Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Rewşa Kurdî roj bi roj diha baş dibe

Rewşa Kurdî roj bi roj diha baş dibe

Welat Agirî

Çanda miletekî di bin per û baskên jiyan, erf û edet û baweriyan de tê holê. Çand, mirov ji aferîdên din cihê dike, ji bilî benî adem tu mehlûqat xwediyê çandekê nîn e. Û çanda her qewm û gelî jî ji hev cuda ye. Şert û mercên jiyanê, fikr û ramanên gelan û ew cîh û warê tê de dijîn dibin sedemên vê cudabûyîna çandê.  Gelek taybetmendiyên çandê hene ku heke em çend heba binivîsin:

  • Çand milî ye
  • Çand zindî ye
  • Çand dîrokî ye

Heta vira, me hin agahî derbarê çandê û taybetmendiyê wê de da. Gelo pêwendiyeke çawa nava çand û ziman de heye? Yanî heke ziman nebe, ev mîlîbûn, zîndîbûn û dîrokîbûna çandê dikare hebûna xwe bidomîne? Na, naxêr. Ziman û çand bi hev re girêdayî ne û yek ji ya din nayê veqetandin. Bi çand û kultura miletekî peyv û gotin çêdibin, dibin hevok û zimanekî ava dikin.  Bi avakirina ziman ve erk û wezîfa zimên dest pê dike û em dikarin bişibînin wezîfa pirekê. Erê ziman wek pirekê çandê dide ser pişta xwe û ji nifşekê dighîne nifşeke nû.

Madem çand zimên ava dike, gelo herî zêde Kurd aliyê çandê ve dişibin kîjan miletî? Helbet bersîva me “Faris”e. Çimkî sedema yekemîn; zimanê me û farisî ji heman malbatê ne û a duyemîn jî; ew jî gelekî Mezopotamyayî ye û danûstandina Kurda herî zêde bi wan re heye.

Dîsa, dema em têkiliyên navbera Kurdî û Erebî dinhêrin, bi awayekî zelal tê xuyan ku bi qebûlkirina Îslamiyetê ve, gelek peyv û gotin ji Erebî hatine wergirtin. Û cîranê me ê din jî Tirk û zimanê wan…

Baş an xirab, ev hezar salî zêdetir e, em û Tirk li ser heman axê jiyana xwe didomînin. Di vî hezar salî de helbet me gelek tişt ji wan hildane û wana jî ji me. Yanî ev danûstandina çand û ziman tiştekî xwezayî ye û nayê sekinandin. Pey vê ravekirina kurt, dixwazim bêjim, ku gelek peyvên Kurdî hene ku eynî wextî de ji aliyê Tirkan ve jî tên bikaranîn. Lê di zimanê nivîskî de, em Kurd, newêrin wan peyvan binvîsin û zimanê xwe bixemilînin. Ji wan peyvan yek jî “diha“ye.

Ev heftê borî pirtûka bi navê  “Folklor û Deba Moksê “ destê min de bû ku ev pirtûk di sala 1911an de ji aliyê  Î.A. Orbêlî hatiye nivîsandin û pey re birêz Têmûrê Xelîl ew wergerandiye Kurdî. Di vê wergerê de ez rastî peyva “diha” hatim. Diha baş, diha rind, diha xirab….

Birastî wek Kurdekî Bakûrî, ez xwe dizanim nizanim, em vê peyvê di axaftina rojane de bikartînin. Lê heta xwendina vê pirtûkê min ev peyv di nivîseke din de nedîtibû. Di wergerê de ji bilî diha, peyvên wek teglîfkirin, dayîre, qoş jî hebûn ku bi zêdeyî zimanê axaftinê de cîhê xwe digirin, lê zimanê nivîskî de kêm tên bikaranîn.

Gelo çima zimanê nivîskî de kêm in? Dibe ku sedem tirs be. Ji ber ku me forma wan peyvan a nivîskî cara ewil di Tirkî de dît. Mînak; daha guzel, daha kotu…Û birastî belkî bi sedan peyv hene ku me ew kirine malê Tirkan û dema yek ji me bikar bîne jî em bi nezaniya xwe dibêjin ev Tirkmancî ye. Xwedê kêmasiya Kurdên Sovyetê nede, dema em van gotinan pirtûkên Kurdên Sovyetê de dibînin hinekî dilê me rehet dibê. Erê Kurdên Sovyetê, belkî sed salî zêdetir e ji Tirkiyê û zimanê Tirkî dûr in. Bi vê dûrbûn û Tirkî nezaniya wan ve, kes nikare bêje ew peyvên ew bikartînin jî Tirkmancî ne.

Wisa hêvîdarim ku êdî emê jî bi dilekî rehet û ji Tirkmancitiyê dûr û peyva “diha” bikarbînin.

Heke jiyan bi Kurdî bimeşe, dê DIHA baş be.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Haluk Öztürk

    Nıvîkar Welat Agirî di nivîsê de qala mijareke giring dike. Cîranê me kera me ji me didizin dibin, cila xwe lê dikin, em êdî qebûl dikin ew ya wî ye. Gelek gelek nımûneyên peyvan hene ku em ji nezanîya xwe wan bi kar naynın… Ev mijar hêjayî xebateke lêkolînî ye. Hêvîya mın heye ku ev ê bêkirin ji alî kurdên zana û hişyar wek nivîskar W. Agirî…

Şirovekirin hatine girtin.