Rola çapemenî û media Kurdî ya li xerîbîyê

Guhdarên delal, îro emê behsa beşeke tv kurdî bikin, ku li welatê biyanî di weşanê de ne û baş tê naskirin. Kanala Têlêvîzyonê ya bi navê “Orient News” tv, ku dezgeheke media Sûrî ye, li Dûbayê nûçeyan ji bo Rojhilata Navîn û bi giranî li ser Sûriyê belav dike.

Xwediyê vê dezgeha ragihandinê karsaz, rojnamevan û opozisyonerê Sûriyê Hassan Aboud e. 4 sal e xudanê wê têlêvîzyone derfet daye kurdan ku tê de beşa kurdî kar bike û weşana xwe bi kurdî bimeşîne. Rojnamavan birêz Ebdo Seydî di gel çend hevalan karîn demekê de kurtenûçe jî amade bikin û pişt re jî malperekê ava bikin. Ewana 5 kes in, 5 zilamên pispor, şereza û welatparêz, ku barekî giran dane li ser milê xwe û sal bi sal beşa xwe firehtir û xweştir kirin. Herwiha amadekarîyên xwe dikin jibo bernameyeke heftane jî hebe, ango, ne tenê rojane û malper.
Her ro seat nîvek bernameyên çandî, sîyasî, weyejî amade û pêşkêş dikin, êdî di Înternêtê de jî bi awayekî zindî tê temaşakirin. Cîyê gotinê ye ku yekem car e erebên Sûrî mecal dan kurdan weşana xwe bikin. Di derbarê têlêvîzyonê, kar û barê beşa kurdî ya we têlêvîzyonê û rola çapemenî û media Kurdî ya xerîbîyê, rêvebirê beşa kurdî ya “Orient News” ê, rojnamavan û pêşkêşvan birêz Ebdo Seydî ev agahdarîyên balkêş dane me.

Fermo guhdarîya sohbeta me bikin!

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. bekir yalçın

    EZJI WANRA SERFIRAZİ HéVIDIKIM.
    EZJI WAN AMEDE KARA TİKA DIKIM. KI NUÇEYé XWE BI ZİNDİ BI İNTERNETéDIN KI DI SAYINA WANADA KI EMJİ TEMAŞE BIKIN. SILAV U RéZ.

Şirovekirin hatine girtin.