Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî ra

Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî ra

Çendek pêșda bi rêya birayê hêja Mamosta Sero Qadir, Rȇvabirȇ Enistȋtoy Twȇjȋnȇwe ȗ Geşepȇdan-Kurdistan ( ȊRDK) nama min derheqa halê Șengalê û cvaka Ȇzdî da gihîște Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî.

Ez ji bersîva kekê Mesûd Barzanî bawarim ku ji bo pirsgirêka Șengalê û civaka Ȇzdiyên Bașûr wê di bin tawanê Herêma Kurdistanê da çareserîke maqûl bê dîtin. Wê sîstêmeke wusa Șengalê bê demezirandin, ku êzdiyên bi pișgirtya Herêmê bi xwe rêvabirî, parastin û ewlekarya xwe mîaser bikin.

Eskerê Boyîk, nivîskar

 

Nameya nivîskar Eskerê Boyîk

Ez nivîskarekî Kurd im.

Temenê min 75 sal e. Bêtirî 25 pirtûkê min bi kurdî hatine weșendin.
Ez li Ermenistanê hatime dinê, mezin û perwerde bûme. Niha li Almanyayê dijîm.
Jiyana min bi nava zanyar û nivîskarên Kurd e mezin, yên wak Erebê Șemo, Qanate Kurdo, Heciyê Cindî, Casimê Celîl, Șekroyê Xudo û gelekên din da derbas bûye.

Ew tev jî Kurdên Ȇzdî bûn.

Xewn û xiyalê teva azadiya gelê Kurd û Kurdistanê bû. Wan teva jî temamya jiyana xwe diyarî çand û zanyariya gelê xwe kirin û navê teva jî bi layîqî di dîroka çand û zanyariya gelê Kurd da hatiye nivîsar.

Berê jî dîrok ji êzdiya ra nekenyaye, lê van salê dewiyê li dora Kurdên Ȇzdî hewake neqenc çê bûye. Neyarê gelê kurd ji kurda aqiltir û aktîvtir kar dikin, her tiștî dikin, ku civaka Ȇzdî ji bingeha wî, netewa wî, weletê wî biqetînin û mixabin hinek șexsîyetên kurd jî alîkarya wê xîyanetê û bêtifaqiyê dikin..

Mezinên me tu cara ev bêtifaqî û lîstikê neyarê gelê Kurd temûl nedikirin. Ȇzdî ji civaka gelê Kurd der nedidîtin.

Wana jî dîroka pêșiyê xwe, dîroka Kurd û Kurdistanê û navda dîroka civaka Kurdên êzdî ya bi komkujiyan dagirtî rind zanibûn, geleka bi șexsî bûyarên komkujiya salên 1915-1920 î bi çavê xwe dîtibûn, çawa Ȇzdiyên Serhedê tevî ermeniyan ketin ber șûrê osmaniyan/ tirkan/ û alayên Hemîdiyan, ji wan gelek sêwîyê wan bûyaran bûn û sêwîxanan da mezin bûbûn.

Ez, wek nivîskarekî borcê xwe li ber wan hevalên xweye mezin û dîrokê dibînim û mecbûrim vê nemê cênabê wera binivîsim.

Zanim Herêma Kurdistanê niha pêvajoke pir dijwer ra derbas dibe û wezîfeke dîrokî ya pir bi giran para cenabê we ketiye.

-dijîtîya navbera Herêmê û Bexdayê, astengiyên ku Bexda Herêmê ra çê dike

-astengyên dagerkirên Kurdistanê

-îdarekirin û xweyîkirina bi mîlyona penaberan

-serê dîjî DAȊȘ ê

-kirîzên siyasî, aborî, nerazîbûn û dijîtiya hêzên herêmê û kurdî bi timamî, pirsgirêkên navxweyî.

-di rizgarkirina bajarê Mûsilê da rola here girîng.

-û pêra jî wezîfa dîrokî ya here girîng SERXWEBÛNA pareke KURDISTAN ê- mîyaserkina xewna gelê Kurd ya bi dewrana.

Dibe hinek bikenin, di vî halê dijwer da nivîsara vê nema min maqûl nebînin, lê ez mecbûr im dengê xwe bigihînim cênabê we.

Menya nivîsara vê nema min Șengal û pirsgirêka civaka Ȇzdiyan e.

Șerê paqijkirina bajarê Mûsilê nêzîk dibe û gengeșyên li dor pêșîroj û îdarekirina Șengalê jî aktîvtir dibin, xanê ye xêrnexwez jî karê xweyî aktîv li nav girûpên êzdiya da dimeșînin. Xwestina geleka Șengal ji Herêma Kurdistanê qetandin e.

Qetandina Șengalê ji Kurdistanê ji bo gelê Kurd: çi Kurdên êzdî, çi musulman șașîke dîrokîye here mezin e, min wek nivîskarekî kurd nedixwest ew nerastî di dema deshilatdarya we da pêk bihata.

Hûn ji min çêtir zanin çi hate serê Șengalê û ev pêvajoya du sala çawa biderbaz bû.

Eva du sale Șengalê bûye birîneke bi êș, birîneke kûr ketye dilê Ȇzdiyan.

Kereset li her weletî diqewimin, dibin sebebê wêranbûna welata heta kavlbûna șaristanyan. Lê çi li Șengalê qewimî ji bo êzdiyan ji kereasetê jî wêda bû, bi bêwîjdanî pêlkirina wê birînê bû, ku be dewr-zemana Ȇzdî pê êșyabûn û diêșin.

Du sal derbaz bûne êzdî ji wê derbê nikarin ser xweda bên, nikarin hêsirên xwe, hasten xwe, êșa xwe, giriyê xwe zevt bikin. Ȇzdî xeyîdîne. Xeyîdîne ji xwe, ku çima ji bo ewlekarîya xwe nefikirîn, gumana parastina xwe nedane li ser xwe, neyarê dewr û zemana hat, gihîșt e li ber derê wan, jiyana wan wêran kir, namûsa wan ra lîst , keç, bûk,zarok, daykê wan hêsîr bir, zilam kuștin, xeyîdîne ji serok, rêvabir, oldarên xwe ku rê nîșanî wan nedan, roja teng da wanra nebûn pêșîkar, xeyîdîne, gazinin ji rayedarên Herêma Kurdistanê, bêxemîya wan hindava êzdiyan û Șengalê da, gazinin ji pêșmergan /hêza kîjana bawar dikirin/, dema neyarê hov hiçûmî li wan kir ew neparastin, destevala di nav xezeba hov da hîștin, ne borcê xweyî leșkerî, ne yê netewî, ne jî yê wîjdanî xweyî derneketin, xeyîdîne ji qedera xweye giran, dîroka xweye wêran ya bi xûnê nivîsî, ku 50-60 sal carekê wan ber kataseteke malwêran dide sekinandin.

Ya here bi êș ew e, ku vê carê ev zulm dema deshilatdarya netewa wan: Kurdan da pêk hat. Ȇzdiya ev yek qet bawar nedikirin, fikira kesî ra derbas nedibû. Evê yekê tifaq û yekîtya gel nav êzdiyan da wêran kir. Bawarya êzdiyan hindava netewa wen da kușt.

Dema hukumdarya Kurdan, têrora here mezin di goveka Ȋreqê û Kurdistanê gund û warê Ȇzdiyan da hatin kirin.

Em çenda bîr bînin: Bûyarên li Șêxanê, Çîroka keça Ȇzdî ku bû bela serê Ȇzdiyan, 24 karkirên Ȇzdî birin li ber derê mizgevta Mûsilê bi hovîtî kuștin, bûyarê Zaxoyê, qetlyama Gire Zêr û Siba Șêx Xidirê ya 14 tebaxê 2007 a, û dewyê jî ev xezeba Șengalê ya here mezin.

Loma jî bawari nemaye …

Bawariya Ȇzdyan ji wan, ji axa kal-bavê wan, serok, oldar, rêvabir, șêx û pîr û rewșenbîrya wan jî nemaye, bawar nakin, gotin û sozên kesî bawar nakin. Ji gund û șênê xwe, axa pêșyê xwe, goristanê kal-bavên xwe direvin, netewa xwe direvin, ji Kurden musulman direvin ji bo dewrana bi nave musulmanyê birayê wan. kurdên musulman jî tevî ereb, tirk û ecemyn ew qir kirine.

Du sala zêdetir derbaz bûye hê bi hezara pîrek, zarok û zilamê êzdî hêsîrê DAȊȘ a ne. Namûs binemerdî hatiye binpêkirin.

Kê vî halî da be û wê bawariya xwe unda neke? Bêguman û bêhîvî nebe?

Kê wê amintiya xwe der-dora bîne?

Werên, em demekê xwe daynin dewsa wan û bifikirin…

Ji wê zulmê du sala zêdetir derbaz bûye. Hê tu pirsgirêk çareser nebûye… Yên wak kolê nava xezeba DEȊȘE da dizarin. Yên li bin çadirê nêylon da tazî- birçî, bêhîvî rojê xwe dimașînin, yên serê rê-dirbên berbi Ewropayê nizanin wê bigihîjine cî yan na…

Kuda herin, kuda birevin, ku wî bextê reș xilazbin, ku sibê –duspa ev malwêranî carke din dubare nebe?

Ev hemû destê neyar û xêrnexweza da bûne çek dijî Kurdayetiyê, herêma Kurdistanê, bi mîdiya xweye zane û bi mirovên xweye hazirkirî nava komên êzdiyan da karekî aktîv dikin.

Ev hal dilê min dêșîne.

Pirsgirêka Șengalê li navHerêma Nînovayê, tevî xirîstyanan u hindikayên din da çareserkirin dîsa șașiye, ji bo êzdî ji netewa wan tên qetandin.

Ez difikirim, ku tek Hûn karin dawîyê vê bêhîvîtîye, bêtifaqîyê, ji hev nefemkirin û vê neeyanîyê bînin. Gel We bawar dike…

Bo wê pêwîst e niha da elamkirina biryareke maqûl ya li nav Herêma Kurdistanê da bo xwe îdarekirina Șengalê. Ez hîvîdarim hûnê wek evdekî Êzdî nêzîkî vê pirsgirêkê bibin.

Pirsa here sereke ya ewlekarîyê ye, ku carke din ber qeziyake bi vî teherî nesekinin

Bi dewrana Ȇzdiyan ber xwe daye, weletê xwe, netewa xwe bernedan e. Rojên teng da timê netewa xwe ra bûne. Vê dewrana zanyaryê da destên xêrnexwez wan ji welat û netewa wan neqetînin.

Ez naxwezim tu pêșnyara bikim hûn ji min çêtir her tiștî zanin.

 

Bersîva birêz Mesûd Barzanî 

Birêz Eskerê Boyîk

Silavekî germ…

Bi rêz û pêzanînê ve nameya we yê birêz gihîşt ku di derbarê kêşe û karubarê xuşk û birayên me yên Êzîdiyan de, we pêşkêşî me kiribû. Spasî xemxuriya we dikim. Piştî wan karesatên li Şingalê ji aliyê terorîstan ve li ser xuşk û birayên me yên Êzîdiyan de hat, bi mixabiniyê ve xelkek dixwazin fitneyan bikin û Êzîdiyan ji resenayetiyê û Kurdbûna wan dûr bixin.

Agahdarî wan hewla me û ji wê yekê bawerim ku Êzîdî bi xwe rê bi wan nadin û hemû şiyanên xwe ve hewl didim ku xuşk û birayên me yên Êzîdî bawerî bi xwe hebin û ew beşekî ezîzên Kurdistanê ne û hêza Pêşmerge jî bi xwîna xwe çiyayê Şingalê û Şingalê rizgar kir û mustehîle rê bidîn dijmin êş û azarê bigihînin Êzîdiyan.
Ji bo xizmeta Kurd û Kurdistanê, hêviya tendirustiyê û temeneke dirêj ji bo we yên birêz dixwazim.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev