Serdema Trump destpê kir

Serdema Trump destpê kir

Donald Trumpê ku wekî Serokê 45an yê Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê hate hilbijartin, di bin ewlekariyên mezin ên parastinê li Washingtonê sond xwar û dest bi karê xwe kir.

Serokê nû yê Amerîkayê Trump di merasîma sondxwarinê ku li ber avahiya Kongreyê pêk hat de axaftinek kir û eşkere kir ku wê ji niha û pêve vîzyoneke nû Amerîkayê bi rêve bibe.

Trump wiha got: “Ji îro û pêve wê Amerîka li beriya her tiştî be. Wê Amerîka careke din kar bike.”

Trumpê ku got em veguhestina rêveberiyê nakin wiha berdewam kir: “Em rêveberiya nû didin gelê xwe. Wê Amerîka hemû tifaqên xwe yên heyî xurtir bike û tifaqên nû saz bike.”

Serokê Amerîkayê derbarê îslama radîkal de jî tund axivî û got: “Emê dinyaya medenî ji bo têkoşîna bi terora radîkal de bînin ba hev. Emê bi hevre terorîzma îslama radîkal ji ser rûyê dinyayê rakin.”

Donald Trump di axaftina xwe de spasiya serokê berê Barack Obama jî kir û wiha got: “Obama pêvajoya derbasbûna rêveberiya nû bi awayeke serkeftî îdare kir.”

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev