Ji helbestên Xaylaza Reşîd bêhna welêt tê

Ji helbestên Xaylaza Reşîd bêhna welêt tê

Ji van helbestên helbestvana me ya delal Xaylaza Reşîd bêhna warê kal û bavê me, bêhna gundê wê yê ber dilê wê ezîz, dengê bêrîvan û şivanan, kalekala berxa û barebara çêleka tê. Fermo, hûn jî ji vê xweşîyê bêpar nebin.

EZ JİNEKE SERHEDÊ ME

Ez jineke Serhedê me,

Qîza bavê şêr Êzdî me,

Xwûşka birê şêr Kurdî me,

Ez dayîkek Serhedê me.

 

Gul û sor de xemilî me,

Xwûşka şêra delalî me,

Dayîka şêra kubarî me,

Ez xwe bi xwe azadî me.

 

Minet nakim ez tu kesî,

Safî dikim ez her pirsî,

Nabim guleke çilmisî,

Bona mine text û kursî.

 

Top û tiving ser milê min,

Zar û ziman li devê min,

Qelema tûj di destê min,

Serê dijmin bin nigê min.

 

Ez jineke Serhedê me,

Qîza bavê şêr Êzdî me,

Xwûşka birê şêr Kurdî me,

Ez dayîkek Serhedê me.

 

EW ZEMANÊ MİNÎ XWEŞ ÇÛ

Bahara xweş digulgule

Av davanê dixulxule

Berx bela bûn dibirbire

Kaxrîtk hêlîna difire.

 

Berx û berxvane ber dêrî

Bêrîvanêd me bişkorî

Kevanîyêd me dest bi morî

Pez hêdîka tê ber dêrî.

 

Kilê sirsûm hê darda nin

Nan û toraq hevan da nin

Şivan hemêza çiya da nin

Tifal hela di xew da nin.

 

Kulîlka çevê xwe vekir

Silavek şîrin kaniya kir

Kaniya hêdîka kickic kir

Qesta rênga cewikê kir.

 

Cewik mîna tîramar e

Kişiya orta mehela re

Xîzge kevira re bi de`w

Tebiyet hişyar dibe ji xew.

 

Ro pişt Dibûrî ve dertê

Xumam bi hulm-gulm hiltê

Mij çû wî alî Qemerdax

Çi şîrine ax û welat.

 

Keçika kire pîrqînî

Bûka lez kire şingînî

Hewş û axil gêzî kirin

Bermal royî ser kulîk kirin.

 

Dû kulekê ve hilkişiya

Dew ser tendûrê de rijiya

Bişkorîya nancûcik anîn

Şorbe rex toreqê danîn.

 

Hevîr hiltê bilind dibe

Kirdinak ser loş gilol dibe

Loş vedibin ça padisqe

Xwedê malwêran û risq e.

 

Şarangê sergîna pişt xênî

Malhoçiçeke bê banî

Ji devo me nift hilçinî.

Dû hilkişiya çiya û banî

 

Me jî tendûra xwe vêxist

Agir orta şaranga xist

Xarçîgatê qirşik danî,

Av ji newalê jîr anî.

 

Hê li wir im, hê dilîzim

Dengê dayîka xwe dibhîzim

We nifta min tev xwe re bir

Û ser tendûra xwe de kir.

 

Hêrsa dayîka min çi xweş bû,

Ew miqamek here naz bû,

Lê digerim min daye dû,

Ew zemanê minî xweş çû.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Xaylaza Reşîd

Helbestvana kurd a navdar e. Pey dibistanê ra kolêca çarsale xilaz kirîye, li bajarê Tbîlîsîyê dersên kurmancî daye zarokan, 20 salan di Yekîtîya êzdîyên Gurcistanê da karê çandî û folklorê kirîye, karê rojnamevanîyê jî kirîye. Pirtuka wê a bi navê Kaniya Dilê min, sala 2007an çap bûye, endama Pena Kurd e.

Qeydên dişibine hev