kurdî de hema em bêjin tu agahdariyan nade di derheqê vî şairî de. Derbareyê wextê jiyana wî herçend tarîxa ku me ji vê berhema wî derxistî hebe jî, di derheqê bajar û herêma Siyahpoş de gotinên cûrbecûr hene. Ji gor hindekan ew ji “Diyarbekirê “ye. Ligor Celîlê Celîl û Feqî Husên jî ew ji devera “Urmîyê “ye. Celîlê Celîl dibêje navê wî yê rast “Muhemmed Cewad “e û ew xelkê “Urmiye, Têrgewer, Mêrgewer û Selmasê “ye.

5 – Rûhanî (Şîwa)- Baba Merdûx- Tarîx Meşahîr Kurd- derpêç 1- çapa Sirûş- Tehran 1364(1985)- r 318

Birastî jî mirov herçend di vê babetêde nikare tiştekî bêguman û bê şik bibêje jî, mirov gava berhemên wî dixwîne dihête dîtin ku hitmal heye ku ew ji herêma aliyê Urmiye û Mêrgewerê be. Lewra herçend ev şaire şairek kilasîk be jî di dema jîna wî de li herêma Diyarbekirê ziman û diyalektek wisa hitmalek zeife ku hatibe karanîn. Lê dîsa jî tenê ji ber zarave û devokan mirov nikare şairekî liser cihekê mohir û qeyd bike. Anku di derbareyê cihê ji dayikbûna Siyahpoş mixabin em xwedî agahdarî yên piştrastker nînin… “6 Seydayê hêja, Celîlê Celîl jî di pêşgotina pirtûka xo ya Siyahpoş binavê “Seyfulmulûk “da viha basa “Siyahpoş “diket; “… Yek ji wan hilbestvanan, ku navê wî nû tê naskirin Siyahpoşe. Hunermendek, ku bi hunera xwe ye hilbestvaniyê siteyirkek ronake di govka lîtiratûra kurdaye berfireda. Navê Siyahpûş heta naka ji rewşenbîrên kurdara him nas bû û him jî nenas bû. Nas bû, ji ber ku navê wî di hine pirtûk û wutarada, rex rêz navê hilbestvanên kilasîkên kurda carina dihate bîranîn. Nenas bû, ji ber ku heta vê paşwextiyê ji hilbestekê, yan jî ji xezeleke wî zêdetir tu tişt ji xwendevanên kurd ra nas nebû, îşaretek û zanistîke berfire li ser jiyana wî û hozanivaniya wî li destê rewşenbîrên kurda tunebû. Vê paşwextiyê li ser Siyahpûş bi çelengî tê behs kirin. Dastana ûye mezin bi navê “Seyfulmulûk” hiltînin ser zar… Çavpêketina pêşin bi vê destanê ra bandureke xûya li ser zanayan hişt.

6 – Amedî- Bedirxan- Siyahpoş, Seyfulmulûk û Melkexatûn- weşana Nûbihar- çapa yekê- 2006

Balkêşiya mezin, ku dastan li bal xwandevana pêşda anî, bû rêber û bingeh, ku zanyar û pisporên lîtiratûra kurda, Ebdulreqîb Yûsiv, Ebdulrehman Mizûrî, Reşo Zîlan, Enwer Sultanî û yên mayîn bi wutarên taybetî li ser Siyahpûş di govar û rojnameyên kurdî da pêşda bên, mînakan ji hilbestên wî çap bikin… “7 “… Wutarên ku li ser Siyahpûş hatine nivîsandin di bingeha xwe da hev dubare kirin û tiştekî giring ser jiyana wî zêde nakin. Ji wan wutara tê naskirin, ku navê Siyahpûş << Muhemmed>> bûye… Dîsa, ji beytekê em pêdihesin, ku pêşiyê ew li << Îranê>> jiye, lê paşê welatê xwe terkandiye û hatiye Bexdayê… “8 Seydayê Celîl, liser war û welatê Siyahpûş, dibêjît; “… Gotinên zanyara û axavtinên di nava gel da li ser vê pirsê bi hev nagirin. Ebdulreqîb Yûsif û Reşo Zîlan ji melle û zanyarên olê bihîstine, ku Siyahpûş xelqê << Silîvan (Farqînê) >> bûye, ji herêma << Narikê>>. Ji ber vê jî, gorî bihîstina Reşo Zîlan, melle jêra gotine Siyahpûşê Silîvî. Mamosta Cegerxwîn, bi şedetiya Reşo Zîlan, welatê Siyahpûş, Hekarî hesab kiriye. Ser bingeha lêkolîna çavkaniya dîrokî li ser devera Hekariyê û taybetiya ziman-zarava dastanê, Reşo Zîlan tê li ser wê baweriyê, wekî gotina mamoste Cegerxwîn ji bona rast bê naskirin, çavkanî lazmin. Zanyar lêkolînvanên Alman, Yêvginî Pirûm û Albîrt Sotsin, sed û pêncî sal berê dîtineke nû li ser welatê

7 – Celîl- Celîl-Sîyahpûş, Seyfulmulûk- Wîyen-2000-r5 8 – Heman jêder- r7

Siyahpûş nivîsîne. Wana ji devê xelqê Kurdistanê bihîstine, ku Siyahpûş xelqê Amêdîyê bûye. Ser bingeha van malûmatiya, em çar deverên ji hev dûr, ku ew bûne cî-warê Siyahpûş, dibînin: Farqîn, Hekarî, Amêdîyê û Îran. Bi berhevdana van gotina dikarin bên ser bawerîkê. Siyahpûş li dastanêda wek nasnaveke nû tîne ser ziman, ji xwera dibêje “Îranî “… … Baş zanîna zimanê Farisî, şedetiya wê yekê dide, ku ew yan xelqê Îranê bûye, yan jî demeke dirêj li wê maye. Ji ber kurmanciya wî ya delal dûr nîne, ku ew ji herêma Îranêye bakûr rojavayê, ji der-dora Urmiyayê bûye. Herêma zaravê kurmancî li Îranê, bi giştî dikeve li jorî Urmiyayê, ji aliyê Turkiyayê nêzîkî herêma Serhedê ye… 9 Seydayê Celîl, herwiha lidor serdemê jîna Siyahpûş, û nivîsîna çêristê, li zarê seyda Ebdulreqîb û seyda Reşo Zîlan dibêjît; “Li ser dema ku Siyahpûş jiye û hilbestên xwe nivîsîne, hine zanyarî dest meda hene. Ji çavkaniyên erebî tê zanîn ku li sedsaliya nozdê, di nîveka pêşin da li Bexdayê hilbestvanek bi nasnavê Siyahpûş hebûye û navê wî Muhemmed Cewad bûye. Sala mirina wî sala 1247 ê hiciriye (sala 1831 — 1832 bi hesabê xaçparêziyê). Siyahpûş Muhemmed Cewad mêla wî li ser terîqeta Mewlana Xalid bûye û hilbestek bi zimanê erebî ser mirina Mewlana Xalid nivîsiye… … Dîroka nivîsandina xwe Siyahpûş bi hesabê ebcedê daye xûyakirin. Reşo Zîlan bi çend rêkan hesabkirina ebcedê cêrbandiye û dîroka sala 1200

9 – Celîl- Celîl-Sîyahpûş, Seyfulmulûk- Wîyen-2000 – r 9

ê hicirî jê derxistiye. Wek ew dibêje… Derdora salên 1800 ê zayînî, nêzîkî rastiyê ye, ku Siyahpûş dastana xwe nivîsîbe… Pirtûka ku Enstîtûya Kurd ya Istenbolê çapkiriye ji van beyta sala 1205 ê hicirî. (1790 -91 bi saljmêrê xaçparêziyê) derdixe… “10 Siyahpoş kê ye? Xelkê kîderêye? “Siyahpoş ” texelus yan navê berniyase helbestvanekî kilasîke dawiya çerxa hejde û destpêka çerxa nozdê zayînî ye. Ew li vê malkê dibêjît; Munewerkî bi rehmet ya mumeced Ji nûrê me’rifet qelbê “Muhemmed” Diyar dibît, navê wî “Muhemmed”e û li dergaha xudayê xwe nizayê diket ku bi nûra me’rifetê (xudê nasînê) dilê wî rohnî biket. Hate gotin, ku Baba Merdûx di pirtûka “Tarîxa Meşahîr Kurd” da basa helbestvanekê binavê “Muhemmed Cewad Siyahpoş” kiriye û dibêjêt; ewî qesîdeyek bi zimanê erebî paş wefata Mewlana Xalid di sala 1242 ê koçî di pesnê wî da gotiye. Di malikek wê qesîdêda helbestvan işareyî navê “Cewad” diket û dibêjît; Ecade yera’î fî resai we enî el Cewad wela yerqî lima ena wacid (Çi evîndarekî dî, nikarît wek min, “Elcwad” wiha bi xoşikî, şîngêrî yê biket) Dîsa Baba Merdûx dema basa Mewlana Xalidê Neqşibendî diket navê hejmarek kesan wek xelîfeyê wî rêz diket û didite nasîn.

10 – Celîl- Celîl-Sîyahpûş, Seyfulmulûk- Wîyen-2000- r 10,11

binavê “Seyid Cewad Siyahpoş”e. Baba Merdûx ewî wek edîb û şairê bexdadî didete nasîn. Xudanê tefsîra “Rûhul Me’anî”, “Seyid Mehmûd Alosî “navdar bi “Ebî Sena”ku ew jî neqşî bûye û digel Siyahpoş li serdemkê li Bexdayê jiyaye, di pirtûka “Elfeyz Elwarid”da, ew qesîda ku “Siyahpoş” bo şîngêriya Mewlana Xalid nivîsiye, bi zimanê erebî di 276 peran da şirove kiriye û di destpêka wêda, pesnê helbestvanê qesîdê didet û dibêjît: “Ev qesîdeye wek heyva çardeşevî, wek xunçeya nebişkivî gelek hûrbînî yên sofîzmê û zanistan li xwe girtiye. Xoşbêjî û rewanbêjî li hev civandine. Ev qesîdeye sertir ji qesîdên Emrulqeys û Emro bin Kulsûme. Nivîsîna xwe da serkêşê wêjeya dewrana xwe bû û di edebê da xudan rolekî baş bû. Seyidekî necîb û neseb xoştivî ji nesla seyidên giranqedr, “Seyid Muhemmed” navdar bi “Cewad”… Wî bi wê helbestê şîngêriya cenabê qutbê bazneya rêberiyê kir. Wî bi vê helbestê bo rêberê rêvîngiya çona ber bi şahê şahan û perwedgarê aferîner kir. Ew zanayê ku kar bi zimanê xwe dikir… Ew xudanê du hikmetên “Zanist” û “Kiryar”ê bû. Ew bo min seyda û rêber û peywendîdar bû. Ewê serweriya zahir û batin qazanc kir… Sûnd bît, eger “camêrî” heyva çarde şevî bît, ew seywana wê ye. Eger “camêrî” gogek bît, ew navend û bazna wê ye. Eger “camêrî” bêjeyek bît, ew avahiya wê ye…” Seyid Mehmûd herwiha di perê 249 ê da, di şiroveya malika; Ecade yera’î fî resai we enî el Cewad wela yerqî lima ena wacid Dibêjît; “Elcewad” yanî dest vekirî “camêr” û işarete bi berniyasbûna helbestvan di nav xelkêda

ye ku bi “Seyid Cewad Siyahpoş” dihate nasîn. Ew Seyidekî sehîhul nesebe.11 Seyid Mehmûd Şukrî Alosî dibêjît; Şêx Muhemmed Seîd kurê Şêx Ehmed kurê Şêx Ebdullah Suewydî, yek ji Şêxîn Neqşibendî, xadmê şerî’eta Muhemmedî, rênîşanderê giregiran, serçav jêderan, … Helbestek di pesnê pêxemberê islamê (s. x) bi erebî gotiye; علامات اخلاص الثنآء لها رفع لجزم انخفاض السول او نصب المنع نیة ینجاب فی مظهر الخفا سناها اذا فی المصطفی خصها السمع عنان العلی عهد الولا شافع الملا مزیح البللا یحیى البلا لو بلا النفع Ewî, xandina xo bal bab û zanayên dewranê tewaw kir. Berhemên wî “Îsaliltalib Lilmetlûb” li tesewufê da, pirtûkek “Hedîs” û hindek dî. Sala 1180 ê li dayik bûye û sala 1246 ê çoye ber rehmeta xudê û li goristana Kerxê hatiye veşartin. Rehmetî, xelîfî şêxê meşayxa, Şêx Xalid Neqşibendî bû. Midehê çend salan dersibêjê medresa “Cami’ ya Dawûd Paşa” bû. 12

11 – Hesenî Alosî- Seyid Mehmûd, Şêxulislam- Elfeyz Elwarid- şerha qesîdeya Sîyahpoş bo şîngêrîya Mewlana Xalid- sala 1278 ê- pirtûkxana zankoya Pirîston- jimare (3210107793113). Seyid Mehmûd kurê Ebdulla Alosî, navdar bi Ebî Sena Şehabedîn Alosî, xudanê pirtûka Rûhul Meanî fî Tefsîr Quran û Seb’e Mesanî. Alosî bi Şêxul Ulema li Iraqê hatîye nasîn. Sala 1217 ê k (1802 z) li dayk bûye û sala 1270 ê k (1845 z) wefat kirîye û merqedê wî li Kerxê ye.

12 – Meskilezfer, Alosî, Seyid Mehmûd Şukrî, Metbe’e Adab, Bexdad 1348 k (1930 z), p 80

Seyid Muhemmed Seîd Rawî Bexdadî, ku çerxa 18 ê zayînî li bexdayê dijiya, dibêjît; Şêx Muhemmed Seîd kurê Ehmed kurê Şêx Ebdullah Suweydî, yek ji meşayixên neqşibendî û xadmê şeri’eta Muhemmedî, serkêşê alimên navdar û cihê baviriya bilîmetan, li ber destê babê xo û zanayên dewrana xo rabû. Sala 1180 ê k, li dayik bû. Helbest digotin û qesîdeyek di pesnê pêxember (s. x) gotiye. Pirtûka “Îsaliltalib Lilmetlûb” li tesewufê ya wîye. Ew xelîfê Şêx Xalidê Neqşibendî bû. Dersbêjê “Cami’ Dawûd Paşa” navdar bi “Cami’ Xizir Ilyas” li layê rojava bû. Sala 1246 ê k, liber nesaxiya taûnê wefat kiriye û li meqbera Kerxê hatiye veşartin.13 Govara “Luxetulereb” da, di nasandina Şêx Muhemmed Seîd Suweydî da hatiye nivîsîn; Şêx Muhemmed Seîd kurê Ehmed kurê Şêx Ebdullah Suweydî, sala 1180 ê k–1766 ê z, li dayik bûye û yêk ji rênîşanderê terîqeta neqşibendî bû. Di zanista sîma û tesewufê da kesekê diyar bû û liser destê Şêx Xalidi terîqet vergirtibû. Bal, bab û mamê xo, Şêx Ebdulrehman û kesên dî xandina xo tewaw kir. Midehekî dirêj dersbêjê “Cami’ Dawûd Paşa” bû. Pirtûka”Îsaliltalib Lilmxlûb” li dor tesewufê yêk ji pirtûkên wî ye. Helbesta ku di pesnê pêxemberi (s. x) da gotiye li ser zarê xelkê ye. Sala 1246 ê k/1831 ê z wefat kiriye û du kur; Şêx Neiman û Ehmed li wî bi cî mane. 14

13 – Tarîx Elusrul’ilmîye fî Bexdad, nivîsîna Seyid Muhemmed Rawî Bexdadî, amadekirina Dr.’Imad Ebdulselam Reûf, Darulşuûn Elseqafîyel’ame, Bexda 1997, çapa yekê, p 167 14 – Luxet Elereb, Govara heyvane, Edebê, Zanistî, Tarîxî, sala 1331ê k (1913ê z)

(dûmayîka vê gotarê emê sibê çap bikin)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *