Man û Neman Her Bijî Rêziman -1

Man û Neman Her Bijî Rêziman -1

Mela Mihyedîn

Perwerdehiya Baş û Perwerdehiya Xirab

Ji demên berê heta niha hertim perwerdehî bûye mijara herî girîng ya netewan, ya olan û ya dewletan.

Pergalên pêşketî ji bo perwerdekirina zarokan heta ji wan hatiye perwerdehî hesan kirine, li ber dilê perwerdekaran perwerdehî şêrîn kirine. Kesên bi vê mantiqê tevgeriyane bi pêş ve çûne û bûne xwedî hêz. Kesên ku qîmet nedane perwerdehiyê û li ser nesekinîne tim û tim di bin sîwana yên peşveçûyî de mane û ji wan re xulamtî kirine.

Perwerdehî rêya serxwebûnê ji mirov û netewan re vedike.

Perwerdehî cîhana mirovan xweş û rengîntir dike.

Kesên bi perwerde, vê dinê ji xwe re dikin bihuşt û jiyaneke bihuştî li ser rûyê vê dinê ava dikin.

Polîtîkayên perwerdehiyê çiqasî baş bin ew çend mirov di nav dewletên cîhanê de dibe xwedî deng.

Heger mirov perwerdehiyek baş nedin û polîtîkayên perwerdehiya wan tim û tim xirab be ew kes jî dê muheqqek wenda bikin û dê tu carî negihîjin meqseda xwe.

Ji bo meqsedê binêrin Şêx Ehmedê Xanî çi dibêje:

“Ger dê te meqsûdek hebî lazim divê bikî bilez
Xesma te me‘bûdek hebî daim di emrê wî bibez”

Wekî Xanî jî dibêje divê em xebatên xwe bi lez û bez bikin.

Perwerdehiya xirab rêya bindestiyê ji mirov û gelan re vedike.

Perwerdehiya xirab cîhana mirovan reş û tarî dike.

Kesên bi perwerdeyek xirab mezin bûne, vê dinê ji xwe re û ji yên din re dikin dojeh û jiyaneke dojehî li ser rûyê vê dinê ava dikin.

Şêx Mûşerref El Xenokî di Mûqedîma xwe de wiha pesnê ilm dide:

“Bixwînin hûn di havîn û zivistan, nebê çêbe ji we yek rojî westan
Kesê xwende mûheqqeq her emîr e, nexwende her wekî pîvaz û sîr e”

Em dixwazin bibin çi?

Em ji bo pêşerojê çi dixwazin?

Bi gotina Şêx Mûşerref, em dixwazin bibin Emîr an dixwazin bibin Pîvaz û Sîr?

Şahê teyran Sîmûrg ji teyran re dibêje: “Wekî ehlê rê bikevin rê”

Em jî wekî ehlê rê bikevin rêya xwe û ji bo meqseda xwe xebatan bikin.

Lê em ê kîjan rê hilbijêrin ew meçhûl e?

Em ê bikevin rêya kesên serkeftî an jî em ê bikevin rêya kesên bindestî?

Divê neyê jibîrkirin ku rêya baş dê başî û xweşiyê bidê me lê rêya xirab ji nexweşiyê pê ve tiştekî nadê me.

Perwerdehiya Bakurê Welêt

Li Kurdistana Bakur gavên berbiçav yên perwerdehiyê bi avakirina Kurdî-Derê (TZP Kurdî) re dest pê kiriye. Ji dîroka 2006an û heta niha gellek mirov di bin banê xwe de perwerde kirine û îcazeta mamostetiyê daye wan. Bi vî awayî gellek bi xêra mamosteyan û komeleyê gellek xwendekar li vir perwerde bûne.

Gellek caran semîner, panel û konferans hatine li darxistin û bi vê sayê meraqa xwendevanên Kurdî hîn bêhtir geş kiriye.

Di van demên dawîn de tiştên xweş li komeleyê pêk dihatin. Komên dîrok û wêjeyê hatibûn avakirin û xebatên baş di van koman de dihat li darxistin. Lê mixabin ev geşbûn zêde dom nekir û bi destên pergala dewletê ev komeleya kedkar hate mohrkirin.

Kurdî-Der û Tzp Kurdî

Kurdî-Der giyan û laşê me temsîl dikir. Weke her ruh û giyanekî ew jî bi kêmasî bû. Herçiqasî xebatên baş dihat kirin jî ew çend polîtîkayên xirab hebûn ku xwendevan ji xwendina ziman dûr diêxist.

Yek ji wan polîtîkayên xirab Rêziman bû. Li komeleyê mijara herî girîng rêziman bû û ji hertiştî bêhtir li ser rêzimanê dihat sekinandin.

Bi vî awayî gellek kes bi saya Kurdî-Derê ji ziman bêhtir hînî rêzimanê bûn. Xwendevan her çiqasî diketin nav deryaya rêzimanê ew çend ji zimanê xwe sar dibûn.

Kurdî-Der dizanîbû ku ya dikirin şaş e, lê dîsa jî ji şaşiya xwe nedihatin xwarê.

Di perwerdehiya ziman de ya girîng axaftine ne rêziman e. Li hemû cîhanê bi piranî kesên rêzimanê hîn dibin axaftina wan qels e û kesên ziman hîn dibin jî gramera wan xirab e. Her du ne yek in û her du jî ji hev cuda ne.

Wekî mînak di nav gelê me de kesên herî xweş Kurdî dizanin û diaxivin gundî bi xwe ne û ev mirovên me perwerdehî ne dîtine. Lê li gel vê yekê gava ku meriv li kesên xwenda dinêre, ew kes jî ji rêzimanê wêdetir tiştekî nizanin. Tenê rêzimanê dizanin û axaftina wan jî zêde qels e.

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev