Kovan Baqî: Beşek ji romana min a BÊWEXT

Kovan Baqî: Beşek ji romana min a BÊWEXT

H.Kovan Baqî

Were, nê, bê; xwe dan bayê zemên, çûûûn, hew ma xelekeke biçûçik î vala li vê derkê. Qullikeke çûçikanî gerdûn xwar.  Naerêna. Em ne amin in ji vê, ji hebûnê, ji kuştina dê-w bavê. Va ye Dêrikereşkîgal li vir e, li vê quncika serî, a go em ji wê tên. Lê ka welatê tirba bav û dê, ka tirba welêt- Ka ma sût Ra? Min li nezarên hişê xwe toximê esrarê çandiye, hûn jî bihefidînin û mezin bikin go em bi hev re bifirtînin, ŞemsŞamaşEa. KAhûnMAvaySÛTimRAbûYEdaNAyê.

Himmm, FendGomoRabûye, ZeynSodoMÊ tî bûye. Kî ye, kî ye, ew ê go bavê te kuştiye? Ez caKamasûtra me. Ingeee. Ez ê dîsa te ji Nîrwana daxînim, te bibilînim û dinavanivînênavaxwederazînim, lê ez nikarim qesasê bavê te bibînim, bînim- ‘erdnîgara nava min û te, ‘erdnîgareke bêdawî ye. Vê ronkahiya tarî ne çavên min dikarin bitesilînin û bibînin, ne yên te. Heger çonga te’y rastê pir jan dide ka em ‘hebekî rûnên, KseneFendo. Go em rûnenên û çavên xwe negirin, em ê tiştên di xeyala xwe de jî gişkî wenda bikin. Fenûgma? Jiber’g xuliqandina min û te gunehekî mezin bû, Xwedayawerkê min û te cezayekî sermedî ji bo me guncan dîtibû; bi qelemtillîkên xwe li qlavyeyê HEBÛN nivîsîbû û paşê bi pişkokekê ew jê biribû. Di re’hîmê’d gunehê min û te sodom bû. Derbek do’m do’m hat em jê birin. Do do, mmm.

Me û DînDozOr û Seza’r seza xwar. Se’zar. Zarê me û zarê se. Se zzz ar. Zzzzt, se jî seza xwar. Derbek firçeya Mûnch, piffek ba, qîjîna zemên. Devê jinekê vebû û tiştek nema. Deng biliya. Ji niha-w wê’d Chaplîn wê çîrokê bidomîne. ŞoqeK û go’kalek. Na, go’palek. Devê me ji hev vebû. Şoqek û qîjînek din jî. Çavên se û devê xwedê. Ha hooo. Çavên se, hezar û du çîrokan dibên.

Her çîrokekê hezar û du caran jî jê dibin. Munch, hela devekî ji xwedê’r çêke û zarekî jî. Manîax Manî, axx ax! Çima çirayên te-w Fendûrarto tefiya ne? Manyax Fendkandalano, ma qey gopalê te-y razayî jî ji xew ranabe? Patî, a’j’te’r tazîMayram, dîsa çêbikin FendoManînîzam, go ez û ew daçikînin kokelên Babîlîan. Ga mir dêw biliyan. MêrÊdîn Zarahûstra, ka ji guhên min re bêj çîroka şivan. Şivên. Şîva. Şîvê bîn. Ha hoo, çoyê şivên qoçê berên! Xatûn li ser sînga şivên suwar bûye, pûrta sînga wî radike; gurzek, dudu, sisê. dêmeg tu ji min hez nake hii. Naxwe çima quzê te ji kêfan re difirre? Xulam e dêya qesasên bêfirên. Bi adan û ber in, di zik de şîn tên. Xwe bid alî Fendo, tên, têên, têêên! Xwedidên’ênbêfirên.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Hkovan Baki

Piştî xwendinê, karê wî yê sereke nivîskarî û weşangerî ye. Berpirsê weşanxaneya NA ye. Gelek pirtûkên wî yên edebî bi zimanê kurdî derketine.

Qeydên dişibine hev