Vê nivîsê nexwînin!

Vê nivîsê nexwînin!

Salihê Kevirbirî

Ji serî de bibêjim, vê nivîsê nexwînin!

Kesê ez behsa wan bikim; ne populer in, ne siyasetmedar, ne jî rojnameger û nivîskar in.

Behsa serpêhatî û bûyerên berê dikin! Filîtê Quto bi Memê Elê Etmankî re didin şerkirin. Emê Gozê, di kozik û kolanan de, dixin pêşiya poste û karwanên dewletê. Koçero, dibin binê xetê û li şikeft û newalên Xerzan dikin ”Firar û mehkûmê dewletê…

Lewre hûnê ji bo çi bixwînin?!

Xeniyê Qereyaziyê û Sebrî Agirî…

Emê di vê nivîsara xwe de behsa van her du hosteyên dengbêjiya kurdî bikin. Du hosteyên ku dê yekem car bibin mijara nivîsareke kurmancî. Ya rast, dê yekem car bibin mijara nivîsarekê.

Jixwe taybetmendiya van ”xweşmêr” û ”palewanên” zargotin ango kilamgotina kurdî jî ew e ku kes behsa wan nake! Ma wê çi behsa wan bikin? Destên xwe birine ber guhên xwe û ”lê lê û lo lo” yên me gotine! Ma çi ji me re ku ew dikarin behsa bi hezaran serpêhatî û qewimînên li welatê bav û bapîran bizanin û heta niha bînin?! Mixabin ku ev e rastiya me. Em kesên wisa ne ku dikarin qedir û qîmeteke giranbûha bidin, çandeke sexte, kopî û ”çirtik-mirtikan”!. Dev ji me guhdaran berdin, beşeke girîng ji hunermendên me îro bûne navgînên pêşdebirina ”arabesk” û ”tirkîbesk”ê. Dema rewşa me wisa kambax be, helbet dê tevahiya hosteyên kilambêjiya kurdî, ”Hard Dîsk”ên Edebiyata Bidevkî ”birçî” bimînin. Ma hewce ye ku em ”edebiyata belengaziyê” bikin û bibêjin; ”tevahiya dengbêjên me bi şîva şevê ketin!”. Na, ne hewce ye, hûn tev dizanin…

Lewre jî ew ne girîng in ku heta hûn vê nivîsarê bixwînin! Dîsa jî hûn dizanin, gotin ji me, kirin an nekirin ji we…

Em zêde dirêj nekin, behsa her du dengbêjên xwe bikin;

***

Dengbêj Xeniyê Qereyaziyê di sala 1955”an de li gundê Beyro ya Qereyaziya Erzeromê hatiye dinyayê. Ji sala 1985”an ve li Stenbolê jiyana xwe berdewam dike. Ji bilî karê dengbêjiyê, bi kar û barê înşeatan dabara malbata xwe dike. Ji 11 saliya xwe ve kilaman dibêje. Cara yekem xalê wî Feqiyê Spehî, dixwaze ku di cıvata wî de kilaman bibêje. Feqiyê Spehî şagirtekî medreseyê bû. Naskirina Xenî û Dengbêjê Mezin Resoyê Gopala li gundê Beyro pêk tê. Ew Resoyê ku Hosteyê Şakiro (Şakirê Bedîh) bixwe bû. Ji ber ku kilamên Reso baş dizanî, di civateke giran de Reso destûr dide û doza kilamgotinê lê dike. Ew jî dibêje…

Kilama ku wê rojê, ji Resoyê Gopala re dibêje, kilama ”Hespa Gede lawikê min” e:

 

”Hespa Gede lawikê min xeyîdi ye,

nayê ser leganê.

Kuro ez ketime bextê te,

Tu diçî welatê xerîbiyê, xerîbistanê,

Quru buxdana bi nefsa min da neyînî,

Ji xeynî cara ramûsanê…

 

Delaliyo,

Êvar e, dewar ber bi mal bû,

Cewabekî dane min,

Gotin; hespa lawikê te winda bû.

Gundî û şênî, tev rabûn

Li hespa lawikê min geriyabûn.

Ez û delaliyê dilê xwe,

Li gaza biniya êlê

Em li hev rast bûn.

Go, malî gundîno

Gazin û loma ji dilê min ê rezîl nekin,

Ez û delaliyê xwe,

Mîna Leyl û Mecnûn,

Li asîmanê heftan

Bi hev şa bûn…

”Dilê min ketiye dengbêjiyê!” dibêje Xeniyê Qereyaziyê. Tabeta wî bêyî dengbêjiyê nayê. Resoyê Gopala, delalê ber dilê wî ye di warê dengbêjiyê de. Heta 200 kilamên dirêj dizane. Li gorî bilêvkirina wî, dikare rojek li ser hev kilaman bibêje. Ji sedî 90 kilamên ku dibêje, kilamên Reso bi xwe ne. Kilama ku herî zêde li ber dilê wî ezîz e, kilama ”Gul im, gula di zinêr de” ye.

Bi qasî 20 kilamên wî hene ku bi xwe çêkiriye. Tevahiya kilamên ku çêkirine li ser evîna welat û evîna hezkirina xwezahî ne. Navê çend ji wan kilaman ev in; ”Gulê Dêran” (li ser Kerkûkê çêkiriye), ”Delaliyo”, ”Kaniya Waran”, ”Lo Rebeno”, ”Dilê min kal e” ku dibêje:

 

Dilê min kal e, kal e,

Bi saloxa lawikê min nexweş e,

Nexweşekî bêhal e.

Ez herim ji bo dalaliyê xwe,

Ne balîv û ne berpal e,

Ezê li kêlekê rûnêm,

Bêjim nexweşo bes binale…

Heta niha bi Şakiro re, bi Zahiro re, bi Sadiqê Qirimqaya Qereçobanê re (Xwarziyê Reso ye), bi Mihemedê Canşah re kilam gotiye.

Li Diyarbekirê, Wanê, Mûşê û Erzeromê di gelek civatên giran de bûye ”sercivat” û ”serbêjeyê” ”Dîwanxaneya Kurdî”.

Dengbêj Xeniyê Qereyaziyê, zewicîye û bavê çar zarokan e.

***

Dengbêj Sebrî Agirî, di sala 1964”an de li gundê Hecîbota Tutaxa Agiriyê hatiye dinyayê. Ji 10 saliya xwe ve kilam û stranan dibêje. Bavê wî Evdilkerîmê Emînê bi xwe jî dengbêj bûye. Lewre tesîreke baş ji bavê xwe wergirtiye û kilamên wî gotine. Ji bilî bavê wî, tesîreke mezin ji dengbêjên bi navê Şakiro, Hiseynê Orginosî, Resoyê Gopala, Zahiro wergirtiye. Lê cihê Şakiro li cem wî taybet e. 60-70 kilamên ku Şakiro gotiye, dizane û ji gotina van kilaman coşeke mezin werdigire.

Ji sala 1979”an ve bi malbatî jiyana xwe li Stenbolê berdewam dike. Zewicî ye û bavê zarokeke keçîn e. Sebriyê Agirî, ji derveyî karê kilamgotin û dengbêjiyê bi karê çapxane û çapgeriyê ve mijûl e.

Her çiqas xwe wekî dengbêj nabîne jî, ew hosteyekî kilamên kurdî ye. Bi rêk û pêk 100 kilamên dirêj ên dengbêjiyê, -çi evînî, çi mêrxasî- dizane. Tevahiya kilaman çêjeke mezin didine wî. Lê kilama ku herî zêde bi coşî vedibêje, kilama ”Emro” ye ku ji devê Evdalê Zeynikê hatiye gotin:

 

Emro, birek qîz û bûkên gundê me

Meşiyane avê,

Bejinzirava, porkeja, navqendila

Xwe dane pêşiyê,

Kinik, biqapan, neperd û dêkotiyan

Xwe dane dawiyê,

Qemera min a binîşan,

Ser bi xatirê dilê rezil,

Dixemilî xwe dabû navê,

Min sond xwariye bi sonda qesemê,

Bi ser kewa xwe ya kûbar re,

Li tu qîz û bûkên xelkê,

Nakim merhebatiyê,

Tu silavê.

Xelqa min a têlî delal,

Fenanî werdekeka

Rabe ji Gola Xêmûr,

Bi berê limêja sibê,

Xwe bavê etegê Sînê û Sînegê,

Perê xwe diweşîne,

Ji berfê, ji qiraviyê, ji xûnavê…

 

Li gorî bilêvkirina wî, yekem car kilama ku li civatê gotiye, kilama ”Lê Were! bûye:

 

Lê were lê were,

Bihar e,

Taviya dila, şêniya emran e,

Birra qîz û bûkên gundê me

Xwe xemilandin,

Berê xwe dane zozanê geşt û seyranê.

 

Delaliya dilê min dixemilî,

Ketiye pêşiya refên qîzan û bûkan,

Dikişîne serê vê govendê, vê dîlanê.

Sala par vî çaxî,

Berdilka dilê min bi tenê bû,

Îsal di pê re dane çepelî miskînî mêrê xerab,

Ji derdê dilê rezîl, ji kula kotiyê mêra

Pelê gulê û sosinê diçîne

Davêje ser pelê vê şîlanê…

***

Ev her du hosteyên kilama kurdewarî, tevî yek qulingên Serhedê Mihemedê Beyro, bi qasî sê meh in, li Stenbolê civatên dîwanî digerînin û hewl didin ku pariyek ji zargotin û ”demên berê”, li bajarê kevnare bidin jiyandin. Lê dil û mejiyê wan, her li ”Dîwanên Mîr û Maqûlên” warê bav û bapîrên wan in…

We got, deng û awazên kilamên ”Lê lê dayîkê”, ”Hekîmo” û ”Mîro” tê?..

Belê, rast e. Her ew deng in ku dengbêjên me dibêjin.

Sihetxweş dengbêjno û canê can…

Siheta we jî xweş…

Lewre we jî xwend!..

Di wêne da ji çepê: Sebrîyê Agirî, Mihemedê Beyro, Xenîyê Qereyazî

* Ji kitêba ”Hevîrtirş”, Salihê Kevirbirî, Weşanên Do, Stenbol

Riataza

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev