Tariq Cewher: Dibe ku şerê Îraq û Kurdistanê derkeve

Tariq Cewher: Dibe ku şerê Îraq û Kurdistanê derkeve

Her ku têkilî û danûstandinên di navbera rêveberiyên Bexda û Hewlêrê de zêde dibin, nîqaş û nêrînên li ser aloziyên di navbera herdu aliyan de jî zêdetir dibin.

Şêwirmendê Ragihandina Serokatiya Parlementoya Kurdistanê Tariq Cewher diyar kiriye ku nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê yên li ser Deşta Nînowayê çareser bibûn, lê piştî ku şerê li dijî Daişê ber bi dawiyê ve diçe, ev nakokî careke din peyda dibin.

Tariq Cewher daxuyanî daye Tora Ragihandina Spûtnîka Rûsyayê û gotiye ku hikûmetên berê yên Beasî zilm û zordariyeke mezin li kurdan kirine û wisa diyar e ku ev rewş piştî çûna Beasiyan niha jî berdewam dike.

Şêwirmendê Serokatiya Parlamentoyê Tariq Cewher dibêje ku ew mecbûr bûn li dijî Daişê bi Artêşa Îraqê re hevkarî bikin, çimkî Daiş dijminê herkesî ye, lê wisa diyar e piştî vî şerî wê ev nakokîberdewam bikin û dibe ku di navbera Îraqê û Kurdistanê de şerek jî derkeve.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev