Putin Navê ”Artîsta Rûsîyayê ya emekdar” da dengbêja kurd Zarayê

Putin Navê ”Artîsta Rûsîyayê ya emekdar” da dengbêja kurd Zarayê

Heytehola pîrozkirinê li Kremlê derbaz bû

Serokkomarê Rûsîyayê Putin li Kremlê Navê Artîsta Rûsîya Federal a emekdar da dengbêja kurd Zarayê (Zerîfa Paşa Mihoyan).

Piştî xelatkirinê Zarayê di nav xeberdana xwe da Sûrî bi bîr anî û got ku dixweze careke din here Sûrîyê bona leşkerên Rûsîyayê bistirê.

“Ez dixwezim Sûrî bibîr bînim, ji ber ku serbazên me, mêrxasên me şerê dijî terorîstên zulmkar dikin, bona ew negihîjine sînorên welatê me. Bira warê hevalên min, karmendên kulturayê buhuşt be, ku berê xwe dane Sûrîyê û di balafira Ty-1154 da şehîd bûn”,- Zarayê got.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev