Hema weha!

Hema weha!

Fermo, nivîseke ku naşibe nivîsa tu kesî

Devliken Kelogirî

Min go:

“Qîza qereçî nabe xatûn” tu carî, ji qewla pêşiyan…

Û “her teyr bi refê xwe re difire” jî xweş e.

Pêşî û paşî bi hev re nameşe îro.

Lê xwezî mirov hay ji paşiya xwe hebe û pêş ve bimeşe.

Zahmet e, lê ne zor e.
Heger mirov paş ji bîr bike, wê nikaribe xwe bigihîne pêş jî.

Û kesên di navbera paş û pêş de dimînin jî, karê wan her tim paşûpêş dimeşe; du gav pêş ve, du gav paş ve, her li ciyê xwe dimînin.

Û qasî heq dikin qedir û qîmet bidin însên.

Heger na, wê xwe jî, we jî bilewitînin.

Dîsa jî, kî çawa bixwaze, kare weha jî bike-bijî.

Yekî yan yeke li ber stranên Emînê Erbanî dil bigire û di roja xwe ya herî romantîk de li ber stranên Emînê Erbanî qedeha şerabê ji evînê re noş bike, heqê me lê tune ye, em jê re bibêjin,

“Ma Emînê Erbanî û evîn?”

Belkî camêr an canik dema evîndar dibe tenê li reqsê difikire!!!

Hela! Hela!

Jixwe nav nivînan jî rengeke ji rengên reqsê ye.

Û evîna kurdan a herî pêş jî reqs e.

Wa ye dîsa bû qal û behsa “pêş”ê.

Le paş?

Haa berî hin zimanzan xwe aciz bikin û xwe li erdê xin, ez “le-lê” ji hevdu bidim veqetandin an bidim naskirin.

Yan jî, ez vê nivîsê bi vê mijarê nequrmiçînim.

Bila dengê gilî û gazinên min here seyda Enwer Karahan; bibore, seyda Enwer Karahan-î, bila ew were serê xwe ji bo min û we bi “le-lê”yan re biêşîne.

Jixwe meseleya “î”yê jî derket.

Çû ji min de weleh!

Mesele kûr e, dahwe giran e, ev maç maça Wan û Tetwan e.

Û…

Û…

Xetimîm!

Xwedê (ez pê nebawer im) jor bixetimîne, lê jêr nexetimîne.

Lê…

Le…

Lo…

A ev ji me kêm bû haa!

Îja loo!!!

Riataza

Derheqa nivîskar da

Devliken Kelogirî

Li zanîngeha Beykentê a Stembolê di beşa Sînema-Televîzyonê da dixwîne. Bi esilê xwe va ji Mêrdînê ye. Niha karê sînemayê û televîzyonvaniyê dike. Fîlmekî wî a bi navê "Xof" heye û herweha bi navên "Doxînsistîzm" û "Xwelîserîzm" du pirtûkên wî çap bûne.

Qeydên dişibine hev