Koroxlî û Hesenê kurê wî

Koroxlî û Hesenê kurê wî

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema ji rêzenivîsa me a heftêûçaran ya bi sernavê “Koroxlî û kurê wî Hesen” me ji pirtûka “Varîyantên kurdî yên destana “Koroxlî” hildaye, ku sala 1953an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye.

Berevkar û amadekarê vê berhemê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl 

Ji nimûneyên zargotina me – 74

Jina Koroxlî – Nîgar Xanimê, zaro nedianîn. Koroxlî gelekî difikirî, digot: “Di dinyayê da tiştê herî xirab ew e, gava zureta mêriv tunebe”. Wextekê dîsa wisa difikirî, rojekê jî dibihîze, ku li Daxistanê merivekî tucarî dewletî ku xoce bû, çûye Hecê û îda venegerîyaye, rê va mirîye. Jê ra dibêjin, ku jina wî gelekî bedew e û bi aqil e. Koroxlî dibêje: “Ezê herim Daxistanê, wê jinikê bi çavên xwe bibînim; gelekî pesinê wê didin”.

Li hespê siyar dibe, diçe: diçe digihîje Daxistanê, li ber derê wî dewletîyî peya dibe. Merivên malê gelek ezet û qulix jê ra dikin. Lê nas nakin çika kî ye. Koroxlî axirîyê jina xoce dibîne, xwe bi xwe dibêje: “Jina wa bedew di dinyayê da tune” û bi dil û eşq begem dike. Dike û nake nikare pê ra xeberde. Herkê bîst şevan sekinî, herkê mehekê sekinî, rojekê Koroxlî di nava Daxistanê da pîrek dît, go:

– Pîrê, ezê evqa pere bi te dim, tu dikarî ji jina filan tucarî bona min sozekî hildî?

Evê pîrê gelek pere ji Koroxlî sitend. Koroxlî didayê, çimkî ew terefê kesîban bû. Pîrê çû cem jina xoce, jê ra got:

– Ev mêvanê ev qender bedewî delal mêrekî baş e, eva bîst şev e, yanê mehek e li mala we ye; ew ji bona çi hatîye?

Jina xoce hilda, got:

– Pîrê, go, edetê me nîne ku em jê bipirsin; ku salekê jî bimîne, em jê napirsin.

Pîrê got:

– Ez texmîn dikim, ku eva mêvanê we maylê te ye, maşoqê te ye, seba te ewqas wext sekinîye.

Jina xoce got:

– Pîrê, ez dinihêrim ku gilî li cem te hene!

Pîrê got:

– Erê welle, gilî li cem min hene, go mêvanê te Koroxlî ye, wî digot: “Bira serê xwe bi min ra têxe yek”.

Go: -Pîrê, mêrê min teze mirîye, eze heznî me, tiştên wisa nabe, tu cara nabe, here jê ra bêje, ku mêvan e, ser çavan ra hatîye, lê bes e, îdî bira here.

Pîrê çû cem Koroxlî, jê ra got:

– Hal û hewalê jina xoce ev. Soz neda, dibê: “Mêrê min teze mirîye, eze hezinî me”.

Koroxlî nihêrî boş e, nabe tiştekî, lê hema jinik zef begem kiribû. Koroxlî li hespê siyar bû, berê xwe da Çardaxlî Çamlibelê. Lê hema hisreta jina xoce di dilê Koroxlî da ma. Gihîşte Çardaxlî Çamlibelê.

Ji wê rojê salek û nîvek derbaz bû. Koroxlî bihîst, ku xêra xoce cara sisîya jî dane. Ew nîşan dide, ku wextê şînê derbaz bûye. Dibêje: “Ku wisan e, ezê dîsa herim, zaroyên min tunene, ezê bi xwe bi wê jinê ra xeberdim”.

Kincên teze li xwe kir, li hespê siyar bû, hat derkete Daxistanê. Nas dike, de li ber derê xoce banzda erdê. Peya bû. Xulam û xizmetkaran hespê wî kişandine hundir. Xulam ber dêst in: êmek anîn, xurek; mala xoce ye, qey tune? Wexteke şevê bû, gazî xulam kir. Xulam li ber Koroxlî sekinî.

– Kuro, go, xulam, were cîyê heremodesiya xoce nîşanî min de.

Xulam hilda got:

– Îgît, go, şerm e, axirê nîvê şevê ye, kulfeta wî razaye.

Got: -Ez ji te ra dibêjim were nîşanî min de, tu neyêyî, ezê cûrekî li situyê te xim, te bikujim.

Xulam da pêşîyê, got:

– A, di hundurê vê otaxê da radizê, ez nikarim bêm hundir, bûrixa min tune.

Bira xulam şûnda bizivire here; xulam anîye, ew ji tirsa xwe revî, bira here cîyê xwe ji xwe ra.

Koroxlî derî vekir, çû hundir. Jinik wê li ser cîyê xwe rûniştîye:

– Eman Koroxlî, go şev nîvê şevê tu çira hatî heremodesîya min?

Got: -Ez hatime ku tu serê xwe bi min ra bikî yek.

– Hewar, medet, ev yek nabe, qet nabe.

– Ê, go, cara din ez çil şevî mam, ez bona te hatibûm. Te soz neda min, te got mêrê min teze mirîye, ez di şînê da me. Niha tuyê çi bêjî?

Jinikê çareya xwe ji dêst ne dît, xwe jê xilas nekir, serê xwe pê ra kire yek.

Koroxlî muxdarê sê şevan li wê ma. Daxistan tev pê hesîya: “Belê, jina tucar mêr kirîye”. Nizanin Koroxlî ye. Eva sê meha li vir sekinî. Jinik ji Koroxlî pê ma. Koroxlî rojekê fikirî, got:

– Qîza qenc, tu îda helala min î. Hema li Çardaxlî Çamlibelê esker-leşkerên min, îgîtên min sahabsiz mane. Kerîkî bê şivan be, halê wî wê çi be? Keleşlerên min niha sahabsiz li wêderê mane, gere îzina te hebe, ezê herim.

Jinikê tivdarekê rind ji Koroxlî ra dît. Koroxlî siyar bû, ku here. Gazî jina xwe kir, got:

– Han ji te ra, go, mal-dewleta te zef e, go, malê te pir e, tu ji min pê mayî, ji qoçtan qoç torer, han ji te ra vê bazbenda min, herkê kur bû, wextekê wê bê dewa min li te bike, vê bazbendê bi milê wî girêde, ezê bi bazbendê nas bikim; eger qîz bû, xweyke, bike cihêzê wê.

Koroxlî îzina xwe jê xwest, berê xwe da Çardaxlî Çamlibelê. Here ku tu here. Em diha ji jina xoce xeberdin. Ew şeherê tê da tev deyndarê wan in, tev çûkayê jê ra dikin, hema şixula mezin hesab dikin. Eva kulfeta hanê wextekê wedê wê temam bû, raza, Xwedê kurek dayê. Eva kurê hanê çil şevên wî temam bûn, navê wî kir Hesen. Malê wê zef bû; ew bû, ew kur. Kur îdî şeş-heft salî bû. Gede da xwendinê, gede diçe meytebxanê, tê. Gede tirê kurê xoce ye. Hema wextê Koroxlî li wê bû, jinikê hespê Koroxlî jî berî nav mihînê xwe dabû. Cenûyek jî ji dola hespê Koroxlî hebû. Dê nizanibû ew ji dola hespê Koroxlî ye. Heft salên gede temam bûn, bû çardeh salî; îdî bû xort.

Gede rokê ji meytebxanê dihat, nihêrî çar-pênc gede li hev civîyane kap dilîzin. Gedekî keçel zor li gede dike. Gihîşte gede, sîlek li wî xist, go:

– Te çi yemana gede birîye, tu çi jê dixwezî?

Keçel girîya, go:

– Bîç oxlî, bîç, te tirê tu kurê xoce yî? Îgîtek hat mala we, sê mehan sekinî, diya te tiştê wa kir… tu bûyî; tu ku pak î, tu çi ra naçî nagihîjî bavê xwe?

Hesen eva pirsa ji keçel bihîst, hat dikanekê, baqe şûjin sitend, baq kir, têlekî girêda, girte xwe, hat malê, go:

– Dayê!

Dê hilda, go:

– Canê, Hesenê min!

Got: -Bêje, çika bavê min kî ye? Navê bavê min bêje!

Got: -Lawo, tu kurê xoce yî.

– Na, go, ez ne kurê xoce me, bêje çika bavê min kî ye û li ku ye?

Kir û ne kir dê jê ra rast negot, hema dê qêmîş nedibû, digo: “Zaro ye, wê here derkeve welatê xerîban”.

Hesen şûjin girte destê xwe, vî alî kêleka dê xist, wî alî kêleka dê xist: bû qîre qîra dê. Dê lê nihêrî, ku rastîya bavê jê ra nebêje, Hesenê bikuje, go:

– Lawo, bide xatirê şîrê min, min nexe, ezê bêjim.

– Ay, go, dayê, bêje, ez te naxim.

Got: -Lawo, bavê te Koroxlî ye, li Çardaxlî Çamlibelê dimîne, zor bi zor ev yek bi min ra kir, tu jê mayî.

Hesen got:

– Dayê, tivdarekê min bibîne, diha sekinandina min cem te tune, ezê herim.

Dê rabû girîya, got: “Hesenê min, ez bûm, ew bû, ceger e, wê here”.

Dê çû nav çarsûyê, lê nihêrî kalek wê rûniştîye.

Kalê got:

– Xanim, tu çira digirî?

Go: -Bavê kal, ez im, kurek e, ew jî niha dixweze here Çardaxlî Çamlibelê, here şerê Koroxlî. A niha derdê min jî ew e, lema ez digirîm.

– Hewî, kalê go, cîkî çetin e, gerekê hespê wî hespekî wisa be, ku bi hespê Koroxlî ra ber xwe bide. Zanî, gere hespê wî çawa be? Şovekê heft rojan avê li ser girêdî, şova kotanê, bira Hesen li hespê siyar be, nav ra bajo, cirîd ke; hergê bin simê wî xalîya ziya derket, ewê bi hespê Koroxlî ra ber xwe bide, lê eger hespê wisa ne di bin da be, bira neçe, gune ye.

Dê zivirî hate mal. Hema hespê wî ji dola hespê Koroxlî ye. Ew jî qird bû, go:

– Hesenê min, lawo, şova filankesê serê wê kanîyê ye, here heft rojan avê berdê.

Hesenî sivik bû. Delal bû. Av berî ser şovê da, şov wisa bû, di avê da bû cimcime. Hat, got:

– Dayê, îcar şov avê naxwe, avê rûyê şovê girtîye.

Got: -De, lawo, hespê te heye. Here, go, ber serê şovê, tê da cirîd bike, ji wî serî heta wî serî, çika hespê te diqedîne yanê na.

Hesen li hespê xwe siyar bû, çû ber serê zevîyê, ajot. Ajote nava çamûrê. Li wî serê zevîyê jêla ajot hat serê dinê. Lê nihêrî di bin simê hespê xwelîya ziya derdikeve ser serê wî dikeve. Ew qender gûca wî heye. Ne xû da, ne jî talaşa wî bû. Ajot ber dêrî, av anî, hespê xwe temiz şûşt, got:

– Dayê, qisûra hespê min tune, min di zevîyê da ajot, xwelî li ser serê min bêjing dikir, xwelîya zîya davît. De, dayê, tivdarekê min bibîne.

Dê başlemîşî tivdarekê wî bû; de kurê wê bû, ceger e. Tivdarekê wisa jê ra dît, ku kesî wisa nedîtibû. Deste kincên baş jê ra da dirûn, gelek pere danê, şîrê xwe lê helal kir, derê sandoqa xwe vekir, bazbend derxist, milê rastê, ser kirasê wî, di bin kincên wî da girêda, got:

– De lawo, ji te ra oxir be, eva bazbenda kê ku lê bû xweyî, ew bavê te ye, tuyê bi vê bazbendê bavê xwe nas bikî, hema diya xwe ji bîr nekî.

Hesen rabû hespê xwe kişande der va, lê siyar bû, îzina xwe ji dê xwest, berê xwe da Çardaxlî Çamlibelê. Rojekê, hergê dudan, pir çû, hergê hindik, çû gihîşte Çardaxlî Çamlibelê, heniz sînorê Koroxlî da çadira xwe lê xist, hespê xwe jî çîdar kir, tê da rûnişt.

Koroxlî her ro dûrbîn digirte xwe, serê koçik û sera xwe, kela xwe, çarhilqe li sînoran dinihêrî. Seba çi? Seba ku eger bazirgan, bazirganbaşîyên xurt, dewletî hebin, wana bişêlanda, banîya bida merivên belengaz. Nihêrî çadireke çûk di orta çayîra wî da ye, çayîra qorixê wî da çadirek lêxistî ye, go: “Ew çito meriv e, çi to egît e ku hatîye di çayîra min da çadir lêxistîye”. Hespê xwe kişand, lê siyar bû, nerm peyayî nava çayîrê bû.

Hesen nihêrî ji nava mêşe siyarek tê, got: “Hebe tunebe eva dijminê min e” û teng û berê hespê şidand. Di destê rastê da şûr, di destê çepê da mertal hat şerê Koroxlî. Ewî û Koroxlî ewqas li hev xistin, lê yekî derbek negîhande yekî. Koroxlî lê nihêrî eva egîtekî xurt e, lê hema nas nake. Koroxlî got:

– Xortê delal, ez û tu dijminên hev in, ez û tu em şer dikin. Van heywanan çi kirîye? Banzde erdê, ez û tu em guleş bigirin; eger min tu li erdê xistî, ezê serê te jêkim, eger te ez li erdê xistim, wî çaxî tu serê min jêke.

Herdu jî merd-merdane banzdane erdê, destxweda guleş girtin. Koroxlî Hesen li erdê xist; Hesen zaro bû. Şûr kişand ku serê wî jêke, got: “Canim, heyfa van kincan, ku wê xwîn bigirin”. Gava kincên wî jê kir, lê nihêrî bazbendek li milê wî girêdayî ye. Hema Daxistan kete bîra wî. Li bazbendê nihêrî, dît ku eynî ew bazbend e, ku ewî dabû jina xwe. Kire axîn, got:

– Hey wax, hey wax, hindik mabû min kurê xwe serjê bikira.

Gede berda, got:

– Xortê delal, navê te çiye?

Got: -Navê min Hesen e.

Got: -Pirsa etibê tê tunebe, tu ji kêderê yî?

Hesen got: -Ezî ji Daxistanê me, kurê Hacer Xanimê me.

Qarîn ji Koroxlî hat, got:

– Kuro, tu kurê min î, belkî min tu bikuştayî; te çima berê ji min ra ne got?

Hesen got: -Min qet dianî ser xwe, teyê bigota ku ez tirsîyam, te xwe li min beyan kir?

Koroxlî pê şa bû, paç kir, ancax merdan merd torer, hilda bire malê, pêsîra Nîgarê hilda, kire kurê Nîgarê. Lê Nîgar jî mîna ronaya çavan ew hiz dikir. Diha bira Koroxlî here şuxulê xwe, ew keleşlerên xwe va herin, Hesen û Nîgar Xanim bimînin Çardaxlî Çamlibelê. Hema Hesen pêşê wî rav û nêçîr bû. Rokê neçû rav û nêçîrê, hat cem Nîgar Xanimê, got:

– Dayê, go, ji kerema xwe kilîta dikana bavê min bide ezê ji xwe ra li tiştekî bigerim.

– Lawo, go, kilît jî di destê te da ne, otax jî otaxên te ne.

Kilît hildan di nava avayî ket. Hesen bira di nava avayan da bigere, derê otaxan veke. Gelekî gerîya, li otaxekê da nihêrî, ku derê wê kilîtkirî ye. Derê wê vekir, çû hundur. Lê nihêrî çi binihêre: şikilê qîzekê lê xistine. Qîz na, husulcemalek e, husulcemal na, horî melek e, mewîja reş ji gerdenê dixuye. Gava Hesen eva şikilê hana dît, hişê wî ji sêrî çû, xeriqî ket.

Bira ew di cîyê xwe da bisekine. Nîgar Xanimê nihêrî ku ev demeke dirêj e Hesen kilît hildan çûn, hela venegerîyaye, got: “Gelo çira ne hat?”. Zef jê hiz dikir. Rabû çû nihêrî ku Hesen îro ne mirîye, eva heft sal e mirîye. Destê xwe da dilê wî, dît ku dilê wî li cî ye, dilê wî lê dixe. Wê û berdestîya xwe Hesen hildan, birin otaxa xwe. Sehetek di wê navberê da çû, Hesen ser aqilê xwe da hat. Nîgar Xanimê jê pirsî:

– Lawo, ev çi hate serê te, tu çima bi xwe va çûyî?

Hesen got:

– Dayê, ew şikilê qîza ku di wî avayî da lêxistibûn, hetanî ew di bîra min keve, ezê tim bixeriqim.

Nîgar Xanimê hilda got:

– Hewî lawo, ew qîza padişayê Hûnan e (Hurum, Yûnan.- M. T. û D. T.), heft birayên wê hene. Bavê te çend caran çû, kir û ne kir nikaribû banîya; çî te bi wî şikilî ketîye lawo, bavê te ew şikil ancax bi pereyan daye kişandin, anîye. Ew her înî diçe li wî şikilî sêr dike.

Hesen hilda got:

– Dayê, serîk e, ew rihîn e, ezê herim, yan ezê bînim, yan ezê xwe bi der dim.

Dê kir û ne kir, çare pê nebû. Koroxlsin-yoxslûx tune? Pereyên Koroxlî tune, malê Koroxlî tune? Nîgar Xanimê ji Hesen ra gelek pere anî, çekên rind jê ra anî, kincên rind jê ra anî. Hesen tivdarekê xwe dît, bengî bûbû, berê xwe da welatê Hûnan. Dibêjin, ku meriv bi pirsê diçe Qursê. Pirsî, rokê jî daxilî şeherê padişayê Hûnan bû. Ajot li ber derê pîrekê peya bû.

Pîrê lê nihêrî xortekî delal, meriv hewas dike lê binihêre; tevgirêdana wî, kincên wî, hespê wî. Hesen got:

– Dayê, tu ji mêvanan ra çawan î?

Pîrê got:

– Mêvan mêvanê Xwedê ne. Keremke peya be, hema cîyê min teng e.

Hesen lê nihêrî pîrê timaya pereyan dike, destê xwe kire cêba xwe, zêrek derxist da pîrê. Pîrê şa bû, çû hundur. Qap-qacaxê xwe top kirin, dane alîkî, hespê Hesen kişande hundur. Hesen çû hundur, rûnişt, lê nihêrî ku halê pîrê tune. Derxist du zêrên din jî da pîrê, go:

– Here ji min û xwe ra êmek û xurek bîne, ji min ra nivînan, ji xwe ra qat nivînên qutnî bîne. Ji hespê min ra alif bistîne.

Pîrê lê nihêrî, fikirî got: “Canim, ez zêrekî bidim, ezê van hûr-mûran hemûyan bistînim, zêrek jî ji min ra dimîne”. Pîrê çû çi ku Hesen gotibû, sitend, anî. De bira pîrê ji xwe ra rûnê kêf bike. Du roj, sê roj sekinî. Hesen di nava şeher da gelekî gerîya, çavnasî şeher bû.

Bira Hesen ji xwe ra wisa bigere, emê ji qîza padişê Hûnan xeberdin. Hema ewê Hesen di xewina xwe da dîtibû, herdem difikirî, digot: “Xwedê hebûya, ew kesê min di xewina xwe da dîtîye, min ew xort bistenda”. Ew jî di wî agirî da ye. Kes ji haj derdê kesî tune.

Em ji Hesen û pîrê xeberdin. Êvarekê rûniştin, ew û pîrê ketine nava galegalan, Hesen got:

– Pîrê, dayê, tu qet nabêjî xorto, tu hatî çi, tê di ku da herî?

Pîrê got:

– Lawo, tu mêvan î, çi hewce ye ez ji te bipirsim.

Hema pîrê ji bo kara xwe rojê zêrek distend, got:

– Lawo, delalîya dilê te kê ye, ji min ra bêje.

Got: -Dayê, ez ji bona qîza padişayê Hûnan hatime.

Pîrê got:

– Lawo, heft birayên wê henin, hespên wan bezên dawa heft pezan dixun. Degme şer û dew li ber birayên wê bibe.

Got: -Dayê, ku tu di orta min û qîza şahê Hûnan da herî-bêyî, bona min pirsekê jê biqetînî, ezê wisa peran bidime te, ku tu heta mirinê xilas nekî.

Gava Hesen behsa pereyan kir, ruhê pîrê çû serê bêvila pîrê, ruhê wê teze bû.

Got: -Hesen, tu îdî miqatî malê be, mal mala te ye, ezê serê xwe bidime oxira te.

Pîrê deste çekên baş li xwe kir; çima pere tune? Berê xwe da avayê qîza padişayê Hûnan. Carîyan li ber dêrî nehîşt ew here hundur. Carîyekê cab bir çû qîza padişê Hûnan ra, got:

– Pîrek hatîye dixweze bê hinzûra te, em nahêlin; tu çi dibêjî?

Xanimê hilda got:

– Îzina wê bidin bira bê, hilbet şuxulê wê heye, belengaz e.

Pîrê berdan. Pîrê çû hundur. Cî nîşan dayê, pîrê rûnişt. Hilda got:

– Pîrê, gilîyê te seba çiye, tu seba çi hatî?

Pîrê hilda got:

– Ez hatime tesediqa mirazê te, tu min têxî serşûya xwe. Sê-çar êtîmên min hene, belkî ez pê xwey bikim.

Gava behsa mirazê wê kir, xanimê got:

– Here, go, min serşotî da te, her înî were serê min bişo.

Xanimê gazî serşûya xwe ya kevin kir, kincên serşotîyê jê êxistin, dane wê pîra teze, kaxez dayê, ku “Serşûya min e, kes toxmîş nebe”. Pîrê îzina xwe jê xwest. Cab da carîyan, go: “Eva pîra han bû serşûya min, pîrê çi dibêje, hûn gurrê bikin”.

Pîrê berê xwe da koxê xwe, here ku here. Hesen lê nihêrî pîrê hat, got:

– Diya pîr tu hatî?

Pîrê got:

– Lawo ez hatim, hema ez xweş jî hatim, rûyê te bi rûyekî xêr e, welle kurkê serşûştinê da min, hêja ezê di oxira te da bixebitim.

Kêfa Hesen xweş bû, derxist kulmek pere da pîrê. Pîrê çû nava şeher, ji xwe ra cote şimik sitend, ji xwe ra deste kincên teze sitend. Çima pere tune? Çavên xwe bi leglegî kil kir, porên xwe hine kir, biskên xwe badan, qutîya afyanê (birnotîyê) kire ber pişta xwe, neynik girte destê xwe: ”Oho ez bûme qîzeke çardeh salî”. Hema qîza padişê Hûnan jê ra gotibû: ”Her înî tu bêyî serê min bişoyî”. Roja înîyê got:

– Hesen, tu miqatî malê be, ezê îro herim serê xanimê bişom.

Hesen miqatî malê bû, pîrê merd û merdane çû. Carîyan ava serê wê germ kiribûn. Ava serê wê birin serşûyê. Pîrê xanim bir, serê xanimê şûşt, jê ra qulix kir. Xanimê zêrek dayê. Seba çi? Seba wê yekê terbê pîrê, serşûştina pîrê ewqas bi letîfî bû, ewqas delal serê wê şûşt. Carîyan xwarina xanimê anîn danîn. Xanimê ji xwarina xwe nîvê pirê da pîrê. Pîrê xwar, îzina xwe ji xanimê xwest, ji dêrî ra derket, hat mala xwe, cem Hesen. Hesen lê nihêrî sûretên pîrê sor bûne mîna sûretên qîzeke çardeh salî, meriv hewas dikir li pîrê binihêre, ku çawa xwe neqişandîye. Hesen jê pirsî:

– Dayê, te qet çawa kir?

Got: -Şuxulê xweş hene.

– De, go, dayê tu zanî, ez ketime tora te.

Pîrê got:

– Xwedê nede şermê, lê hema tu jî axirîyê da gerekê sozê xwe bi cî bînî.

Bira bikin, kêf bikin hetanî înîya dinê. Înî hat, pîrê berê xwe da koçik û sera qîza padişa. Carîyan av hazir kirin. Qîza padişa bir ber serşûyê, qîza padişa temiz şûşt, av lê kir, orta herdu milên wê ji para paç kir, hilda got:

– Di dema serşûya ewlin tu kok bûyî, lê niha tu hinekî jar bûyî; dibe destê min li te nayê?

Xanimê hilda got:

– Dayê, ne ji destê te ye, ez şev qet ranazêm. Ez hema wisa di nav mitalan da me, di nav xem û xîyalan da me.

– Diya te qurbana te be, tu qîza padişa, xûşka heft bira, birayên te sabilxiroş in, çima derdê te hebe, gerekê derdê te tunebe.

Go: -Pîrê, tu bi surran ra çawan î? Ezê surra xwe ji te ra bêjim, tu serşoke baş î.

Go: -Ji sola lingê xwe ra bêje!

– Hingê min xewin dîtîye Çardaxlî Çamlibelê kurê Koroxlî-Hesen, ew şev û ro qet li ber serê min naçe, ji derdê wî xewa min nayê.

– Ê, go, ewê te di xewinê da dîtîye, tu wî nas dikî?

– Çawa nas nakim, meriv ku di xewinê da bibîne, nas nake?

Go: -Xortekî bedewî delalî temiz niha mêvanê min e. Divê ez ji Çardaxlî Çamlibelê hatime, divê ez kurê Koroxlî me. Ku ez bişînim pey wî bînime vira, tê wî nas bikî?

Go: -Lê çawa, ezê nas bikim!

Pîrê hate mala xwe, ji Hesen ra got:

– De rabe, li hespê siyar be, here ber pencereya qîza padişa, hespê xwe nerm bajo, vegere were.

Hesen li hespê siyar bû, ajot ew kûçeya qîza padişa ji pencereyê dinihêrî; ajote ber pencereyê, keçikê lê nihêrî ew xortê ku di xewinê da dîtîye, ew e. Bi dilekî na, bi bîstûpênc dilan heband. Hesen serê xwe hilda, nihêrî ku belê ew qîza, ku şikilê wê mala bavê xwe da dîtibû, ew e, heniz ew qîz e. Ajot ber derê pîrê, peya bû. Hespê xwe kişande hundur, girêda. Pîrê jê pirsî:

– Hesen, te çi dît, çi ne dît?

Got: -Min dît, ku qîza ez dibêjim ew e, ez ji bona wê hatime. Tu gerekê jê ra bêjî, ku ka ewê bi min ra bê, ku ez bi xwe ra bibim?

Pîrê got:

– Ser çavên min.

Pîrê çû eva gilîya ji keçikê ra got.

Xanimê got:

– Tu were min ji destê birayê min xilas neke; ew ku sê rojan here, birayên min wê rokê herin, wê bigihîjinê. Heft birayên min in, tu were min jî bikujin, wî jî bikujin.

Pîrê eva pirsa bihîst, hat ji Hesen ra got, Hesen bi xwe çû meydanê. Hespek sitend, anî hat mala pîrê girêda. Zîn û bûsatê wî hazir kirin, got:

– De, pîrê, başina donim, cabekê ji min ra bîne; wê bê yanê nayê, eger neyê, ezê birevînim. Ez ji birayên wê natirsim.

Pîrê berê xwe da xanimê, çû jê ra got. Xanimê cab da, got: ”Seheteke şevê çû, bira tivdarekê xwe bike, bê ber derê avayê min, ezê pê ra birevim. De îcar ma ku ew min xilas bike”.

Pîrê hat, eva pirsa hanê ji Hesen ra got. Hesen hespê xwe zîn kir, ew hespê ku sitendibû, ew jî zîn kir. Seheteke şevê çû, hespê xwe kişand, lê siyar bû. Ew hespê dinê jî destkêşî xwe kir. Nava şeher da ajot çû. Kê haj ji kê heye?! Şeherê giran e. Ber derê xan û manê qîza padişa sekinî. Hesen sekinîye, hespek jî ji wê ra anîye. Qîza padişa kincên xwe li xwe kir, tivdarekê xwe dîtibû, hema kincên mêran li xwe kiribû, derket li hespê siyar bû, bi Hesen ra ajot ber derê pîrê. Pîrê lê nihêrî Hesen bi keçikê va hatin. Hema pîrê xwe wisa neqişandibû, mîna qîzeke çardeh salî. Hesen got:

– Dayê, tu gerekê îdî îzina min bidî.

Pîrê bi şabûn got:

– Bi xêr herî!

Hesen çengek zêr dide wê û dibêje: ”Heta mirina xwe bixwe, vexwe, kêf bike”. Û dajo diçe. Sibe safî bû, carîyên wê çûn nihêrîn ku xanim tune, revî ye. Cab dane birayên wê. Bira ku bihîstin her heft jî siyar bûn, cab dane ordîyê û eskeran: ”Kuro, eme çûn, her heft bira, hûn li dû me bên, evê ku xûşka me birîye, eva Koroxlî ye, mêrekî xurt e, hatîye, şerê biqewime”.

De bira heft bira li pey kevin, ordî jî li pey, hema keçik bi Hesen va mecala xwe ne dîtin, ajotin serê topekê. Hesen û keçik peya bûn, hespên xwe qeyd kirin. Hesen keçik li ser topê hîşt, dakete eteka topê, ewî şer kir, sê birayên keçikê birîndar kir. Bira ew di wî şerî da be, bira Hesen şer bike, em ji Koroxlî xeberdin.

Koroxlî bi sêsid û şêstûşeş keleşleran va hat serê Çardaxlî Çamlibelê peya bû. Sêsid û şêstûşeş keleşlerên wî hebûn. Nîgar xanimê pirsî, got:

– Kanê Hesen?

Got: -Hesen ew şikilê qîza padişê Hûnan te anîbû, dît, nesekinî û çû.

Koroxlî got:

– Nîgar?

Go: -Çiye?

Got: -Min di xewina xwe da dîtîye Hesen di cîkî teng da ye. Gelî keleşleran, go, Hesen îmdadê dixweze.

Koroxlî bi sêsid û şêstûşeş keleşleran va ajotin ku di hewara Hesen da herin. Nihêrî ku esker wisa dora topekê girtîye, ku hesabê gul û gîhê heye, hesabê siteyrên ezmanan heye, lê hesabê esker tune. Koroxlî bi esker va lê qelibî, ordî kirine du çeqan, dane du alîyan, xwe gîhandine serê topê. Lê nihêrîn ku keçik di çadirê da digirî, dibê “Hesen şer dike, hema ew e esker serê topê bistîne”. Hesen cegera Koroxlî bû. Koroxlî deng li keleşleran kir. Çawa ku gur bikeve di nava kerîyê pêz, ketine nava esker, şer kirin.

Qîzik çi dike? Dinihêre ku Koroxlî ji bona wê wê gişkî qir bike. Gêtî gêtran şûn da xeber kes nabe. Ber xwe dikeve. Laçika xwe hildide, diçe nava wana da vedike. Şer disekine. Birê xûşkê bi eskerên xwe para vedigerin, dibêjin: „Xûşka me bi dil û razîbûna xwe çûye“. Lê Koroxlî bi egîtên xwe va, bi bûka xwe ya aqil û Hesen hildidin derdikevine serê Çardaxlî Çamlibelê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Şîrove 2

  1. Ro$ev sîtav

    (Erê, em ji çanda xa hêdî hêdî hîn bibin.. Mala xebatkarên vê çanda rindik hezar carî ava bî..).

    “..Laçika xwe hildide, diçe nava wana da vedike. Şer disekine..“

    Vê gotinê zîyareta “çorî Borî“ anî bîra min.
    çorî Borî = Kirmancîkî ye, tê wateya Ziqûm Xarinê

    Ew zîyaret jî kumê jinekî ye.. Û ew li dewera Dêsimê ye..

    Ti$tekî din jî;
    Dema ku li ber kesan digerin, ji berku karekî xerab neke dibêjin; kumê min li ber nigê/lingê te, tu wî.. nekî.!

    Ez dibêm gumane di çanda me da qedrê merî-meristanîyê hey lê, qedra jinê herî/diha zêdê ye..

Şirovekirin hatine girtin.